HPG: Li Kato Jîrka, leşkerekî Tirk hate cezakirin

Gerîlayan li navçeya Elkê ya Şirnexê li herêma Kato Jîrkayê di encama çalakiya sûîqestê de leşkerekî Tirk ceza kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navçeya Elkê ya Şirnexê li mintiqeya Deriyê Wara yê qada Kato  Jîrkayê, hêzên me yekîneyeke dijmin a tevdigeriya kontrol kirin. Piştre di 30'ê Tebaxê de saet 18:30'î hêzên me bi sûîqestê lê dan. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

30'ê Tebaxê saet di navbera 13:50 û 21:55'an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Cîlo yê Biçûk yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."