HPG: Tîmên me yên gerok du dagirker ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir li herêma Zapê tîmên gerîla yên gerok du dagirker ceza kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatine cezakirin, pergaleke kamerayê û mayînek jî hatin îmhakirin. Artêşa Tirk dagirker Qadên Berxwedanê 32 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kirine. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçe û dozeran çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê yên Karker û Şikefta Birîndara jî hilweşînin.

Çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta Tirk wisa ne:

1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 12’ê Îlonê saet di 17.20’an de tîmên me yên gerok li Qada Berxweanê ya Şehîd Adil bi çekên giran li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

2.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger Cega Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 12’ê Îlonê saet di 10.00’an de tîmên me yên gerok pergaleke kamerayê ya ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê mayîn pê ve girêdabû tespît kir. Hêzên me bi awayekî profesyonelî pergala kamerayê û mayîna pê ve îmha kir.

3.Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî kiriye;

Di 12’ê Îlonê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6  caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatine bombekirin.

4.Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye

Di 12’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Adil û Sîdayê 25 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 12’ê Îlonê de qadên gundên Çemşerîtkê, Şikeftiyan û Çemrobotkî yên Garê 7 caran bi balefirên şer hatine bombekirin. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ketiye û şewat hê jî didome.

Di 12’ê Îlonê saet di 13.00’an de balefirên şer bi qestî li keriyên pez ên gundiyên Yekmala ya Metînayê dane. Di vê bomberdûmanê de gelek heywanên gundiyan telef bûne.

Di 12’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Çemço û Sîdayê bi obus û çekên giran bi dehan caran hatiye bombekirin.

Di 12’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker hewl daye bi kepçe û dozeran çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê yên Karker û Şikefta Birîndara hilweşînin.

Di 12’ê Îlonê de li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî dron geriyane.”