HPG: Li dijî yekîneyên veşartî çalakiyê xurt hatin kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku li dijî ‘Yekîneyên Veşartî’ yên artêşa Tirk çalakiyên pir xurt lidar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên xurt ên li dijî arêtşa Tirk ên li Zagrosan û Amedê lidar xistin daxuyaniyek da:

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA LI ZAGROSAN

“Hêzên me di çarçorveya Pêngava Şehîd Bedaran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li naveyên Gever û Şemzînan ên Colemrêgê bi çalakiyan derbên pir xurt li leşkerên artêşa Tirk dixin.

3’yê Tebaxê saet 07:30’an hêzên me li dijî Qereqola Gêgijnê ya Şemzînanê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ku çeperên dijmin bi awayekî pir xurt hate lêxistin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarê leşkerên Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan bomberdûman kir, di encam bomberdûmanê de li bejahiyê şewat derket.

3’yê Tebaxê hêzên me saet di navbera 21:00’an de wesayîta zirxî ya artêşa Tirk a ku di navbera Qerqola Durê ya girêdayî Şemzînanê û Qereqolên Geverê de dewriye digeriyan kirin hedef. Di vê çalakiya hemû wesayît hatin hedefkirin de, wesayîta zirxî ya kîrpî hate derbkirin, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê bi qasî nîv saetê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

Komekî kontra yên ku ji bo qerqola di navbera taxa Êlde û gundê Serero yê girêdayî navçeya Şemzînanê ku nû tê çêkirin ewlekariya wê bigirin li deverê li girekê bi cih bûne. Hêzên em 3’yê Tebaxê saet 00:00’an li dijî girê ku kontra lê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya girêkontra lê bi cih bibûn hate lêxisitn de, kontra neçar man gir bihêlin û reviyan, di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên kontrayan nehate zelalkirin. Panzera ku ji bo mudaxeleyê hate herêmê jî ji aliyê hêzên me ve hate hedefkirin. Di encama lêxistina xurd de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Artêşa Tirk piştî çalakiuyê bi obus û hewanan devera Dola Bermêşa dest bi operasyonekê kirine.

3’yê Tebaxê saet 10:00’an hêzên me li dijî laşkerên artêşa Tirk ên dagirker ên li Girê Bayê yê girêdayî Geverê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya çeper û konên li gir bi awayekî pir xurt hate lêxistin de, 2 leşker hatin kuşitn û konekî leşker ên ku lê bi cih dibûn hate şewitandin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi hewan û obusan qad bombe kirin.

ÇALAKIYÊN LI AMEDÊ

Hêzên me di çarçovey Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azaf Farqîn û Jînda Ozgur de, li dijî leşkerên artêşa Tirk li navçeya Licê ya Amedê li çalakiyên xurt lidar xistin.

31’ê Tîrmehê artêşa Tirk piştî li herêma Şehîd Kawa ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê operasyon bi dawî kir li herêmê yekîneyên veşertî bi cih kirine. Hêzên me van yekîneyên veşartî xistin di bin kontrola xwe de, 2’yê Tebaxê saet 19:50’an li herêma Malêgir ê girêdayî Farqînê hêzên me we kirin hedef. Di lêxistin ji nêz ve bi qasî hate zelalkirin 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî ji herêma şer rakirin.

28’ê Tîrmehê hêzên me li navbera gundên Dêrxust ê Sîsê yekîneyekî veşartî ya dijmin ku kemîn datîna kirin hedef û 31’ê Tîrmehê saet 16:00’an çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi awayekî pir xurt çeperên dijmin hate lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiiyê yekîneyên veşartî ji qadê reviyan, helîkopterên kobra yên Tirk jî qad bomberdûman kirin.”