HPG: Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn li Amedê şehîd bûn

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li Licêya Amedê di şerê 8’ê Hezîranê de ya di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de, yek ji fermandarên gerîlayan Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn şehîd bûne.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Di 8’ê Hezîrana 2023’an de li navçeya Licê ya Amedê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şerên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de yek ji fermandarên me yê fedaî Xemgîn Serhed û hevrê Bahoz Farqîn şehîd bûn.

Hevrê Xemgîn ku xwedî bingeheke xurt a bîrdozî û rêxistinî ye û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya 23 salan de di gelek qadan de gerîlatiyê kiriye, bi xweseriya xwe bûye yek ji fermandarên pêşeng ên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk. Hevrê Xemgîn ku bi biryar e bi pêngavan têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike, bûye yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya xweparastinê û fermandariya Apoyî.

Hevrê Bahoz ku bi zîrekiya xwe ya jêhatî, bi fedakariya têkoşînê û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin di demeke kin de di nava refên gerîla de serkeftinên mezin bi dest xist, bi cesaret û dilsoziya xwe ya ji bo nirxan re bû milîtanekî ku hemû ciwanên Kurd wê ji xwe re mînak bigirin.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên giranbuha yên fermandarê me yê fedayî Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn re dixwazin. Ev hevrêyên me bi tevlîbûna xwe ya bênavber û fedaî ya Rêber Apo cihê xwe yê bi rûmet di dîroka têkoşîna gelê me de girtine.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 Nasnav: Xemgîn Serhed  

  Nav û paşnav: Samî Ozdemîr

 Cihê jidayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Sûltan - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2023’an / Amed

 

  Nasnav: Bahoz Farqîn

  Nav û paşnav: Umît Korkmaz

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Cahîde - Hîkmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2023’an / Amed

XEMGÎN SERHED

Hevrêyê me Xemgîn Serhed li navçeya Milazgirt a Mûşê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Weke ferdekî yê eşîreta Mîllî bi tarzê jiyana gund a sade mezin bûye. Hevrêyê me Xemgîn tenê 3 salan li dibistanên dewleta Tirk xwendiye. Piştre neçar maye ku bi malbata xwe re koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Li metropolên Tirkiyeyê di aliyê aborî de alîkarî dida malbata xwe. Hevrê Sema Yuce di pêvajoya têkoşîna me de bûye xalek girîng a vegerînê. Weke jineke Kurd a azad li dijî tasfiyeya li girtîgehan sekinî ye û bi çalakiya xwe ev sekna xwe veguherandiye xetekî. Hevrê Xemgîn jî ji çalakî û sekna Sema Yuce bandor bûye û biryar daye ku bibe şoreşgerek. Li ser vî bingehî sala 2000’an ji Stenbolê ketiye rê û li Kelareşê tevlî refên gerîla bûye.

Hevrê Xemgîn bi kelecan û evînek mezin tevlî jiyana azad bû û piştî ku tevlî gerîla bûyî, gelek guhertin û veguherîn di xwe de ava kir. Di axaftinek xwe de wiha gotibû, ‘Divê mirov guman ji kesekî ku li hemberî heqîqeta PKK’ê xwe neguherîne, bike’. Hevrê Xemgîn piştî ku tevlî bû, li qadên Xinêre û Zapê kar û xebat meşandiye. Ji fedayiyan bandor bûye û li ser bingehê fedayîtiyê tevlî PKK’ê bûye. Lewma tevlî rêxistinbûna Hêzên Taybet bû û di her kêliya xwe de bi fedayiyane xwe rêxistin kiriye û xizmet ji gelê xwe re kiriye. Di sala 2003’an de ku dema xiyanetê dixwest xwe serwer bike, hevrê Xemgîn li dijî vê yekê sekinî, derbasî Hêzên Taybet bû û di şexsê xwe de mîlîtaniya fedayî ya Apoyî bilind kiriye û bersiva herî bi wate daye. Her cure zorî girt ber çavên xwe û derbasî Hêzên Taybet bû. Di pêvajoyên zehmet ên perwerdeyê de derbas bû û ti carî pes nekir û bûye endamê fedayîtiyê.

Li ser bingehê perwerdeyên ku dîtiye, lêhêrbûn û tecrubeyên xwe sala 2006’an berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî eyaleta Amedê bûye. Hevrê Xemgîn ji sala 2006’an heta 2013’an li eyaleta Amedê nêzî 8 salan bê navber têkoşîn meşandiye. Di serî de qada Şehîd Brûsk a Amedê, tevlî gelek çalakiyên li gelek qadan bûye. Bi cesaret û ruhê fedayî yê Apoyî pêşengî kiriye. Bi pisporiya xwe ya di taktîkên sûîqast û sabotajê de, taktîkên gerîla bi pisporî pêk aniye. Sala 2013’an di pêvajoya xwe paş de kişandinê de, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye. Sala 2014’an li Akademiya Hakî Karer a di bin bunyeya Apollo de tevlî pêvajoya perwerdeyê bûye. Li vir piştî ku pêvajoya perwerdeyê qedand, bi sekna xwe ya fedayî baweriya hevrêyên xwe qezenc kiriye û ji bo ewlehiya hevrêyên me yên di rêveberiya Partiyê de berpirsyarî girtiye ser xwe. Bi berpirsyariyekî mezin nêzî vê wezîfeya xwe bûye. Hevrê Xemgîn ji xwe re esas girtiye ku van tecrubeyên xwe bike bingeh û çavkaniya şoreşgeriyê.

4 salan ev wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih anî. Piştre sala 2018’an tevlî xebatên Hêzên Taybet bûye. Bi hevalê Cûmalî Çorûm re wezîfeya perwerdekirina fedayiyên bi wêrek ên gelê me, girtiye ser xwe. Hevrê Xemgîn sekna zanebûn û fedayîtî di kesayeta xwe de şênber kiriye. Ji gelek hevrêyên xwe re bûye fermandarekî mînak. Ji bo bikare wezîfeyên Partiyê yên hîn mezintir pêk bîne, li Ocaxa Sakîne Sanciz a partiya me PKK’ê tevlî pêvajoya perwerdeyê bûye. Li vir lêhêrbûn kiriye ku çawa şervantiya xwe bi rengekî hîn tecrubetir bimeşîne.

Piştî ku pêvajoya perwerdeyê ya li Ocaxa PKK’ê bi hezkirin û biryardariya têkoşînê qedand, berê xwe car din da Amedê. Hevrê Xemgîn ji şervantiya gerîla hetanî mîlîtaniya fedayî ya Apoyî, ji fermandariya tîm heta fermandariya eyaletê wezîfeyên cuda girt ser xwe û weke yek ji fermandarên pêşeng ê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk derbasî Amedê bûye. Demildest tevlî pratîka zehmet a li Amedê bûye, bi tecrubeya bi salan û bi avantaja ku Amedê nas dike bû fermandarekî xwedî berpirsyarî. Di demên dawî de hemû êrîşên dijmin pûç kiriye, ji hevrêyên xwe re pêşengî kiriye û derbeyên giran li dijmin xistiye.

Hevrê Xemgîn mîna derwêşekî hemû jiyana wî li ser xeta fedayîtiyê bû. 8’ê Hezîrana 2023’an li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kiriye. Di şerê dijwar û bombardûmanên dijmin de hevrêyê me Xemgîn li gel hevrê Bahoz Farqîn heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî têkoşiya û şehîd bû.

Ji dîrokê hetanî roja me ya îro Amed navenda têkoşînên azadiya Kurdistanê ye. Bi derketina partiya me PKK’ê re jî ev mîsyona xwe aniye cih. Amed ku bi berxwedana girtîgehê re û partiya me lê zindî bû, di heman demê de bûye qada destpêkê ku Partiya me lê girseyî bûye. Xelkê me yê Amedê tevî dayîna berdêlên giran jî xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derketiye, bi serhildanên dîrokî yên pêk aniye ev helwesta xwe bi rengekî vekirî daniye holê. Piştre tevî hemû komkujî û zextên dijmin tavrê xwe yê bi israr ê di Kurdbûnê de parastiye. Bê guman zarokên xelkek ev qas bi wêrek jî, xwedî li vê kevneşopiya xwe ya berxwedanê derketiye û ref bi ref tevlî refên têkoşînê bûye. Gelek fermandarên me yên hêja Nûman, Çeko, Soro, Evîn, Delal û Leyla Amed ji nava xelkê me yê Amedê derketiye û gelek egîdên din ji doza azadiya Kurdistanê re daye qezenckirin.

BAHOZ FARQÎN

Hevrêyê me Bahoz ku yek ji lawên leheng û dilovan ê gelê me yê Amedê ye, li navçeya Farqînê ya Amedê di malbateke welatparêz û Kurdistanî de hat dinê. Hevrê Bahoz ku bi daneheva têkoşîn û exlaqa civakî ya gelê Amedê mezin bû, kesayeta xwe jî li ser vê esasê ava kir. Ji bo vê jî dema ku mezin bû û gihîşt ciwantiya xwe, weke her ciwanekî Kurd ê birûmet erkên xwe yên li hemberî gelê me bi cih anî û ji zû de cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Hevrê Bahoz ku yekem car bi xebata ciwanan cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt, bi şêwaza xebata xwe ya çalak û bi fêde di demeke kurt de bû pêşeng. Hevrêyê me Bahoz ê ku bi têkoşînê re firsend dît ku xwe zêdetir pêş bixe, di warê rêxistinî de bû xwedî ezmûn. Hevrêyê me Bahoz ku bi tevahî xwe daye xebatên şoreşgerî û bûye xwedî meşeke bê navber, asta tevlîbûna heyî tu carî têr nedîtiye. Hevrêyê me Bahoz ê ku bû şahidê berxwedana dîrokî ya Arînên li Kobanê û Çiyagerên li Sûrê, li hember xeta fedayî tevlîbûna xwe berçavan re derbas kiriye û derxistiye zanebûnê ku xeta têkoşîna serdemê di şêwazê Arîn û Çiyageran de veşartiye. Ji bo vê jî di sala 2018’an de ku sala têkoşîna me ya herî dijwar bû, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ji ber vê berê xwe daye lûtkeyên herî bilind ên Amedê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Bahoz ku ji destpêkê ve li Bakurê Kurdistanê avantajên tevlîbûna li nava refên gerîla zû ferq kir, bi alîkariya hevrêyên xwe, xwe bi şêwaza şerê gerîla perwerde kir û di demeke gelekî kurt de tecrûbeyeke mezin bi dest xist. Hevrêyê me Bahoz ê ku ji bo hînbûnê hişmendiya wî vekiriye, tiştên ku hîndibû zû pratîk dikir û bi vê yekê balê hevrêyên wî kêşaye û bi tevlîbûnek wiha baweriya hevrêyên xwe qezenc kiriye. Ji bo vê li her cihê ku pêwîst bû li wir bû û bi cidiyeteke mezin û berpirsyariyeke mezin têkoşîna xwe meşand. Li ser vê bingehê li qadên Şehîd Kendal, Şehîd Remzî û Dorşîn ên Amedê beşdarî pratîkê bûye. Di gelek çalakiyên ku li van qadên têkoşînê li dijî dijmin hatine pêşxistin de cih girtiye û tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd bûne weke erka xwe ya sereke diyar kiriye. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de ye ku li hemberî hemû êrîşên dijmin divê her tim têkoşîneke aktîf bê meşandin, di vê wateyê de kariye pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike. Hevrêyê me Bahoz li gorî gelek hevrêyên xwe, tevî ku di nava refên gerîla de nû bû jî, bi lêhûrbûn û planên xwe yên ji bo siberojê bû milîtanekî pêşeng û bûye milîtanekî Apoyî ku hevrêyên wî yên li qadê timî ji xwe re mînak digirt. Hevrêyê me Bahoz tevî ku di nava Partiyê de perwerdeyeke navendî nedîtiye jî bi derfetên xwe karî di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr bike, kariye di şexsê xwe de nûnertiya cewhera milîtaniya Apoyî bike. Dîsa hevrêyê me Bahoz ji bo ji nû ve avakirina gerîla, ji bo pêşxistina Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û di pratîka xwe de vê yekê nîşan bide, kedeke mezin daye; Ji şêwaza tevgera xwe heta şeklê çalakiyê û heta detayên herî biçûk ên jiyana gerîla di nava lêhûrbûneke kûr de bû. Ne tenê difikirî, di heman demê de ramanên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir û hişt ku ew jî di serdema nû ya gerîlatiyê de bibin pispor.

Hevrê Bahoz ku di qada Amedê de gelek karên krîtîk girtiye ser milê xwe û van erkên xwe bi serkeftî bi cih aniye, bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi kesayeta xwe ya fedekar û kedkar di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtiye. Weke hevrêyên wî em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên hemû şehîdên xwe zindî bihêlin û di şexsê hevrê Bahoz de têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.