HPG: Li Geverê 6 cerdevan hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Gever û Çelê daxuyanî weşand. HPG’ê got, ‘Li Geverê 6 cerdevan hatin kuştin’.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parvekir;

LI GEVERÊ 6 CERDEVAN HATE KUŞTIN

“Roja 28’ê Adarê seat 19:00’an de hêzên me wesayîta leşkerî ya ku 6 cerdevan tê de bûn û  qereqola artêşa TC a dagirker ya di navbera gundê Alyawa û Kendalokê ya navçeya Gever a Colemêrgê kir hedef. Derbeke serkeftî li wesayîtê ketû wesayît ji rê derket û derbasî çem bû. 6 cerdevanên di wesayîtê de hatin kuştin. Enqaza wesayîtê heya direngiya şevê dibin kontrola hêzên me de maye.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

Roja 29’ê Adar seat 13:30’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a ku li girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de çeperên dijmin bi serketî hate xistin û radara ku li gir hate derbkirin. Di çalakiyê çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne ne diyare.

Roja 28’ê Adarê hêzên me danê nîvro li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li girê Şungirê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek li dar xist. Di çalakiya serketî ya hêzên me de çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne ne diyare.”