HPG: Li Colemêrg û Şirnexê 9 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a li Colemêrg û Şirnexê de bi kêmanî 9 leşker hatine kuştin.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:

LI STÛNA 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN 4 JÎ BIRÎNDAR BÛN

“26’ê Tîrmehê di saetên sibê de artêşa TC’ê ya dagirker li devera Stûna ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi desteka kontrayan li herêmê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye. Di vê operasyonê de şer di navbera hêzên me û artêşa TC’ê de qewimî. Di vî şerî de 2 leşker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Hevrêyên me yên bi navê Delîl û Şervan ên bi lehengî li dijî yekîneyên dagirkeran şer kirin şehîd bûn.

LI GIRÊ KOORDÎNE LI ÇEPER Û KOZIKAN HATE XISTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronaya de 11’ê Tebaxê saet 18:00’an li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndarkirin nehate zanîn.

LI GIRÊ XEREGOL ÇEPEREK HATE RÛXANDIN LEŞKEREK HATE CEZAKIRIN

Dîsa di çarçoveya pêngavê de Yekîneyên KBDH’ê 12’ê Tebaxê li Girê Xeregol ê girêdayî Çelê li dijî yekîneyên dijmin çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de ku çeper û kozikên dijmin hatin hedefkirin, çeperek hate rûxandin, leşkerek hate cezakirin.

LI CÛDÎ LI YEKÎNEYA DAGIREKRAN HATE DYAÎN, 6 DARIGERK HATIN CEZAKIRIN

Hêzên me 11’ê Tebaxê saet 19:00’an, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li devera Kêre Eynika ya girêdayî Herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve li dagirkeran hate dayîn, 6 leşker hatin cezakirin, leşkerek jî birîndar bûye. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye.

DI BOMBERDÛMANA LI WANÊ DE 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛNE

11’ê Tebaxê saet derdorî 02:00’an de artêşa TC’ê li devera Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonekê kiriye. Artêşa TC’ê heta sibehê dever bombe kiriye, di vê bomberdûmanê de hevrêyên me yên bi navê Destan û Rêber şehîd bûne.”