HPG: Wê her tim di têkoşîna me de bijîn

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan wê her tim di têkoşîna me de bijîn."

“Zarokên leheng ên gelê Kurd ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi qehremanî li ber xwe dan, di şert û mercên herî dijwar de ji bo rûmet û pêşeroja azad a gelê me bi fedekarî têdikoşin. Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan ên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a dagirker berxwedaneke dîrokî nîşan dan û her qadên ku lê manî ji dijmin re kirin asteng, gihiştin şehadetê. Hevrêyên me yên ku bi awayeke fedayî jiyan kirin û bê navber li ser xeta fedayiyan şer kirin, derbên giran li dagirkeran xistin, ji bo me ango hevrêyên wan mîrateyek têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin li pey xwe hiştin. Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan wê her tim di têkoşîna me de bijîn.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştine şehadetê wiha ne:

Navê kod: Mahir Başkale

Nav û paşnav: Alî Polat

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik-Bav: Zehra - Fehîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 29 Tebax 2022 / Zap

Navê Kod: Toprak Canwelat

Nav û paşnav: Hêva Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Navê Dayik-Bav: Henîfe - Muhammed

Cih û Dîroka Şehadetê: 27 Gulan 2022 / Zap

Navê kod: Delîl Hawar

Nav û paşnav: Emrah Şanli

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Ayşe - Sadik

Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Tebax 2022 / Zap

Navê Kod: Destan Rustem Cûdî

Nav û paşnav: Gerdînya Şêxo

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik-Bav: Ferîde - Ebdo

Cih û Dîroka Şehadetê: 1 Tîrmeh 2022 / Zap

 

MAHÎR BAŞKALE

Navçeya Elbakê ku yek ji herêmên ku li Kurdistanê welatparêzî di lûtkeyê de ye, tevî hemû êrîşên dijminan jî kariye nirxên azadiyê yên gelê me biparêze. Hevrêyê me Mahîr li vê herêma welatparêz di malbateke xwedî nirxên Kurdistanî de ji dayik dibe û mezin bûye. Malbata hevrêyê me Mahîr ku ji zû de ferq kir ku polîtîkayên dijmin ên di bin navê cerdevaniyê de gelê me bera hevûdu dide, ev rewş qebûl nekir û rastî zextên giran ên dijmin hat. Ji ber vê jî neçar man ji gundên xwe koç bikin û li navenda Wanê bi cih bibin. Malbata hevrêyê me Mahîr ku li vir jî rastî zilma dijmin hat, ji ber van zilm û zordariyan ti carî ji xwe biyanî nebû û karî îradeya xwe ya Kurdewarî û welatparêzî biparêze. Hevrêyê me Mahîr ji ber ku malbata wî û bi xwe jî rastî zext û êşkenceyên giran ên dijmin hat, di temenê xwe yê ciwan de bû şahidê rastiya dijmin û li hemberî dijmin hêrseke mezin hîs kir. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê di serdem û hawîrdoreke wisa ku zilma dijmin hebû de li gelek qadên Bakurê Kurdistanê derbek li dijmin xist û di nava civaka me de deng veda, bê guman bandor li hevrêyê me Mahîr jî kir. Gerîla ku lehengê zarokatiyê yê gelek zarokên Kurd û xeyaleke ku rojekê divê pêk were ye, di heman demê de bûye xeyala zarokatiyê ya hevrêyê me Mahîr. Hevrêyê me Mahîr ku gerîla weke hêviya azadiyê ji bo zarok û gelên ku bi hezaran salin tên bindestkirin, qetilkirin û îstîsmarkirin pênase dike; di sala 2014’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û ji bo tola gelê me yê ku her roj rastî qirkirinê tê û zarokên li nava kolanan tên qetilkirin hilîne, bera xwe zivirande çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Mahîr ku li qada Heftanînê perwerdeya xwe ya şervanên nû dît, bi têkiliyên hevrêtiyê ku yek ji nirxên ku esasê Partiya me pêk tîne, bandor bû û kêfa nefesgirtin heman hewayê û parvekirina jiyanê ya bi gelek hevrêyên xwe yên hêja re jiyan kir. Tevî ku di demeke ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me komkujî pêk dianîn û tecrûbeya wî ya şer tune bû û nû tevlî nava refên gerîla bûbû jî, lê bi lehengî derbasî herêma Kobanê bû û di şerê man û nemanê ya li dijî çeteyan de cih girt. Hevrêyê me Mahîr ê ku bi fedekarî û hewldaneke mezin li dijî çeteyan şer kir, mixabin dema bi komek hevalên xwe re bi mebesteke taktîkî derbasê Bakurê Kurdistanê bibûn ji aliyê dewleta Tirk a qirker ku hevkariya wê ya bi çeteyan re hatiye îspatkirin, hat girtin. Nêzî salekê di zindanên dijmin de ma û li wir bi dilsoziya bi xeyalên xwe yên azadiyê re berxwedana xwe domand. Hevrêyê me Mahîr ê çawa ku ji zindanê derdikeve careke din tevlî nava refên gerîla dibe, di wê baweriyê de bû ku piştî ku di gelek xebatên cuda de cih girt, ji bo ku bi bandortir beşdarî pêvajoya dîrokî ya ku em wek gel û wek tevger tê de derbas dibin bibe û ji bo ku wek milîtanekî ku jê tê hêvîkirin bibe bersiv, pêwîste ji pêvajoyeke perwerdeyê re derbas bibe. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên bîrdozî bû û xwest di felsefeya Rêbertî û şêwaza têkoşînê de kûr bibe. Hevrêyê me Mahîr ku tevlîbûna wî ya perwerdeyê bi qasî tevlîbûna wî ya şer cidî bû, destnîşan kiribû ku bi xurtkirina kesayeta xwe re wê hemû erk û berpirsyariyên ku dikeve ser milê wî weke armanca sereke bi cih bîne. Hevrêyê me Mahîr ku di vê armancê de serketî bû, di nava xebatên perwerdeya Şervanên Nû de cih girt, ji bo hevalên xwe yên nû tevlî nava refên gerîla bibin, ji bo bibin milîtanên Apoyî yên jêhatî, gelek ked û hewl da. Di şexsê her hevrêyê ku perwerde dikir de xwe perwerde dikir û dixwest di şêwazê gerîlatiya serdema nû de zêdetir kûr bibe. Hevrêyê me Mahîr ku hêrs û kîna wî ya li hemberî dijmin ti carî kêm nebû, bi taybet dema ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, xwest derbasî qada Zapê bibe ku yek ji qadên herî germ ên şer e.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Mahîr ê di sala 2019’an de derbasî herêma Zapê bû, yekser cihê xwe di eniya şer de girt û bi hevalên xwe re bersiv da êrîşên dijmin. Hevrêyê me Mahîr ku li qada Zapê di gelek çalakiyan de cih girt, bi sekna xwe ya leheng a di van çalakiyan û serweriya xwe ya taktîkên gerîla yên serdema nû de ji bo hemû hevrêyên xwe bû hem mînak û hem jî moral. Paşê tev li hin xebatên ku pê baweriyeke mezin jê re dihat xwestin bû û bi tevlêbûna xwe ya kedkar di van xebatan de teqdîra hemû hevalên xwe yên li qadê qezenc kir. Hevrêyê me Mahîr ku bi enerjiyek bê rawestan beşdarî xebatan bû, bi tevlêbûna xwe ya fedaî bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên bi taybetî di sala 2021’an de ku êrîşên dijmin dijwar bûn û yên ku di 14’ê Nîsana 2022’an de destpê kiribûn. Her tim dilê wî bi hevrêyên xwe yên ku di tunelên şer de bû, bi yekîneyên bi tevger ên ji derve re piştgirî da berxwedana van hevalan û erka xwe ya milîtantiyê bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Mahîr ku di dema şer de bi helwesta xwe ya bi îdea û bi biryar, ji bo serketina Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi hemû hêza xwe hewl da û dixwest bibe şagirt û hevrêyekî baş ê Rêber Apo û şehîdên me û her tim di nava lêhûrbûneke wiha de bûye.

TOPRAK CANWELAT

Hevrêya me Toprak ya li Helebê ku yek ji qadên ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo destpêkê lê şîn dibe ye ji dayik û mezin dibe. Tevî ku malbata hevrêya me Toprak xwedî nêrînên cuda yên siyasî bû jî, lê wê hêj ji zarokatiya xwe ve li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe xwedî sempatî. Her ku behsa gerîlayekî dihat kirin guhê xwe dayê û nedikarî li dîmen û wêneyên çiya û gerîla ku di çapemeniyê de derdiketin temaşe neke. Heyraniya wê ya ji bo gerîla ku weke armanceke ku divê were bidest xistin û xewna xwe pêk bîne pênase dikir, bû sedem ku hevrêya me Toprak Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike û hişt ku bê ber hilbijartina rêya ku wê ber bide hemû jiyana wê. Fikarên têkildarê şerê dijwar ê di dema ciwantiya wê de li derdora wê hebû û pêşeroja gelê me ya di encama vî şerî de hevrê Toprak ber bi refên têkoşînê ve bir. Li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanan bû û bi qasî 2 salan di nava vê xebatê de cih girt. Di xebatên ciwanan de dest bi naskirin û têgihiştina felsefeya Rêber Apo kir û hewl da hevalên xwe yên ciwan bi felsefeya Rêbertiya me ya azadiyê bide naskirin. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û îqnakirinê gelek hevalên xwe bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re da naskirin û di vê wateyê de di destpêka têkoşîna xwe de rola xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Tevlîbûna li nava refên gerîla ya hevrêya wê ya ku bi hev re xebitîbûn bû sedem ku di hevrêya me Toprak de hin lêgerîn pêş bikevin û di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku jê hez dikir û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Toprak ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla ji bo şervanên nû perwerde dît, di vê pêvajoya perwerdeyê de rastiya PKK û Rêbertiyê, Têkoşîna Azadiya Jinê baştir fêm kir. Her ku fêhm dikir, ewqasî vegeriya xwe, yanî dibû “Xwebûn”. Hevrêya me Toprak ku êdî gerîlayekî çiyê bû, her roja ku derbas dibû xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de bi pêş dixist. Gerîlatî û jiyana çiyayî weke jiyaneke ku azadî tê de hatiye misogerkirin û zêdetir bi xwezaya Kurdistanê re bûye yek. Hevrêya me Toprak ku di bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û şêwaza jiyana gerîla de mabû, di kesayeta xwe de rêgezên ku van têkiliyên hevrêtiyê esas digirin ava kirin. Bi kesayetiya xwe ya sade û durust re di demeke kurt de di dilê hevalên xwe de cih girt û bû “hevrê”. Her kêliya jiyana xwe bi berpirsyariya kûr a layiqî Rêbertiya me û hevrêyên me yên şehîd derbas kir û weke gerîlayek YJA Starê hewl da erka xwe ya pêşengiyê bi cih bîne. Li ser vê bingehê xwe di taktîk û şêwaza gerîla ya serdema nû de li hemberî êrîşên dijmin ên pêşxistî kûr kir, kesayeta xwe li ser bingeha Îdeolojiya Azadiya Jinê pêş xist û ji her demê bêhtir nêzî azadiyê bû. Her tim dilê wê li gel hevrêyên xwe yên ku her tim li qadên şer ên germ bûn û li hemberî dijmin her tim di nava şer de bûn bû û di her kêliyê de wan hîs dikir. Hevrêya me Toprak ku ji bo bersivê bide pêvajoya şer a heyî di taktîkên serdema nû de xwe perwerde kir, piştî perwerdeya xwe ya leşkerî bi awayekî serketî bi dawî kir, derbasî herêma Zapê bû.

Hevrêya me Toprak a ku xwest derbasî eniyên şer bibe, dema ku derbasî herêma Zapê bû, destpêkê beşdarî xebatên xwe bicihkirinê bû. Di amadekirina tunelên şer de bi hewldan, tevlîbûna bi moral û fedakariya xwe bû mînak û pêşengiya hemû hevrêyên xwe kir. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên di sala 2021’an de dijmin dabû destpêkirin, dixwest bi hevalên xwe re di çeperên berxwedanê de cih bigire, lê dizanibû ku bi serketî pêkanîna erka ku dabû ser milê xwe, berxwedana hevalên xwe xurtir kiriye. Hevrêya me Toprak a ku her çiqasê bi hevalên xwe re nekare heman çeperê parve bike jî, lê heman fikir û hestan parve dikir, giranî da xebatên ku tê de cih girtibû; ji ber vê yekê fikirî ku ew ê hem layiqî hevrêyên xwe yên ji bo azadiya gelê me ber bi şehadetê ve meşiyan û hem jî yên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin, be. Di vê pêvajoyê de ji aliyê ruhî û manevî ve xwe zêdetir kûr kir û her kêliya jiyana xwe fedayê derbaskirina bi bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd kir. Bi vê lêhûrbûna xwe ya kûr, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên di 14’ê Nîsanê de dabûn destpêkirin, li Qada Berxwedanê ya Kurojahro di nava yekemîn tîmên gerîla yên dijmin pêşwazî kirin de cihê xwe girt. Li hemberî hemû hewldanên têkbirinê yên dijmin bi şêwazeke fedaî şer kir û beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû. Di rojên piştî êrîşên dagirkeriyê de, di nava tîmên bi tevger de cih girt û taktîkên gerîla yên serdema nû di nava hev de û bi dewlemendî bi awayekî serketî pêk anî. Hevrê Toprak ku bi ruhê fedayî ya di çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin de pêşxistibû de yek ji pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû, bi moral, coş, kelecan û kesayetiya durust û sadebûna xwe bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wê ji xwe re bikin mînak.

DELÎL HAWAR

Rêhevalê me Delîl li navçeya Licê ya Amedê ku li Kurdistanê welatparêziya wê zêde ye, bi sedan zarokên leheng ên ku di nava gelê Kurdistanê de dane berdêla azadiya welatê me, di nav di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Rêhevalê me Delîl ku li navçeya Licê di nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên welatparêzî û Kurdewariyê de mezin bû, di biçûkatiya xwe de mîna her zarokekî Kurd bi rastiya dijmin re rû bi rû ma. Bi taybetî jî ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dijmin ji bo qirkirina Kurdan dimeşîne, hêrs bû. Di zarokatiya xwe de dît ku dijmin dixwaze gelê Kurd qir bike û tu carî ev tişt qebûl nekiriye. Rêhevalê me Delîl ku di ciwaniya xwe de di nava lêgerîna têkoşînê de bû, tevlî xebatên ciwanan bû. Di van hewldanan de serketî bû û ji bo ku gelek ciwanên Kurd hişyar bibin û rastiya dijmin nas bikin, têkoşiya. Lê dizanibû ku têkoşîna di nava pergala heyî de û di nava sînorên ku sîstemê diyar kiriye de têra azadiya gelê me nake. Ji bo vê yekê, ew beşdarî lêkolînên radîkaltir û berbiçav bû. Rêhevalê me Delîl ji bo ku bajarên Kurdistanê li dijmin were tengkirin û dijmin nikaribe li kolanan bi rihetî bimeşe, kedeke mezin da. Hevalê me Delîl ku di van xebatan de bû firsenda naskirina rastiya Rêbertî û partiya me PKK’ê bi dest xist û biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bimeşîne. Heval Delîl di sala 2015’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Rêhevalê me Delîl ku perwerdeya şervanên nû qedand, derbasî qada Zapê bû, di rojên destpêkê yên jiyana xwe ya gerîla de bi helwesta xwe ya bi israr û bi biryar dest bi pêşveçûnê kir. Tevlîbûna wî ya di nava refên gerîla de di demeke ku êrîşên dijmin dijwar bûn ji bo rêhevalê me Delîl bû firsend. Ji ber ku di şert û mercên şer de perwerde dibû û di demeke kin de îmkana pratîzekirina tiştên ku hîn dibû, hişt ku rêhevalê me Delîl di demeke kin de bibe gerîlayekî jêhatî. Ji ber eleqeya xwe ya bi gerîla re û hêrsa xwe ya kûr a li hemberî mêtingeriya Tirk, ji tecrûbeyên hevalên xwe jî sûd wergirt û hunera gerîlatiyê kûr kir. Hem di warê bîrdozî de hem jî di warê leşkerî de xwe bi pêş ve bir û hewl da nakokiyên ku jiyan dikir li ser bingeha felsefeya Rêbertiyê çareser bike. Rêhevalê me Delîl ku bi kesayetiya xwe ya cewherî û bi beşdariya xwe ya rast bawerî dida hevrêyên xwe, bi tevlîbûna li gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêma Zapê hatine pêşxistin, baweriya hevrêyên xwe winda nekiriye. Rêheval Delîl di vî warî de ku derbên giran li dijmin dihate xistin, bûye yek ji hevalên diyarker. Bi taybetî di sala 2017’an de di pêngava şoreşgerî ya li herêma Zapê de bûye yek ji hevalên ku derbên giran li dijmin daye. Rêheval Delîl ê ku di çalakiya ku di 8'ê Hezîrana 2017'an de li herêma Zapê helîkoptera Skorsky hate xistin û 14 dagirker hatin cezakirin de rolek girîng lîst, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin xist nava çalakiyên serkeftî û têkoşîna xwe mezin kir. Rêhevalê me Delîl heta sala 2019’an li herêma Zapê ma û li vir şahidiya rêhevalên hêja û şehadeta gelek hevrêyên xwe kir. Ji ber vê sedemê, demên ku di qada Zapê de şoreşger bû, demên herî bi nirx ên jiyana xwe dihesiband û bîranînên bi rêhevalên xwe yên li vir bi wan re jiyaye, weke yek ji erkên xwe yên herî bingehîn nirxand da ku tola şehadeta hevrêyên xwe hilîne. Piştre jî ji bo xwe di warê leşkerî de zêdetir pêş bixe, di teknolojiya şer de kûr bibe û di şêwazê gerîlatiya serdema nû de jêhatî bibe, tevlî xebatên perwerdeyê bû. Rêhevalê me Delîl ku perwerdeya çekên giran dît, piştre berê xwe da qada Qendîlê û li wir tevlî xebatan bû. Rêheval Delîl ku di vê dema êrîşên dijwar ên dijmin de bi israr li gel hevalên xwe yên li eniyên şer cih girt, vegeriya herêma Zapê ku demên herî bi qîmet ê jiyana xwe lê derbas kir û bi kelecanek pê ve girêdayîbû.

Rêhevalê me Delîl ku di nava hevalên xwe de weke şervan û têkoşer tê naskirin, piştî ku vegeriya herêma Zapê, bi helwesteke mîna vê nasnameyê bi lez cihê xwe di nava çalakiyên li dijî dagirkeran de girt. Bi serweriya xwe ya li ser taktîkên gerîla yên serdema nû, gelek çalakiyên serkeftî pêk anî. Tecrubeyên xwe yên şer bi rêhevalên xwe re parve kir, hem erka xwe ya rêhevaltiyê bi cih anî, hem jî di bin her şert û mercî de weke fermandarekî pêşeng hevalên xwe perwerde kir. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan berxwedanê mezin kir û li her cihê ku lê ye, serketin û têkneçûna gerîlayên Kurdistanê nîşan daye. Rêhevalê me Delîl ku lehengiyeke mezin dît û şehadeta gelek rêhevalên xwe xist dilê xwe, ji bo bibe layiqî şehîdên xwe û hêvî û çavkaniya hêza me ya Rêber Apo, her kêliya xwe da çalakiyên mezin. Bi vê giraniya xwe bi fedekarî beşdarî jiyan, xebat û şer bû û bû fermandarekî pêşeng ku hemû hevrêyên wî her tim ji xwe re mînak digirtin. Heval Delîl bûye yek ji hevrêyên me yên ku Zap kirine keleha berxwedanê. Heval Delîl heta gihişt şehadetê jî di xeta Rêbertî û şehîdan de bûye şervanekî bêhempa û di dîroka lehengiya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet girt.

DESTAN RUSTEM CÛDÎ

Kobanê û gelê wê yê berxwedêr bi berxwedana xwe ya ji bo rûmeta mirovahiyê di nava bajarên sembol ên cîhanê de cihê xwe girt, ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ve heta niha bi dilsoziya xwe ya bênavber a bi Rêber Apo re bûye mînak. Di serdemeke ku tovên destpêkê yên têkoşîna me hê nû şîn bûn de, gelê me yê Kobanê ku bi baweriya xwe ya Tevgera Apoyî bi dehan zarokên xwe tevlî nav refên azadiyê kir û bû yek ji navendên girîng ên welatparêziya Kurdistanê. Malbata rêhevala me Destan weke berdewamiya vê kevneşopiya welatparêziyê ji destpêka Şoreşa Azadiyê ya Rojava ve di nava xebatên şoreşgerî de ye. Ev malbata hêja ku dixwaze zarokên wan jî mîna xwe bi felsefeya Apoyî ya azadiyê mezin bibin, zarokên xwe jî tevlî nav refên azadiyê kirine. Li ser vê bingehê rêhevala me Rustem Cûdî, birayê hevrê Destan ê ku di Berxwedana Serdemê ya Kobanê ya dîrokî de cih girt, di vê berxwedana dîrokî de bi şêwazeke fedaî tevlî karwanê şehîdan bû. Dîsa li derdora vê malbata hêja gelek şehadet çêbûne û niha jî ev malbat sînorên Kobanê derbas kiriye û bûye malbateke Kurdistanî.

Rêhevala me Destan jî di malbateke bi vî rengî ya bi nirx de ji dayik bû, ciwantiya xwe di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de jiya; bû şahida şerên dîrokî, berxwedan û çîrokên lehengiyê. Rêhevala me Destan ku kesayeta xwe bi van berxwedan û lehengiyan ava kir, ji sala 2016’an û vir ve weke pêwîstiyeke dilsoziya bi şehîdan û mîmarê Şoreşa Azadiyê ya Rojava re Rêber Apo cihê xwe di nava refên şoreşê de girt. Pêşî di xebatên ciwanan û qada civakî de cih girt. Piştre rêhevala me Destan ku di hemû pêngavên parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û Bakurê Sûriyê de cih girt, bi helwesteke li gorî jina Kurd a azad li dijî çeteyan şer kir û bû yek ji mînakên berbiçav ên rastiya şoreşa azadiya Rojava ku şoreşa jinê ye. Rêhevala me Destan, jineke şoreşger ku dilê wê timî ji bo azadiyê lêdixist, di vê pêvajoyê de dest bi naskirin û fêhmkirina îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo kir. Her ku têgihişt, dixwest kûrtir biçe û vê daxwazê her tim ew ber bi çiyayên Kurdistanê ve dibir. Berxwedana li çiyayên Kurdistanê ku bi hezaran sal berê weke qadên azadiyê yên ku xwedawendên xwe li ser text danîbûn hate nîşandan û jiyana nû ya bi pêşengiya rêhevalên me yên jin zêdetir bala rêheval Destan dikşîne.

Li ser vê bingehê rêhevala me Destan ku di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, bi heyecan, daxwaz û coşeke mezin tevlî jiyana çiya û gerîla bûye. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, berê xwe da herêma Zapê û heyranî xwezaya Zap ya bi heybet bû. Rêhevala me Destan ku her tim bi heybeta çiyayên Kurdistanê dilgiran e, her roj bi çiyayan re bûye yek. Rêhevala me Destan, ku bi tecrubeyên xwe yên leşkerî yên heyî bi hunera gerîlatiyê ve bû gerîlayek jêhatî, di adaptekirina şêwaza gerîla ya serdema nû de ti zehmetî nedît. Xwe ji şerê gerîla û tunelan re amade kir. Di heman demê de tevlî qonaxên amadekariya tunelên şer bû û diyar dikir ku wê şer bi amadekarî û plansaziyê bi ser bikeve. Her tim xwest li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêma Zapê bibe bersiv û ji hevalên xwe diyar dikir ku ew dixwaze li ser vê bingehê beşdarî çalakiyan bibe. Bi tevlîbûna çalakiyên li dijî dijmin hatin pêşxistin, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk û feraseta qetlîamker nîşan da. Rêhevala me Destan ku li Zapê li gelek qadan gerîlatî kiriye, li hemberî êrîşên dijmin ên di sala 2021’an de her tim amade bû û her tim bersiva pêwîst daye. Herî dawî jî di nav tîmên ku li herêma Kurojahro ya ku lê bi cih bûbû bersiv da êrîşên dijmin. Li hemberî gelek hewldanên ku dijmin dixwest leşkeran deyne qadê wê bi şêwazeke fedaî mudaxele kir û beşdarî çalakiyên ku bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin, bû. Hevrêya me Destan, milîtaneke PKK-PAJK'ê ya mînak bi dilsoziya xwe ya ji bo rêhevaltiyê, jiyana sade, tevlîbûna rast û kesayeta xwe ya kedkar, wê her tim weke yek ji mîlîtanên jin ên mînak ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bê bibîranîn û bibe sedema geşkirina têkoşînê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan re dixwazin ku weke pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, her keda xwe li ser esasê serkeftina teqez tevdigeriyan û ji bo serkeftinê kedeke mezin dan.”