HPG: Li Şirnexê leşkerek û li Çewlikê jî kontrayek hate kuştin

Di çalakiya gerîlayên HPG’ê yê ya li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Şirnexê de leşkerek hate kuştin û li Çewlikê jî kontrayek hate cezakirin. HPG’ê navê kontra jî eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku li girê Şerefiyê yê Şirnexê di çalakiya sekvaniyê de leşekrek hatiye kuştin. HPG’ê da xuyakirin ku li gundekî girêdayî Sancak a Çewlikê jî kontrayê bi navê Ahmed Nebî ceza kirine, her wiha wê piştre têkildarî şerê dijwar ê li Girê Darlitepeyê jî agahiyan parve bikin.

ÊRÎŞA SEKVANÎ

Navenda HPG’ê got: “Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Besayê 7’ê Tebaxê saeat 07.30’an li Şirnexê, li girê Şerefiyê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyeke sekvanî hate kirin. Di vê çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.”

HPG’ê ev agahî dan:

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

“Her wiha bi çarçoweya pêngava şoreşger 28’ê Tîrmehê saet 22.30’an li Şirnexê, li nêzî gundê Deywanê li dijî xeta rageşiya zêde Ya bendava Ilisûyê çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de xeta rageşiya zêde hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê li qadê artêşa TC’ê ya dagirker operasyonek daye destpêkriin û 1’ê Tebaxê bê encam vekişiyaye.

KONTRAYEK HATIYE CEZAKIRIN

5’ê Tebaxê saet 20.30’an li Çewlikê, li nêzî gundê Melkan a bajaroka Sancakê kontrayekî bi navê Ahmet Nebî ji hêla hêzên me ve hatiye cezakirin. Hêzen me dest li ser demanceya li ser vî kontrayî daniye.

ŞER

5’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li derdora gundê Darlitepe ya Çewlikê bi desteke balafirên keşfê ya bêmirov li qadê operasyon daye destpêkirin. 6’ê Tebaxê berê sibehê di navbeyna hêzên me û yekîneyên veşartî yên dagir de şer derketiye. Di mawaye operasyonê de hêzên dagirker bi helîkoptêrên bi navê kobrayê li derdorê reşandiye. Ev operasyon heman rojê nîvrokî ji qadê xew kişandiye. Derbarê operasyonê agahiyên berfireh piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

8’ê Tebaxê saet 18.30-19.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker girê Şer ê herêma Qendîlê ya Qadên Parastina Medyayê bombe kirin.”