HPG: Li Başûr 13, li Bakur yek jê kontra 5 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de yên ji 9 heta 13'ê Gulanê, li Başûrê Kurdistanê 12, li Bakur jî yek jê kontra 5 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 12 û 13'ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin:

LI GEVERÊ STARGEHEKE LEŞKERÎ HATE RÛXANDIN

12'ê Gulanê saet 15'an, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Bager ê navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de stargeheke dijmin hate rûxandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

12 LEŞKERÊN TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HATIN KUŞTIN

Çalakiyên ku roja 13'ê Gulanê hatin kirin;

Hêzên me saet 09:50'î li dijî leşkerên dagirker ên li ser Girê Sîro yê li herêma Bermîzê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me yên YJA Starê saet 10'an li artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me saet 13:50'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê çalakiyek kirin. Derbên giran li kozikên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Hêzên me saet 19'an li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê.

Saet 12:30'î hêzên me li mintiqeya Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de 9 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker li dû çalakiyê obus û hawanan avêt herêmê.

Hêzên me yên YJA Starê saet 20:40'î li dagirkerên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê xistin. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Saet 14'an, hêzên me li dijî qereqola Serêsêvê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derb li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

LI ÇELÊ, KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

Hêzên me, şexsê bi navê Kadîr Aslan ê ku bi artêşa TC a dagirker re dixebitî, xiyanet li nirxên gelê me dikir, karê kontra dikir û rola xwe di şehadeta hevalên me de hebû, demeke dirêj şopandin û 10'ê Gulanê li nêzî gundê Talê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ceza kirin. Hêzên me dest danîn ser debance û 2 şarjorên vî şexsî.

LI ÇEPERÊN LEŞKERÎ YÊN NAVBERA ŞIRNEX Û WANÊ HATE XISTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de, hêzên me roja 13'ê Gulanê saet 15:10'an li dijî artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Girê Peşu ya navbera Şirnex û Wanê bi cih bûbû, çalakiyek kirin. Bi xurtî gule li çeperên dijmin hatin reşandin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

LI DIJÎ BENDA KONTROLÊ YA NAVBERA ÇEWLIK-AMEDÊ ÇALAKÎ HATE KIRIN: 2 LEŞKER MIRIN

12'ê Gulanê saet 12:30'î hêzên me li nuqteyeke kontrolê ya artêşa TC a dagirker xistin ku li ser rêya Amed û Çewlikê kontrola rê dikir. Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin.

YEKÎNEYA VEŞARTÎ BÛ HEDEF

8'ê Gulanê saet 19'an hêzên me li qada Apê Mûsa ya navçeya Licê ya Amedê li yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker xistin. Ji cihekî nêz ve li yekîneya dijmin hate reşandin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

LI HERÊMA NAVBERA LICÊ Û HÊNÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

9'ê Gulanê saet 07:30'î, hêzên me li qada Şehîd Rojhat a navbera navçeyên Licê û Hênê, li yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker xistin. Derbên xurt li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû."