HPG: Li Heftanînê bi dehan leşker hatin cezakirin

HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li Heftanînê û çalakiyên gerîla agahî da û diyar kir, "Di şer û çalakiyan de bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Têkildarî êrişên dagirkeriyê yên artêşa TC a dagirker ku 16'ê Hezîranê li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl da berfireh bike, agahiyên berfireh ên li ser êrişên dagirkeriyê û berxwedana hêzên me ya li dijî dagirkeran wiha ne:

16'ê Hezîranê saet di navbera 17:00-18:00 de balafirên şer ên hêzên dagirker bombe li qada Keşanê barandin. Ber bi êvarê ve dagirkeran bi obus û hawan bombardûmaneke giran li qadên Bektorya, Şehîd Kendal, Şehîd Berîvan û Tepê Dûpişkê kirin. Piştî vê bombardûmanê saet di 23:00 de dagirkeran bi piştgiriya helîkopterên êrişê, balafirên şer û balafirên bêmirov bombe li qadên Şehîd Sîpan, Şehîd Berîvan, Tepê Dûpişkê barandin û bi helîkoperên skorsky leşker li herêmê danîn.

'DAGIRKER BERIYA KU XWE LI HERÊMÊ DEYNIN JI HERÊMÊ ÇÛN'

Hêzên dagirker ên hewl didan xwe li Girê Şehîd Adar deynin li berxwedana hêzên me rast hatin. Hêzên me li helîkopterên dagirkeran reşandin û dagirker beriya ku xwe li herêmê deynin neçar man vekişin.

'4 CARAN HATIN TÊKBIRIN'

17'ê Hezîranê hêzên me li girên Şehîd Berîvan û Kato Sulê bênavber çalakiyên sabotajê li dar xistin.

Hêzên me her wiha 4 caran hêzên dagirker ên hewl didan ber bi girê Şehîd Sîpan ve bi pêş ve biçin têk birin û liv û tevgera dagirkeran a li qadê rawestiya.

Di şer û çalakiyên hêzên me de ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê hatin lidarxistin, bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di operasyona 2 rojan de hevrêyên me Şahîn, Tolhildan û Çiya şehîd bûn. Dagirker 2 rojên dawî bi piştgiriya teknîkê bombardûmaneke giran li qada Heftanînê dikin û liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike. Dagirker her wiha êrişê dibin ser gundên li herêmê û ji ber bombardûmanê şewat li herêmê derketiye.

'KONTRAYÊ BI NAVÊ YILDIRIM DEMÎR HATE CEZAKIRIN'

14'ê Gulanê saet di 11:30'î de hêzên me li ser rêya navçeya Qelqelî ya Wanê kontrayekî bi navê Yildirim Demîr ceza kirin. Vî şexsî hevkarî bi dijmin re dikir, dijminatî li nirxên gelê Kurd dikir û weke destê qirêj ê dewletê li herêmê tevlî karê ajan-kontra dibû ku bi nirxên exlaqî û çandî yên civaka me dilîst. Dewleta dagirker û medya wan vî şexsî qaşo weke xebatkarekî komeleyeke alîkariyê pêşkêş kirin, têkildarî sîstema qirêj a ku ew şexs tê de bû nûçeyên derewîn weşand û bi vî rengî hewl dan binixumînin. Dagirkeran piştî çalakiya cezakirinê li herêmê dest bi operasyonekê kirin, lê bêencam man.

LI WANÊ OPERASYONÊN DAGIRKERIYÊ

18'ê Gulanê li qada Aşkîta ya navçeya Elbakê ya Wanê artêşa TC a dagirker dest bi operasyoneke dagirkirinê kir. Ev operasyon heman rojê bi rengekî bêencam vekişiya.

9'ê Hezîranê dagirkeran li qada gundên Paçan û Perez ên navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyona dagirkeriyê kirin. Ev operasyon 10'ê Hezîranê bêencam ma û hêzên operasyonê xwe vekişandin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI METÎNA, ZAP Û GARÊ BARANDIN

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

17'ê Hezîranê saet di 11:30'î de qada Derarê ya herêma Metînayê hate bombekirin. Balafirên şer di 18'ê Hezîranê de (îro) saet 00:30'î qada Kanî Sarkê ya herêma Garê, saet di 02:00 de qada Saca û Çemço ya Zapê hatin bombekirin.

Ji be bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat, lê belê şewat liq ada Sacayê derket."