HPG: Li Heftenînê li leşker û cerdevanên derketin operasyonê hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku li leşkerên artêşa Tirk yên ku xwestin li Heftenînê operasyonê berfireh bikin hetiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku li leşkerên artêşa Tirk yên ku xwestin li Heftenînê operasyonê berfireh bikin hetiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’, têkildarî oparasyona artêşa Tirk kû îro xwestin li herêma Heftenînê lidar bixin ev agahî da:
“Îro di saet 06:15’an de bi beşdariya leşkerên Tirk yên li ser sînor û cerdevanên ku bajarokê Sêgirgkê yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnex, Nêrweh, gundê Kiror û ji bajarokên derdor hatin hewl dane ku operasyonek bê lidarxistin. Li dijî hewldana operasyona li herêma Bêzenîkê û Girê Keçel ê li ser xeta sînorê herêma Heftenînê, gerîlayan di cih de bersiv dane. Ji qerqolên Girê Vecîp û Serbend yên li ser xeta sînorê Heftenînê bi obus û hewan û topan herêm bomberdûman kirine. Di heman saetan de jî Geliyê Pisaxa ji aliyê balafirên şer ve hatiye bomberdûmankirin.
Li ser bersivdayîna gerîlayan yekîneyên operasyonê gavek bi şûnde avêtine.”
LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Navenda HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî parvekir:
“9’ê Adarê saet di navbera 12:15 û heta 14:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk derdora qontara Arê û devera Mislokê ya girêdayî herêma Xinêre ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.
Disa heman rojê saet di navbera 18:15 heta 19:00’an de devera Mêrvanîs a girêdayî herêma Zagros û devera Çemço ya girêdayî herêma Zapê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.”