HPG: Li Çelê, Barzan û Lêlîkanê 7 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encama çalakiyên li herêmên Lêlîkan û Barzan ên Başûrê Kurdistanê û li navçeya Çelê ya Colemêrgê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, herî kêm 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, li dijî artêşa TC a dagirker ku axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye çalakî li dar xistin:

28'ê Nîsanê saet 12:45'an, hêzên me li çeperên artêşa TC a dagirker ên li Tepê Şundirê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehat tespîtkirin.

29'ê Nîsanê saet 13'an, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar zelal nebû.

Heman rojê saet 16:15'an, hêzên me li dijî hêzên li ser girê Lêlîkanê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

30'ê Nîsanê, hêzên me yekîneyeke dijmin a li nêzî girê Bayrak ê li herêma Barzanê tevdigeriya şopandin. Piştî demekê, saet 04:20'î li vê yekîneyê dan. Ji cihekî nêz ve derb li yekîneya dijmin hatin xistin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

Di daxuyaniya xwe ya 28'ê Nîsanê de me ragihandibûn ku 26'ê Nîsanê saet 13'an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Tepê Sor ê ser bi tabûra Deştanê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de li gorî agahiyên hatin bidestxistin 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn."