HPG: Li Zapê helîkopterek hate derbkirin-NÛ BÛ

Hêzên gerîla li devera Werxelê ya Zapê 2 helîkopterên êrîşê li gorî taktîka dema nû kirin hedef û di çalakiyê de helîkopterke hate derbkirin. Helîkopter neçar man ku ji qadê dûr bikevin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşan daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî da:

Herêma Zapê ya di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

22’yê Tîrmehê saet 00:00’an li qada Werxelê 2 helîkopterên êrîşê ji aliyê hêzên me ve bi taktîka gerîla ya dema nû hatin hedefkirin. Di encama çalakiyên serketî de, helîkopterek hate derbkirin. Helîkopter neçar man ku ji qadê dûr bikevin.

23’yê Tîrmehê saet 16:00’an kamereyek mobesse ya girêdayî dagirkerên li qada Cîloyê Biçûk, ji aliyê hêzên me ve hatiye îmhakirin.

23’yê Tîrmeha saet navbera 23:00-00:00’an artêşa TC’ê bi teqemeniyan êrîş kiriye ser tunelên şer ên li devera Werxelê ya Herêma Avaşînê û bi çekên giran bombe kiriye. Ji ber bomberdûmanê li qadê şewat derketiye û hê jî dewam dike.

22’yê Tîrmehê saet navbera 22:00-23:00’an, helîkopterên êrîşê devera Tîpa T a herêma Zapê bombe kir.

23’yê Tîrmehê saet 09:10’î balafirên şer devera Çemço ya Herêma Zapê bombe kiriye.

23’yê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00-10’î li herêmên Banista, Tabûra Ereban û Mervanos tevgerên helîkopteran pêk hatine.

24’ê Tîrmehê saet 09:10’î balafirên şer Şikefta Birîndaran a Herêma Zapê û saet 09:20’î jî devera Kûnîşka bombe kiriye.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”