HPG: Ji bo bîranîna Şehîd Helmet gerîlayan rêze çalakî kirin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk de 1 jê serperl, 1 çawîş gelek leşeker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku gerîlayên HPG’ê û YJA Star ji bo bîranîna Şehîd Helmet bi rêze çalakiyên kirin derbên xurt li artêşa Tirk dan.

HPG’ê ev agahî parve kir.

“Di 5’ê Tîrmehê de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Qada Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hevkariya sîxurên li herêmê êrîşek kirine. Di vê êrîşê de endamê Konseya Serokatiya KCK’ê rêheval Helmet û hevrêyên me Şahîn û Dewran şehîd bûne.

Hevrê Helmet di nav refên PKK’ê de 25 salan têkoşiyaye û di nav partiya me PKK’ê de xwedî cihekî girîng e. Hevrê Helmet ji bo azadî û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd hemû peywirên xwe yên şoreşger li ser xeta milîtaniya Apoyî domandiye û bûye xwediyê kedeke hêja.

Ev êrîş li dijî xeta Rêbertiyê û yekîtiya neteweyî ya gelê me hatiye kirin. Hevrê Helmet, fermandarekî  me yê pêşeng e û têkoşîna wî ya ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê têkoşîneke bi qîmet e. Wê teqez hesabê vê êrîşê were pirsîn a ku bi hevkariya sîxurên dewleta Tirk hatiye kirin.

Li ser vî esasî em fermandarê mezin hevrê Helmet (Dîyar Xerîb Muhammed) û Hevrêyên hêja şehîd Şahîn û şehîd Dewran bi hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û ji gelê Kurd re dixwazin.

Li hemberî vê êrîşa bêbext hêzên me ji bo bibîranîna rêheval Helmet, hevrê Şahîn û hevrê Dewran li gelek qadan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt li dar xistine.

GERÎLYAN ÇALAKIYEKE YA SABOTAJÊ KIRIN: 1 JÊ SERPEL Û ÇAWÎŞEK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 9’ê Tîrmehê de saet di 08.00’an de hêzên me li du kamyonên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker dane yên ku ji Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê diçûn qada Tepê Xwedê ya li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çalakiyê de wesayîteke dijmin hatiye îmhakirin û wesayîta din jî derbên giran xwariye. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin serbazek û efserek hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan û helîkopteran li qadê dane û leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Di çarçoveya pêngavê de di 8’ê Tîrmehê saet di 19.40’an de li qada Deriyê Cafer a Gevera Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker ev demek e di têketina Qelqeliya Wanê bendeke kontrolê ava dike. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ya ku li Botanê didome, li polîsan dane yên ku ewlekariya vê avahiyê dikin. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatine kuştin û 3 polîs jî birîndar bûne.

Hêzên me yên ku ev her sê çalakî li dar xistine, bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

LI GEVERÊ OPERASYONA HATÎ DESTPÊKIRIN DIDOME

5’ê Tîrmehê di saetên sibê de artêşa Tirk a dagirker li gundê Berdereş, Babawa û Sêguza ya dikeve herêma Geliyê Doskê ya girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiriye. Operasyona li herêmê hatibû destpêkirin hê jî didome.

DI ŞERÊ LI HETAYÊ DE HEJMARA LEŞKERÊN TIRK ÊN HATIN KUŞTIN NEHATE ZANÎN

1’ê Tîrmehê artêşa TC’ê li bejahiya navçeya Dortyolê ya Hatayê dest bi operasyonekê kiribû. 2’yê Tîrmehê hêzên me di navbera zozanên Tokdag û Ovacikê de, rastî yekîneyeke ya dijmin hatiye û li vir şer qewimiye. Di vê şerê dijwar de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin. Hevrêyekî me li dijî yekîneya dijmin heta guleya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bûye.

OPERASYON BI YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ DIDOME

Heman rojê saet 17:30’î hêzên me li dijî yekîneyeke ya operasyonê çalakiyek kiriye. Di vê çalakiya bi dijwarî li yekîneya dijmin hate xistin de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. 8’ê Tîrmehê operasyona bi qismî ji herêmê vekişiya, kemînên yekîneyên veşartî ya li herêmê didomn. Wê piştre nasnameya hevrêyê me yê di opersyonê de şehîd bûye bi raya giştî re bê eşekerkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

7’ê Tîrmehê saet derdorî 16:30’î artêşa TC’ê li derdora zozana Yunsûn a girêdayî navçeya Kirikhan a Hatayê êrîşeke hewayî pêk anîn. Di vê êrîşê de ti ziyan bi yekîneyên me nebûne.

MEDYAYA ŞERÊ TAYBET DEV JI DEREWÊN XWE BERNADE

Medyaya şerê taybet a TC’ê di operasyonê pêk hatî de ragihande ku 3 hevrêyên me şehîd bûne, nûçeyên derew belavkirine. 2’yê Tîrmehê di şerê rû dayî de ji derveyî şehîdbûna hevrêyekî me ti windahiyên hêzên me tinene.

HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ TÊN BOMBE KIRIN

9’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Stûna ya girêdayî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 09:00’an li gel derdora gundê Şilane ya girêdayî herêma Metîna devera Xantûrê jî saet 19:00’an bombe kiriye. Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me, her wiha ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên li herêmê.