HPG: Li Lêlkanê 2 li Bagokê 3 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Lêlkanê 2 li Bagokê jî 3 leşker kuştine.  HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker herêmên Behdînan û Metînayê bi balefirên şer bomberdûman kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonên dawîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

 LI LÊLKANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 18’ê Gulanê saet di 16.30’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li qada Elî Dirêj a herêma Lêlkanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Di heman rojê de hêzên me saet di 17.30’an de li dijî dagirkerên li Girê Lêlkanê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

Di heman rojê de hêzên me li dijî çeperên leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Zerdeşt ê Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di 19’ê Gulanê de saet di 09.00’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Şehîd Rahîme ya Geverê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyan artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.

LI BAGOKÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 14’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Xirbê Cinata ya Bagokê ya Mêrdînê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî yekîneyeke operasyonê çalakî li dar xistine û saet di 09.00’an de hêzên me li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên kobra li qadê daye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 18’ê Gulanê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistiye. Di vê çarçoveyê de balefirên şer saet di 04.00’an de qada Pîrbûla ya herêma Heftanînê û saet di 16.00’an de jî qada gundê Bêdehê yê herêma Metînayê bomberdûman kiriye. Di dema bomberdûmanê de bax û baxçeyên gundiyan xisar dîtine.”