HPG li Çelê li hêzên dagirker xist: 4 mewzî hatin rûxandin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li Çelê ya Colemêrgê li girekî li leşkerên Tirk xistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 4 kozik hatine rûxandin û 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê got, ‘’9’ê Sibatê saet 14.00’an hêzên me li Çelê ya Colemêrgê li girê Xeregolê li dijî leşkerên artêşa T.C ya dagirker çalakiyek kirine.’’

HPG’ê diyar kir ku êrîşeke giran bi ser kozikên leşkerên Tirk de birine û got, ‘’Bi vê çalakiyê re 4 kozikên wan hatine rûxandin, di kozikekê de şewat derketiye.’’

HPG’ê got, ‘’Di çalakiyê de berbiçav 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker qad daye ber obûs û hawanan.’’