HPG: Li Colemêrg û Lêlîkanê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"23'ê Nîsanê saet 13'an, hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li mintiqeya Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû çalakiyek kirin. Bi derbên xurt, herî kêm 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Êvara 22'ê Nîsanê hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkan ê Başûrê Kurdistanê bi cih bû çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

23'ê Nîsanê saet 11'an, hêzên me li newala Elî Dirêj a li heman herêmê li dijî dagirkeran çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin."