HPG medyaya Tirk li derewê qeliband: Di êrîşên hewayî de windahî çênebûne

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê nûçeyên medyaya bi kontrola AKP’ê ku dibêjin di êrîşa hewayî de, ya bi ser Qendîlê de gelek windahî çêbûne li derewê qeliband.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir di êrîşên hewayî de, yên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de ti gerîlayî jiyana xwe ji dest nedaye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Êrîşên hewayî yên artêşa TC’ê ya dagirker ên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de didomin. Artêşa TC’ê ya ku derbên giran dixwe bi êrîşên hewayî dixwaze encamê bistîne. Medyaya şerê taybet jî derewên  wiha dikin ku gelek balafirên wan li qadên me xistine û encamê distînin. Hêzên dagirker ku li bara hêzên çalakiyê ya berz û serkeftî ya gerîla nikarin şer bikin dîsa êrîşa hewayî bi ser Qendîl û Xakurkê de anîne.

Balafirên şer 11’ê Hezîranê saet 23.45’an û 12’ê Hezîranê saet 01.00’an qadên Kalatuka, Suredê, Gundê Silê û Gundê Zergelê yên herêma Qendîlê bombe kirine.

Her wiha 11’ê Hezîranê saet 23.45’an  balafirên şer li qada Ermûşê ya herêma Xakurkê dane.’’