HPG: Li Colemêrg û Agiriyê 1 jê payebilind, 13 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li Colemêrg û Agiriyê ji nêz ve li artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiyan de ku yekîneyên xef bûne hedef, yek jê payebilind 13 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Geverê ya Colemêrgê û Bazidê ya Agiriyê daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê li Geverê 3 û Bazidê 10 leşker hatin kuştin. Hate gotin li Geverê, di şer de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

LI GEVERÊ ÇALAKIYA JI NÊZ VE: 1 JÊ PAYEBILIND, 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê bi berfirahî derbarê çalakiyan wiha agahî da;

‘’Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agriî 9’ê Hezîranê saet 16.30’an hêzên me li Gever a Colemêrgê, li girê Şehîd Gafûr li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirer çalakiyek hate kriin. Hêzên me ji nêz de li yekîneya dijmin xistin û 1 jê payebilind 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov operasyon li qadê dane destpêkirin.’’’

‘GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA’

‘’Dema operasyonê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şer derket. Di vî şerî de hevalekî me yê ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirî şehîd bûye. ‘’

‘LI BAZIDÊ WESAYITA LEŞKERÎ HATE RÛXANDIN, YEKÎNETA XEF DERB XWAR, 10 KUŞTÎ’

‘’Bi çarçoweya Pêngava Serfiraziya Şoreşger hêzên me 6’ê Hezîranê saet 13.00’ê li Bazida  Agiriyê, li dijî wesayiteke leşkerî ya re oku ber bi qeroqal Kozilî ve diçû, çalakiyek kirine. Hêzên me ji nêz ve derb li vê wesayitê dane û wesayit  rûxandine. Di vê çalakiyê de, hate tespîtkirin ku 10 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek jê birîndar bûne. Hêzên dagirker ber bi êvarkî ve bi helîkoptêrên kobray û skorskyê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.’’