Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 8 gerîlayên ku li herêma Apê Mûsa jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di encama keda mezin a Rêber Apo û bi deh hezaran şehîdên me de têkoşîna şoreşger a Tevgera Azadiya Kurdistanê ji gelên dinyayê û gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyeke mezin, baweriya bi siberoja azad a gelan mezin kiriye û xurt kiriye. Li dijî van nirxên ku hatine afirandin dewleta Tirk a faşîst bi hovane şer didomîne, hişmendiya xwe ya şowenî, nîjatperestî û hişmeniya nokeriya xwecih nîşan dide û li her qadê êrîşan tîne.
Îro sîstema îmha û înkara gitşî di serî de Rêber Apo hemû nirxên ku gelê me afirandiye dike hedef û êrîşkariya xwe bi hovane didomîne. Li dijî van hemû êrîşan şehîdên me di xeta milataniya Apoyî de nemir dibin û li dijî hişmendiya komkuj radiwestin, bi giyanê fedayî li hemû qadan şerê berxwedana dastanî nîşan didin û van êrîşên dijmin bi asteke girîng têk dibin.
Dewleta AKP’ê ku mehên zivistanê ji xwe re fersend dibîne, bi eşkerekirina ku ew dixwaze hemû hêzên me îmha bike li gelek herêman operasyon pêk aniye. Di meha Adarê de li Eyaleta Amedê operasyon bi ser hêzên me de aniye, ji artêşa Tirk weye ku wê di şertên giran ên zivistanê de hêzên me tine bike lê bi berxwedana gerîlayên me re hevrû bûye, di encama şer de hin hevalên me şehîd bûne, operasyonên bi mebesta îmahê bi giştî hatine şikandin. Di van operasyonan de hem bi dehan leşker di şer de hatine kuştin û hem jî gelek ji wan qufilîne û mirine. Dewleta AKP’ê ev hemû ji raya giştî xef kirine, windahiyên me yên Gerîla derxistine pêş û xwe weke serkeftî nîşan daye.
Îro têkoşîna me bi şêwaza berxwedana mezin a şehîdên me yên leheng, bi helwesta milîtaniya Apoyî hê xurtir e. Heke em bihara 2017’an bi azawerî û biryardariyeke mezin pêşwazî dikin ev bi helwesta şehîdên me ye. Têkildarî operasyona qada Apê Mûsa a Licê zelal bûne. 27’ê Sibatê -15’ê Adarê artêşa TC’ê li qada Apê Mûsa 2 operasyonên berfireh li dar xistine. 27’ê Sibatê li derdora Licê leşkerên ku hatine civandin hatine tespîtkirin, bi hîkarî derb li wan hatiye xistin û tevgera operasyonî ya li vê derê bi asteke girîng hatiye şikandin. 19-20’ê Adarê jî derbeke serkeftî li leşkeran hatiye xistin ku dixwestin di araziyê de bi pêş bikevin. Di şer de yek Serpêl û 1 Çawişê Pispor di nav de 6 leşker hatine kuştin û 8 leşker birîndar bûne. Di operasyonên giştî yên qadên Apê Mûsa de 8 Gerîlayên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.
8 gerîlayên me yên ku li dijî êrîşên tekîna zêde û bi hezaran leşkeran şerê berxwedanekî destanî nîşandan, bi minet bibîr tînîn.” em ê girêdayî bîranînê wan û têkoşîna wan mezin bikin.”
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Azad Mamxuri
Nav û Paşnav: Senar Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 19 – 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Çiyager Koçer
Nav û Paşnav: Azad Aktaş
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Anne - Baba Adı: Delal - Yûsûf
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 19 – 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Harun Agirî
Nav û Paşnav: Serhat Koçar
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Anne - Baba Adı: Melîke – Îkram
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 19 – 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Herdem Kobanî
Nav û Paşnav: Ahmet Derwêş
Cihê Jidayikbûnê: Kobanî
Anne - Baba Adı: Sabah – Dîrxam
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 19 – 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Rustem Amed
Nav û Paşnav: Lokman Karacadag
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Anne - Baba Adı: Şahîde – Mûstafa
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Amed/ 19 – 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Serhildan Batman
Nav û Paşnav: Haşim Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Anne - Baba Adı: Hazbiye – Abdurrahman
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 19 – 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Xebat Koçer
Nav û Paşnav: Emin Başar
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Anne - Baba Adı: Behiye - Şerîf
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 19 – 20’ê Adara 2017
***
Nasnav: ZinarAgît
Nav û Paşnav: Farûk Buûrakmak
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 19 – 20’ê Adara 2017