HPG: Li Şemzînanê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Şemzînan û Qilabanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

LI ŞEMZÎNANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de roja 9'ê Hezîranê saet 18:30'î li herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li dijî artêşa TC a dagirker ku li geliyê Girana rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ji nêz ve derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 leşker hatin kuştin.

7'ê Hezîranê saet 10'an, hêzên me li qereqola Serbend a li navçeya Qilaban a Şirnexê xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

9'ê Hezîranê, artêşa TC a dagirker li derdora gundên Şapatan û Serero yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Operasyon 10'ê Hezîranê serê sibehê bi rengekî bê encam qediya.

ÊRÎŞA BI BALAFIRÊN ŞER

Artêşa TC bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Li gorî vê yekê; 8'ê Hezîranê saet navbera 13:00-15:00 qada gundên Şerane, Sarkê û Bakirman ên herêma Gareyê, 9'ê Hezîranê saet 23'an geliyê Ermuş ê herêma Xakurkê, 10'ê Hezîranê saet 01:15'an derdora gundê Sitê yê herêma Zapê bûn hedefa bomberdûmana balafirên şer."