HPG: Li Xakurkê 18 dagirker hatin cezakirin

Hêzên Parastina Gel diyar kirin li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de 18 dagirker hatine cezakirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, 15’ê Hezîranê saet di 04.00’an de gerîlayan li herêma Kolît a herêma Xakurkê artêşa Tirk a dagirker kirine hedef. Di vî şerê demkurt de, gerîla çûne ser cenazeyê 18 dagirkeran û hate diyarkirin yek ji leşkerê ku hatiye cezakirin kesekî fermandar e.

HPG’ê ragihand ku gerîlayê bi nasnav Seyît piştî çalakiyê di encama bomberdûmana artêşa Tirk de bi giranî birîndar bûye û piştre şehîd bûye, di dema vekişandinê de jî gerîlayên bi navê Amara û Azad jî şehîd bûne.

HPG’ê diyar kir ku agahiyên berfireh ên nasnameya gerîlayan wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de, têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rêber Apo, gelê me û gerîlayên azadiya Kurdistanê bê navber dewam dikin. Êşkence û êrîşên ku bi şert û mercên tecrîda mutleq li ser Rêber Apo tên meşandin, ne tenê hêrsa mezin a gelê Kurd a welatparêz û dostên wan zêde dike, di heman demê de kîn û hêrsa hêzên me ya li dijî dijminê qirker jî tûj dike. Tîmên me yên gerîlla yên gerok li Xakurkê bi awayekî hemwext çalakiyên koordînekirî li dar xistin û derbên giran li dagirkeran dan, 18 dagirker ceza kirin û bi bandor bersiv dan êrîşên dijmin. Di van çalakiyan de hevrêyên me Seyît, Amara û Azad ku bi ruhê fedayî li hember dijmin heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin, gihiştin şehadetê. Agahiyên berfireh ên nasnameya hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bê parvekirin.

Agahiyên li ser çalakiyên hatine kirin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

HERÊMA XAKURKÊ;

– Li qada Kolîtê tîmên me yên gerok leşkerên Tirk ên dagirker xistine bin kontrola xwe. Di 15’ê Hezîranê saet 04.00’an de dagirker dema kuber bi Girê Şehîd Şahan ve diçûn, hêzên me bi kemînê li dagirkeran dane. Milê yekemîn ê kemînê bi çek û bombeyên destan ji nêz ve li dagirkeran dane. Milê duyemîn ê kemînê jî bi çekên otomatîk û ferdî li dagirkeran dane. Piştî şerê bi qasî 15 deqîqeyan tîmên me yên gerok çûne ser cenazeyê 18 dagirkeran û hêzên me dîtine yek ji leşkerê ku hatiye cezakirin leşkerekî fermandar û rayedar e. Artêşa Tirk a dagirker ji ber ku ferq kir ku leşkerên wê li qadê tên tasfiyekirin, bi obus, tank û balefirên şer li qada çalakiyê dane. Di van bomberdûmanan de hevrêyê me Seyît bi giranî birîndar bû û şehîd bû. Di dema vekişînê jî hevrêyên me Amara û Azad bûne hedefa êrîşên dijmin û şehîd bûne.

Di vê çalakiyê de bi awayekî hemwext û koordînekirî, dagirkerên li Girê Şehîd Şahan, Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Şahan bi çekên giran hatin hedefgirtin û bi awayekî rasterast hatin derbkirin. Kuştî û birîndarên dagirkeran li vê derê nehatin zelalkirin. Artêşa Tirk a dagirker 4 caran mirî û birîndarên xwe bi helîkopter û wesayîtên zirxî rakirine.

Çalakiya ku hevrêyên me Seyît, Amara û Azad bi awayekî fedaî şer kirin û 18 dagirker tê de hatin cezakirin li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatiye pêk anîn.

HERÊMA ROJAVA YA ZAPÊYA ŞEHÎD DELÎL

— 15’ê Hezîranê saet 11:30 û 12:30’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 3 caran bi çekên giran hatine hedefgirtin û derbkirin.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER ÊN BI BOMBEYÊN QEDEXEKIRÎ;

– Di 15 û 16’ê Hezîranê de çeperên me yên li Herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER;

— Di 15 û 16’ê Hezîranê de herêmên Girê Çarçel, Serê Metîna û Golka yên Metîna 4 caran, Deşta Kafya, Dola Şêranê û Kanî Sarkê yên Garê jî 7 caran, bi giştî 11 caran hatin bombekirin.

— Di 15’ê Hezîranê de herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a rojava Zapê, Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bihar, herêmên berxwedanê ya Girê Hakarî ya Metînayê û Girê Kolît, Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Heqî û herêma Ava Lolanê yên Xakûrkê 227 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

– Artêşa Tirk a dagirker di 15 û 16’ê Hezîranê de êrîşî çeperên me yên li Herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê kir û bi keçpe û alavên şikandinê hewl da çeperan hilweşîne.