HPG: Li 2 helîkopterên Kobra hate xistin, 22 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ku li ser Heftanînê dike, berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de derb li 2 helîkopterên Kobra hate xistin û 22 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê berxwedana li dijî êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li dijî tevgera dagirker a ku artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Heftanînê li dar xistiye, berxwedana dîrokî ya hêzên me didome. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî dagirkeran çalakî li dar xistine û derbên giran li dijmin dane. Agahiyên berxwedana dîrokî wisa ye:

22 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 18’ê Hezîranê de saet di 22.00 û di 19’ê Hezîranê de saet di 14.30’an de hêzên me li Girê Şehîd Adar li dijî yekîneyên dijmin 2 çalakî li dar xistine. Bi teknîka sabotajê û bi çekên ferdî ev çalakî hatiye lidarxistin û 11 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Di 19’ê Hezîranê de saet di 10.45’an de hêzên me yekîneyên dijmin ên ku hewl didan ji Girê Şehîd Hemze yê girêdayî Girê Partîzanê ber bi Girê Qesrokê biçin, xistine bin konrolê û çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji nêz ve li yekîneyên dijmin xistine û li vê derê 11 leşkerên dijmin kuştine. Di vê çalakiyê de rêhevala me Amara heta fîşeka xwe ye dawîn şer kiriye û şehîd bûye. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopteran qad bomberdûman kiriye. Hêzên me li helîkopteran dane û helîkopter neçar mane ku ji qadê vekişin.

Di heman rojê de di dahnê nîvro de hêzên me leşkerên li Girê Şehîd Bêrîvan xistine bin kontrola xwe û çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li yekîneya dijmin xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

DERB LI 2 HELÎKOPTERAN HATE XISTIN

Di heman rojê de saet di navbera 20.00 û 21.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker û helîkopteran li qada Xantûrê dane. Hêzên me li helîkopterên qadê dane û derb li helîkopterekê dane. Dîsa saet di navbera 20.00 û 00.00’an de helîkopteran hewl dane qadê bomberdûman bikin, ev helîkopter jî bûne hedefa hêzên me. Li vê derê jî hêzên me derb li helîkopterekê dane. Hêzên dagirker ên ku derb xwarine, neçar mane ku ji qadê vekişin.”

WESAYÎTA LEŞKERÎ TEVÎ LEŞKERÊN TÊ DE HATE ÎMHAKIRIN

HPG’ê derbarê çalakiya li Çelê jî agahî da û got ku “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me di 18’ê Hezîranê de saet di 14.00’an de li wesayîteke tîmên taybet dane. Ev wesayît ji Girê Şehîd Bager a Çelê ber bi Girê Şehîd Rêber ve diçû. Bi xurtî li vê wesayîtê hate xistin, ev wesayît îmha bû û 5 leşkerên tê de mirin.”