HPG: Li Îdirê droneyek hate xistin

Li qada Kirê Kor ê Îdirê droneyek ji aliyê gerîlayan ve hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 20’ê Mijdarê de saet di 20.00’an de li qada Kirê Kor a Îdirê hêzên me droneyek keşfê xistine.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.

Di 20’ê Mijdarê de saet di navbera 10.00 û 11.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Dola Botê ya Qendîlê, Gelîyê Goşînê û Çil û Çar a Xakurkê bomberdûman kirine.

Di êrîşa hewayî ya li ser Xakurkê de 4 hevalên me şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre werin eşkerekirin.”