Êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin didome.
Gerîlayên HPG/YJA Starê bi çalakiyên xurt bersiva êrîşan didin. Dagirkerên li Werxelê ku dixwestin bi pêşve biçin bûn armanca çalakiya gerîlayan. Li wir 12 dagirker hatin cezakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) wiha ye:
“18’ê Nîsanê di Saet 09:40’an de hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkerên ku xwestin li qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi pêş ve biçin xistin. Di encama çalakiya hêzên me de 12 dagirker hatin cezakirin.”