BI DÎMEN

HPG: Têkoşîna bênavber a 33 salan

HPG: Hevrê Orhan ku bênavber 33 salan têkoşîna azadiyê meşand, di 6'ê Hezîrana 2024'an de di êrîşa dijmin de şehîd bû."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Ewladê leheng û bijarte yê xelkê me yê Çewlîkê, milîtanê fedaî yê partiya me PKK'ê, fermandarê wêrek ê xeta Apoyî û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hevrêyê me Orhan Cîhat Bîngol, di 6'ê Hezîrana 2024'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.

Hevrêyê me Orhan şoreşgerekî mînak bû ku emrê xwe û canê xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê me, 33 salan li her bihosta xaka Kurdistanê bênavber li ber xwe da, ked û xwê da. Bi bawerî, cidiyet, biryardariyeke mezin, bi dîsîplîneke bilind, bi coş û kelecana xwe ya bêdawî têkoşiya. Çiyayên bi heybet û erdnîgariya Kurdistanê ku evîndarê wê bû, gav bi gav geriya. Çiyayên bedew û serbilind ên welatê me veguherand dergeha berxwedanê û 33 salan bênavber têkoşiya. Fermandarê me yê fedaî û şoreşgerê mezin hevrê Orhan, hebûna xwe diyarî doza azadiyê ya gelê me kir, her zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir û nirxên mezin afirand. Ji şervaniya ARGK'ê heta bi fermandariya manga, tîm, yekîne, herêm, eyalet û qadê di nava artêşa me ya gerîla de di her astê de wezîfe kir. Di nava jiyana xwe ya şoreşgerî de mohra xwe danî binê serketinên girîng. Bi sedan, bi hezaran hevrê bi eşqê perwerde kir û tecrûbeyên xwe yên kûr ji wan re ragihand. Weke fermandarekî derwêşane ku ji hevrêyên xwe re dibû hevrê, pêwîstiyên têkoşîna me li ku derê hebû li wir bû û wezîfeyên şoreşgerî yên demê hilda ser milê xwe. Hevrê Orhan di 33 salên jiyana xwe ya şoreşgerî de qet nesekinî, bi ruhê ciwantiyê yê PKK'ê heta roja şehadetê têkoşiya.

Fermandarê şoreşger hevrê Orhan bi tevlîbûn, sekn, têkoşîn, hunera xwe ya fermandariyê û hevrêtiya xwe navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand ku cihê wî nayê dagirtin. Em ê di têkoşîna xwe de her tim xwedî li bîranîna hevrê Orhan derkevin. Di şexsê hevrê Orhan de em soz didin ku tola şehîdên xwe hemûyan hilînin, armancên wan pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiyê Azad Kurdistana Azad bi ser bixînin.

Li ser vê bingehê bila serê malbata gelekî hêja ya hevrê Orhan, xelkê me yê Çewlîkê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Orhan Cîhat Bîngol bi vî rengî ne:

Nasnav: Orhan Cîhat Bîngol
Nav paşnav: Alî Dînçer
Cihê jidayikbûnê: Çewlîk
Dayik-Bav: Kîbar-Kekê
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Orhan sala 1960'î li gundê Hop ê li navçeya Xorxol a Çewlîkê ji dayik bû. Gundê Hop û navçeya Xorxolê di navbera navçeyên Pîlemûrî, Qisle û Depê de ye, li bakurrojavayê wê Çiyayê Sulbus ê bi heybet, li rojavayê wê Çiyayê Taru, li herêmeke li ser sînorê Dersim û Çewlîkê ye, lê belê herêmeke welê ye ku çand û baweriya Dersîmê lê xurt e. Hevrê Orhan li nava cografya Dersimê, li quntara çiyayên Kurdistanê ku dewleta Tirk nekarî zêde bandorê lê bike, bi karakterê civaka polîtîk û exlaqî ya gelê Kurd a xera nebûyî mezin bû. Durustî, pak û safbûna civaka tê de mezin bû, her wiha dûrmayina ji sextekariyên modernîteya kapîtalîst, bû wesîle ku kesayeta hevrê Orhan bi xurtî ava bibe. Her wiha guh da berxwedanên Seyît Riza, Besê, Alîşêr, Zarîfe û gelek mîna wan ên li dijî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk, komkujiyên ku dewleta Tirk kir ji bîr nekir û bi vî rengî bû xwedî hişmendiyeke girîng a dîrokî.

Hevrê Orhan bi hişmendiyeke dîrokî û çandî ya girîng mezin bû ku ev yek jî bû sedem ku êşa gelê xwe di dilê xwe de hîs bike, bala xwe li ser pirsgirêkên civakî be, aliyê wî yê empatî xurt be û li ser çareseriya van pirsgirêkan bifikire. Hevrê Orhan ew mirov bû ku li ser pirsgirêk û nakokiyên civakî kûr dibû, ji bo vê jî timî lêkolîn dikir û li rêyên çareseriyê digeriya. Hevrê Orhan ku li dibistanê xwendekarekî serketî bû, mafê xwendina zanîngehê bi dest xist û gav avê nava atmosfera ciwanên rewşenbîr. Li ser bingeha lêgerînên xurt bala xwe çû ser tevgerên çep ên Tirkiyeyê, lêkolîn li ser sosyalîzmê kir û baweriya xwe bi wê yekê anî ku rizgariya gelan bi îdeolojiya sosyalîzmê ye. Li ser vê bingehê ji aliyekî ve li zanîngehê xwend, li aliyê din jî tevlî nava karên şoreşgerî bû. Di salên 1990'î de ku gelê Kurd bi Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an xaka mirî ji ser xwe avêt, ji nû ve vejiya, li ser vê bingehê rabû serhildanê û bi gotina 'Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê' PKK bi temamî bû gel, hevrê Orhan jî tevgera Apoyî hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Pêvajoya şer a giran û şerê azadiyê û hebûnê yê mezin ê gelê Kurd ku li çiyayên Kurdistanê êdî şênber bûbû, bandor li ser Tirkiyeyê, li ser tevgerên çep ên Tirkiyeyê jî kir. Hevrê Orhan di pêvajo û atmosfereke bi vî rengî de hîn bêhtir xwe nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir, piştî ku lêkolîn kir û pîvand, gihîşt wê encamê ku rizgariya Kurdistanê û Tirkiyeyê, avakirina sosyalîzma rasteqîn û misogerkirina azadiya civakî bi PKK'ê dibe. Piştî ku îdeolojiya Apoyî nas kir û fêhm kir, têgihişt ku jiyan êdî bi sîstemê re nabe. Li ser vê bingehê têkilî bi Apoyiyan re danî û êdî weke Apoyiyekî tevlî nava têkoşîna azadiyê ya PKK'ê bû. Hevrê Orhan tevlî ku li zanîngehê dixwend, zewicî û xwedî zarok bû, ji bo azadiya gelê Kurd û welatê xwe Kurdistanê berdêl da ber çavên xwe û sala 1992'an ji Çewlîkê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Orhan da ser şopa ji pêşengên partiya me PKK'ê yên ji nava gelê me yê Çewlîkê rabû Mehmet Hayrî Dûrmûş û Mehmet Karasûngûr. Hevrê Orhan esaleta xelkê Çewlîkê, welatparêzî û dilsoziya bi nasname û welatê xwe re kir bingeheke girîng ji bo mezinkirina têkoşîna şoreşgerî û li Behdînanê yekser tevlî nava şerê giran bû. Ji bo çend rojan tevlî perwerdeya Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK), rahişt çekê û dest bi şer kir.

Salên 1992, 1993, 1994 û 1995'an ew sal bûn ku dewleta Tirk a qirker mêtinger destûr û piştgirî ji hêzên navneteweyî û dewletên hegemon ên modernîteya kapîtalîst wergirt û bi gotina 'Ya wê biqede, ya wê biqede' bi xwînxwarî êrişî gelê Kurd kir. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin, zêdeyî 17 hezar mirovên me ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û Hîzbûlkontra ve bi rengekî bêrehm hatin qetilkirin, bi milyonan mirovên me ji cih û warên xwe bûn û bi zorê hatin koçberkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku jê hebû ku bi xalîkirina Kurdistanê ji Kurdan wê gerîla biqedîne, li çiyê li dijî gerîla dest bi êrişên gelekî berfireh kir. Di vê pêvajoyê de ku salên ji şerê herî giran ê dîroka me ya ARGK'ê bû, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî bê eman û bê navber li ber xwe dan, bi rengekî fedaî li ber hemû êrişan rabûn. Hevrê Orhan jî di van salên ji şerê giran de li Botan û Behdînanê li eniya şer li refên herî pêş şer kir. Bêrawestan tevlî çalakiyan bû, derbên giran li dijmin xist û bû gerîlayekî ARGK'ê yê şareza.

Hevrê Orhan di nava şert û mercên şer de bû xwedî tecrûbeyên mezin, ji aliyê îdeolojîk ve ji bo xwe temam bike, bibe şoreşgerekî hîn şareza û rastiya Rêber Apo bi kûrahî nas bike gelekî xwest biçe qada Rêbertî. Hevrêyê me Orhan sê salan bêsebir li benda bicihhatina vê daxwaza xwe ma û daxwaza wî di Gulana 1995'an de bi mizgîniyekê bi cih hat. Di 18'ê Gulana 1995'an de di salvegera şehadeta hevrê Hakî Karer de bi merasîmeke li çiyê ber bi Rêber Apo bi rê ket ku hevrêyê herî mezin ê Hakî Karer û şehîdan e. Hevrê Orhan dema ku Rêber Apo dît gelekî bi coş û kêfxweş bû, tevlî perwerdeya Rêbertî bû. Zanîbû ku dîtina Rêber Apo û tevlîbûna li perwerdeya wî berpirsyariyên gelekî mezin dide her şoreşgerekî Apoyî, lewma her şaneyek ji dil, mejî, ruh û bedena xwe ji bîrdoziya Apoyî re vekir. Hevrê Orhan bi perwerdeya Rêbertî xwe nas kir, hîn baştir xwe fêhm kir, hebûna Kurdan hîs kir û hewl da dûrketina ji rastiya xwe ya ji ber xisarên sîstema kapîtalîst di kesayetiya wî de afirand, ji holê rake. Hevrê Orhan ku bi xurtî bi Rêber Apo û bîrdoziya wî ve girêdayî bû, ne tenê bi hestan, her wiha li ser bingeha hişmendiyeke xurt tevlî têkoşînê bû. Ji bo vê jî bi dil û can li Rêber Apo guhdarî kir, çavdêrî li rêbaz û tempoya Rêbertî kir, bala xwe da ser pirsgirêkên têkoşînê û rêyên çareseriyê.

Hevrê Orhan ku ji Rêber Apo û dersên partiyê hêz û moraleke mezin wergirt, bi rengekî ku ji wezîfeyên şoreşgerî yê demê re amade di sala 1996'an de di asta fermandariya yekîneyê de derbasî eyaleta Erzîromê bû. Li eyaleta Erzîromê hema hema li her herêmê kar kir, kedeke mezin da. Di rewşeke welê de ku êrişên dijmin bênavber dihatin kirin, şert û merc gelekî zehmet bûn û derfet nebûn, bi fedakarî, hevrêtiya xwe ya ji dil û sekna xwe ya dilnizm bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re, bi çalakiyên xwe derbên giran li dijmin xist. Dema ku di asta fermandariya yekîne û herêmê de wezîfe dikir hem li dijî êrişên dijmin ê qirker ê li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, hem jî li dijî kesayet û feraseta çetetî-tasfiyekar a li hundirîn ku hewl dida Partiya me têk bibe, helwest nîşan da. Li dijî çeteyên hilweşîner ên mîna Kuçuk Zekî û Doktor Suleyman, bû yek ji wan fermandaran ku helwesta herî şênber nîşan da û bi sekn û helwesta Apoyî ya rêxistinî bêeman têkoşiya. Hevrêyê me Orhan ku xwedî tevlîbûneke bi zanebûn bû, bi şoreşgeriya xwe ya bi dîsîplîn têkoşîneke rêxistinî îdeolojîk a gelekî xurt meşand û ji bo her hevrêyên wî Rêber Apo nas bike, gelekî ked da. Fermandarekî Apoyî yê rateqîn bû ku di her şert û mercî de nirxên Partiyê diparast, di kesayetiya xwe de hêza şoreşgeriya mezin diafirand, hewl dida rastiyên Partiyê serwer bike, ji pîvanan tawîz nedida, zimanê xwe zelal bû, jiyan bedew dikir û hevrêyên xwe xurt dikir.

Hevrê Orhan ê ku sala 2000'î berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, karî sekna xwe ya di pêvajoya komploya navneteweyî ku ji bo Tevgera demek giran bû û guhertina paradîgmayê de biparêze. Di pêvajoyeke ku ji derve û hundir ve li dijî PKK'ê êrîşên îdeolojîk û rêxistinî tên kirin de, ti carî ji tiştên ku ji Rêber Apo û bi sedan hevrêyên xwe yên li kêleka wî şehîd ketine hîn bûye, tawîz neda. Hevrê Orhan ku bêteredût bawerî, pîvan û rêgezên xwe parast û ji bo vê bêdudilî têkoşiya, li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi peywirên cuda rabû. Hevrê Orhan got, ‘Kesek çiqasî bi niyeteke baş be jî, eger bê zanebûn û bêrêxistin be, nikare partiyê yan jî nirxan wê rast biparêze. Qet nebe, perwerdeya berfireh a ku min dîtiye bi vî rengî hînî min kiriye" û tevlî perwerdeya Ocaxê PKK’ê bû û piştre ji bo perwerdeya hevrêyên xwe fermandarî ji Akademiyên Apollo re kir. Hevrêyê me ku piştî sala 2000’î derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, cihê xwe di nava Komîteya Parastina Rewa de girt û her wiha erkên weke fermandariya eyaletê, akademî û herêman girt ser milên xwe.

Hevrê Orhan ku bi tarz û sekna xwe ya derwêşane weke abîdeyeke milîtaniya Apoyî ye, biryardarî û coşa xwe ti carî winda nekir. Ti carî tempoya xwe kêm nekir. Hevrêyê me karî coş, kelecan û dînamîzma roja destpêkê ya tevlî nava refên gerîla bibû, her biparêze. Hevrêyê me Orhan tevî ku bav bû û temenê wî mezin bû ku di salên piştre de jî bû bapîr, têkoşîna xwe bi rengekî pir xurt û pir zindî domand. Hevrê Orhan hevrêyekî fedaî bû ku bi hezkirin û girêdana xwe ya ji azadiyê re hemû hebûn û jiyana xwe ji bo azadkirina Rêber Apo û gelê me feda kir. Di raporeke ku ji rêveberên Partiyê re nivîsî bû de wiha gotibû, “Nêzî salek e ez di fermandariyê de me. Di pêvajoyên borî de, tevlîbûneke bê hesab min jixwe re esas girt û min hewl da vê erkê pêk bînim. Bi baweriya ku lêhûrbûna xwe ya di nava PKK’ê de li qadeke wiha ya perwerdê bi hevrêyan re parvekirin û xebateke perwerdê ya serketî derxistina holê, tevlî bûm. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin ev yek teqez e. Bi taybetî tecrîd û pêkanînên li ser Rêber Apo tên kirin, êdî asta tehemûla mirovan derbas dike. Li dijî hemû destketî û hebûna me, êrîşên qirkirinê tên pêkanîn. Li dijî wê derketin û vala derxistin erka me ye.’ Li vir biryardarî û amadekariyên xwe yên ji bo erkên mezintir anî ziman.

Fermandar hevrê Orhan ê ku 33 sal bê rawestan û bê nefes têkoşîna azadiyê meşand, di êrîşa dijmin de ku 6'ê Hezîrana 2024'an pêk hat gihîşt şehadetê. Em soz didin ku em ê hewl bidin cihê hevrê Orhan dagirin, armanca wî teqez pêk bînin, ala têkoşînê ya ku dewrî me kiriye bilind bikin, xeyalên wî bi taybetî ya azadkirina Rêber Apo di aliyê fîzîkî de pêk bînin."