HPG: Ti rastiya wan nûçeyên têkilî hêzên me û qademeyê fermandariya me nînin- NÛ BÛ

HPG'ê ragihand dewleta Tirk a ku li bara gerîla tiştek bi ser nexistî ketiye pey serfiraziyên bi derewan û got, ''Ti rastiya wan nûçeyan nîne ku van demên dawî têkilî hêzên me û qedemeyên fermandariya me têne dayîn.''

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst qirker mêtinger ku li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare ti serketinê bi dest bixe, bi rê û rêbazên şerê taybet senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serketinên sexte ji xwe re çêbike. Nûçeyên ku dema dawî têkildarî hêzên me û fermandariya me de hatine weşandin rast nînin. Bila gelê me guh nede van nûçeyan ku di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin."