HPG: Li Zapê derb li helîkoptereke êrişê hate xistin

HPG'ê diyar kir ku li herêma Zapê derb li helîkoptereke êrişê ya dagirkeran hatiye xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

22'ê Îlonê saet di 17:40'î de hêzên me li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin, lê hejmar nehate zelalkirin.

22'ê Îlonê saet di 23:10'an li herêma Zapê helîkopterên êrişên yên xwestin derdora qada Kûnişkayê bombe bikin bûn hedefa hêzên me. Di encamê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

22'ê Îlonê saet di 22:00 de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.

22'ê Îlonê saet di 09:30'î de qada Sîda ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

22'ê Îlonê saet di navbera 09:30-23:20'î de li herêma Zapê qadên Girê Cehennem, Girê Rûbar, Saca, Sîda, Şikefta Birîndaran, Karker û Tîpa T bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Heman rojê bi şev jî helîkopter li ser qadên Koordîne û Kînyanîşê geriyan.

Ji şeva 22'ê Îlonê heta sibeha 23'ê Îlonê li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Gİrê Silêman helîkopter geriyan. Heman demê Geliyê Basya, Qartal, Girê Silêman, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Rizgar bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker ev demeke bi çekên giran bombeyan li qadên Dola Bizina, Qartal, Girê Lanet û Geliyê Basyayê dibarîne."