HPG: Li Sidekan û Çelê 8 mewzî hatin rûxandin û 18 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li herêma Sidekan a Başûrê Kurdistanê û Çelê mewziyên hêzên dagirker ên Tirk kirin hedefa xwe. Hate ragihandin bi kêmanî 18 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand hêzên gerîla 25'ê Cotmehê li Sidekan û Çelê ya Colemêrgê çar çalakî birine ser mewziyên hêzên Tirk ên dagirker. Her wiha hate diyarkirin ku li herêma Cûdiyê ya Şirnexê jî du çalakî birine ser hêzên operasyonê û encamên van du çalakiyan hê zelal nebûye.

LI SIDÊKANÊ 5 MEWZÎ HATIN RÛXANDIN: 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Encamên çalakiya Sidekanê wiha hate ragihandin: ''25'ê Cotmehê saest 09.00'an hêzên me li Tengava Elî Dirêj a Sidêkanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC'ê ya dagirker çalakî kirine.

Di çalakiyê de derbên serkeftî li mewziyên dijmin hate xistin, di vê çalakiyê de 5 mewzî hatin rûxandin û tespîtbûyî 14 leşkerên dijmin hatin kuştin. Her wiha droneyeke dagirkeran ji hêla hêzên me ve hatiye xistin. Artêşa TC'ê ya dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barandine, bi helîkoptêrên skorskyê mirî û birîndarên xwe rakirine.''

LI ÇELÊ 3 ÇALAKÎ: 3 MEWZÎ HATIN RÛXANDIN, 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Her wiha hate diyarkirin ku heman rojê hêzên gerîla li girê Xeregolê yê Çelê sê mewziyên leşkerî rûxandin û 4 leşker hatine kuştin. Derbarê çalakiyê HPG'ê got:

''25'ê Cotmehê li Girê Xeregolê yê Çelê ya Colemêrgê saet 09.00'an, 10.30'an û 12.45'an sê çalakî li dijî yekîneyên dijmin kirine. Dİ çalakiyan de 3 mewziyên dijmin bûne hedefa hêzên me û hatine rûxandin, her wiha tespîtbûyî 4 leşker hatine kuştin.''

LI CÛDIYÊ ÇALAKIYA JI DU BASKAN VE

HPG'ê bi berdewamî ragihand hêzên dagirker ên Tirk 23'yê Cotmehê operasyon biriye ser qada Kursê Keça, Yildiz Tepesî û gundê Akêtê yê Çiyayê Cûdî ya Şirnexê û wiha domand: ''24'ê Cotmehê saet 13.00'an hêzên me li Yildiz Tepesî bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê çalakî kirine ser yekîneyên dijmin. Di vê çalakiyê de ji du baskan ve derbên serkeftî li stareyên dijmin hatine xistin, hijmara kuştî û birîndarên leşkeran diyar nebûye. Artêşa TC'ê ya dagirker piştî çalakiyê saet 14.30'an bêyî ku encamekê bistîne vekişiyaye''.