HPG: Li Çelê derbên giran li hêzên dagirker hatin xistin

HPG'ê diyar kir ku roja 28'ê Kanûnê li herêmên Petrut, Xeregol û Koordîne yên navçeya Çelê ya Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk hatine xistin. Hat ragihandin, di çalakiyan de 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên 28'ê Kanûnê ku li navçeya Çelê pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Saet 09:20'î hêzên me bi derbên xurt li leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Cûdî yê li herêma Petrutê bûn, xistin. Di çalakiyê de çepera hêzên dijmin bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tesp3ıtkirin 3 leşkerên dijmin mirin.

Saet 10:20'î helîkoptereke bi tîpa Skorsky û komek ji leşkerên dijmin ên dagirker xwestin leşkerên xwe yên mirî û birîndar ên li ser girê Şehîd Cûdî rakin. Hêzên me li van jî dan. Derb li helîkoptera Skorsky ket û leşkerek jî hate kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdorê.

Saet 09:30'î hêzên me li çeperên dijmin ên li ser girê Koordîne xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiya bi bandor de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Hêzên me heman rojê saet 10:30'î li dijî yekîneyên dijmin ên li ser girê Xeregolê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên bi bandor li stargeh û çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 3 leşker mirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî vê çalakiyê jî obus û hawan avêtin derdorê.

BI GIŞTÎ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di encama van çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 8 leşker mirin, 2 leşker birîndar bûn û derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin."

ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên bi balafirên şer ên artêşa Tirk ev agahî da:

"28'ê Kanûnê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

Saet 10:20'î Cîloya Biçûk a herêma Zapê, saet 10:30'î jî qada Mİslokê ya herêma Xakurkê hatin bombekirin."