NÛ BÛ

HPG: Heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên azadiyê bûn

HPG’ê 5 gerîlayên ku şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got “Li hemberî her cure êrîşan hevrêyên me bi îrade û biryardariyeke mezin a Apoyî têkoşiyan û heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên azadiyê man.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ev agahî da:

“Li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku berxwedaneke destanî lê pêk tê, artêşa Tirk a dagirker di sê salên dawîn de êrîşên giran dike. Di van êrîşên da hevrêyê me Zagros ê ku yek ji milîtanê pêşeng ê gerîlatiya serdema nû ya di serê sala 2023an de, hevalên me Darav, Egîd û Salar di sala 2022’an de û hevalê me Cûdî jî di sala 2021’an de şehîd bûye.

Hevrêyên me, ku her yek ji wan weke milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê ne, li dijî hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên me, bi îradeyeke bilind û biryardariya Apoyî şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê man û nemir bûn.

Malbatên hêja yên hevalên me Zagros, Darav, Egîd, Cûdî û Salar di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên Kurdistana azad a şehîdên xwe pêk bînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Zagros Çekdar

  Nav û paşnav: Mesût Celal Osman

  Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê

  Navê dê û bav: Zerga - Celal

  Dîrok û cihê şehadetê:  2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Darav Feraşîn

  Nav û paşnav: Bedirxan Abî

 Cihê jidayikbûnê: Colemêrg  

  Navê dê û bav: Hamra – Şehmûs

  Dîrok û cihê şehadetê:  2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Egîd Gever

  Nav û paşnav: Yilmaz Bayram

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Edîbe - Alî

  Dîrok û cihê şehadetê:  2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Cûdî Berxwedan

  Nav û paşnav: Abdulselam Yildiz

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Maşallah  - Hamît

  Dîrok û cihê şehadetê:  2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Salar Atakan

  Nav û paşnav: Mûrat Asan

 Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn  

  Navê dê û bav: Sûphiye – Mehmet Salîh

  Dîrok û cihê şehadetê:  2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ZAGROS ÇEKDAR

Hevrêyê me Zagros li bajarê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz a ku Rêber Apo, tevgera Apoyî û kadroyên pêşeng nas dikir de mezin bû û bi tevgerê re girêdayî bûn. Ji ber vê yekê ji zarokatiya xwe ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir û di nava vê têkoşînê de mezin bû. Kiryarên rejîma BAAS’ê ku hebûn, ziman û nasnameya gelê Kurd ji nedîtî ve dihat, di nava hevrêyê me Zagros de bû sedem ku lêpirsînên kûr çêbibe û li nasnameyeke xurt bigere. Hevrêyê me yê ku li ser esasê vê lêgerîn û lêpirsînê dest bi têkoşînê kir, cihê xwe di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de girt. Hevrêyê me Zagros dizanibû ku li Kurdistanê heke hêzeke bêyî partî û bêyî pêşeng tunebe wê pelek jî nikaribe bilive, ji ber vê wî bi hebû hêza xwe xwest ciwanên Kurd rêxistin bike û wan ji bo têkoşînê seferber bike. Di sala 2010’an de tevlî nav tevgera Apoyî bû û soza şoreşgerbûna profesyonel da. Hevrêyê me Zagros bi zanebûna ku hêza herî birêxistinkirî wê di pêvajoyek ku bihara gelan li Rojhilata Navîn pêş dikeve de geşedanên herî mezin ên şoreşgerî pêk bîne, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Çû xaka ku lê ji dayik bûye û ji bo azadiya civaka ku lê mezin bûye, xebitiye. Bi xwe bû şahidê pêkanîna Şoreşa Azadiyê ya Rojava û di heman demê de bû yek ji şoreşgerê ku ev Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk anî. Di nav ciwanên ku hêza herî dînamîk û pêşeng a civakê ye, hemû peywir bi evîndarî pêk anî. Li ser esasê rêxistinkirina hemû gelên Rojavayê Kurdistanê, ji gelê Kurd heta gelê Ereb di nav rêxistinkirinê de cih girt. Bi feraseta neteweya demokratîk ku jehrkuja nijadperestiyê ye, li her dera Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşiya.

Ji bo erka xwe ya pêşengiyê bi bandortir bi cih bîne, di paradîgmaya Apoyî de kûr bibe, ji pirsgirêkên têkoşînê re çareserî bê dîtin, şerê zayendî û çînan bi bandortir bimeşîne, tevlî perwerdehiya Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan bû. Hevrêyê me Zagros ku bi kûrbûna di îdeolojiya Apoyî de xwe bigihîne asteke girîng a zanist û tecrubeyê, di nava akademiyê de bi xurtî cih girt. Her ku lêkûrbûnên wî zêde bûn, bi zanyarî û danheviya xwe rê li ber pêşveçûna hevalên xwe jî vekir.

Hevrêyê me Zagros ku di sala 2015’an de derbasî qada leşkerî bû, bi kesayeta xwe ya şoreşgerî zû bû fermandar û di nava Partiyê de asteke girîng bi dest xist. Di piraniya pêngavên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt. Carekê li Helebê bi guleya li serê xwe bi giranî birîndar bû, carekê jî li Reqayê bi parçeyekî şarapnelê ji bedena xwe birîndar bû. Lê her carê bi coş û kelecaneke mezin, sax bû û vegeriya ser erka xwe. Di pêngavên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin, di hemû astan de cih girt. Ji şervantiyê bigire heta fermandariya tîmê, herêm û eyaletê di her astê de cih girt. Fermandarekî leheng bû ku çanda rêxistinî di kesayeta xwe de cih digirt, disîplîna leşkerî di her kêliya jiyana xwe de serwer dikir. Li qada ku lê bû di warê avakirina kontrol û pergalê de pêşengtî kir, exlaq û rêveçûna rêxistinê serwer kir. Fermandarê me Zagros fermandarekî mînak bû ku bi karakterê xwe yê mutewazî û nefsbiçûk, bi şêwaza avaker û analîtîk karîbû ji her pirsgirêka hevrêyên xwe re çareseriyê biafirîne. Ji bo ku ciwanên Ereb perwerde bibin, xwe rêxistin bikin û axa xwe biparêzin alîkarî da. Di vî warî de roleke mezin lîst.

Hevrêyê me Zagros li ser axa ku jê dayik bûbû ji xebatên ciwanan heta şervantiya wêrek, ji fermandariya tîmê heta fermandariya eyaletê, gelek peywir bi cih anî. Bi aramiya ku pratîkeke layiqî gel û welatê xwe be, di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bû. Ji bo ku hem zanebûn û tecrubeya xwe par ve bike û di heman demê de ji bo ku tarza têkoşîna li çiyayan zeft bike, Li Akademiya Hakî Karer perwerde bû. Li vir jî bi kesayeta xwe ya gihîştî û bi helwesta xwe ya pêşeng îspat kir ku ji erkên girîng re amade ye, hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Zagros ku pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir, li Herêmên Parastinê yên Medyayê weke fermandarekî ku wê di serdema nû de rola xwe bilîze û lezê bide têkoşîna me ya azadiyê, di asta endamtiya fermandariya eyaletê de cih girt û heqê berpirsyariya xwe da. Hevrêyê me Zagros di xebat û peywirên taybet de cih girt û bûye yek ji fermandarê mînak ku heqê xebatên xwe daye.

Hevrêyê me Zagros di sala 2023’an de dema li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser erka xwe bû, di êrîşa dijmin de şehîd bû.

DARAV FERAŞÎN

Hevrêyê me Darav li zozanên Feraşînê, di malbateke ji eşîra Gewda ya welatparêz de hatiye dinê. Lê belê di encama zext û zordariya dewleta Tirk a qirker a mêtinger de gundên wan hatin şewitandin û gelê me yê zozanên Feraşînê bi darê zorê hatin koçberkirin. Bi malbata xwe re li taxa Xaçort a Wanê, di nava atmosfereke welatparêziyê de mezin bû. Welatparêziya eşîra Gewda û taxa Xaçortê di kesayeta hevrêyê me Darav de bi bandor bû. Di temenekî ciwan de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, bi têkoşîna bênavber a hebûn û azadiya gelê xwe haydar bû. 11 salan li dibistanên fermî yên Tirkan xwend, lê paşê dema ku pê hesiya ku van dibistanan ji bilî asîmîlekirina Kurdan tu roleke wê tune, dev ji dibistanê berda. Şehadeta xalê wî hevrê Darav Feraşîn ku di sala 2006’an de li Bestayê, şehîd bû, vê şehadetê bandoreke xurt li ser wî kir û bû sedem ku têkoşînê ji nêz ve nas bike. Di wê baweriyê de bû ku pêwîst e li ser şopa şehîdan be, çekên şehîdan li erdê neyê hiştin û divê têkoşîn were geşkirin. Hevrêyê me Darav ku bi vê baweriyê dest bi têkoşînê kir, di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, beşdarî çalakiyan bû û di serhildanan de cih girt. Li Taxa Xaçortê bû yek ji generalên biçûk ên ku nedihiştin dijmin derbas bibe û wî pêşengtî ji serhildanan re kir. Komîteyên ciwanan ava kir û di rêxistinkirina ciwanên Kurd û tevlîbûna têkoşînê de,erk stend. Di sala 2011’an de dema ku şerê me yê gel ê şoreşgerî pêngaveke girîng bi dest xist, wî berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nav refên gerîlayan bû û navê xalê xwe yê şehîd bi dest xist.

Hevrê Darav ku li zozanên Feraşînê ku lê ji dayik bû tevlî gerîla bû, tevlîbûna xwe ya gerîla weke jidayikbûna xwe ya duyemîn nirxand. Piştî demekê li Feraşînê ma, berê xwe da Zapê. Li vir perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê dît û li Zapê tecrube bi dest xist. Hevrêyê me Darav ê ku mîrateya berxwedanê ya dîrokî ya Zapê û tecrubeya mezin a gerîlatiyê û erdnîgariya wê ya serhildêr weke dibistaneke mezin a gerîlatiyê nirxand. Ew hîn bû ku li ser xwe be û xebatên encamgir bike. Di çalakî û amadekariyên binesaziyê de cih girt, fêr bû ku divê têkoşîn çawa were rêxistinkirin. Wî di warê îdeolojîk de jî bala xwe da ser kûrbûn û pêşveçûnê. Wî bi hezkirineke mezin îdeolojî û felsefeya Rêber Apo xwend û fêm kir. Ji bo bibe şoreşgerekî serkeftî ya ku mirov dibe heyraniya milîtaniya Apoyî, wî gavên mezin avêt.

Di sala 2013’an de çû Qendîlê û li wir pratîka xwe domand. Ew heta salaan li 2015’an li Qendîlê ma. Paşê çû Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan û li wir perwerde bû. Hevrê Darav pêvajoya perwerdehiya sîstematîk û konsantrasyonê bi xurtî nirxand û xwe ji erkên serdema nû re jî amade kir. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, parêzvaniya kadroyên pêşeng ên Partiya me kir û berpirsyariyên mezin wergirt. Wî ji nêz ve dît ku partiya me PKK Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çawa dimeşîne, têkoşîna xeta rêxistinî çawa didomîne û dît ku paradîgmaya Apoyî çawa dikeve pratîkê. Wî ev serdem wekî qonaxeke girîng a jiyana xwe ya têkoşînê dît, meşa xwe ya şoreşê xurttir kir.

Hevrê Darav di pêvajoya ku gelê me yê Êzidî yê bindest bi êrîşên qirker ên faşîst ên DAIŞ'ê re rû bi rû hat û rastî komkujiyeke mezin hat, bû yek ji milîtanên fedayî yên Apoyî yên ku rahiştin çekên xwe û çûn Şengalê. Bi cesareta xwe ya mezin, helwesta xwe ya bênavber, îstîxbarata xwe ya pratîkî û hunera xwe ya leşkerî cihê xwe di hemû pêngavên li ser bingeha azadkirina Şengalê de girt. Bû fermandarekî ku di rizgarkirina gelê me yê Êzidî û Şengalê de rolek girîng lîstiye. Hevrê Darav bi rastî, dilnizmî, fedekarî û hevrêtiya xwe ya ji dil bû xwedî helwesteke mînak. Hevrêyê me Darav ku ji kûr ve girêdayî îdeolojiya Apoyî, şehîdan û gel bû, wî di her şert û mercî de nirxên têkoşînê diparast û nirx mezintir dikir. Di nav têkoşînê de wî xwe perwerde kir, di taktîka çekên giran de bû pispor, wî hevrêyên xwe perwerde kir û di têkoşînê de gihişt asteke mezin. Bi hesteke mezin û bêyî hesap tevlî hemû xebatan bû.

 Hevrêyê me Darav ku cewhera gelê Kurd a bi rûmet û leheng, bi îdeolojiya Apoyî re di kesayetiya xwe de kir yek û derxist asta qehremaniyê, dema li ser peywira xwe bû di sala 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû.

EGÎD GEVER

Hevrêyê  me Egîd li Geverê ya ku bi welatparêzî û serhildanan bûye sembol, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di temenekî biçûk de bi dest bi xebatê û karibû li ser xwe be. Di nava gelê me Geverê yê serhildêr de mezin bû û ji ber vê sedemê wî jî karakterekî berxwedêr bi dest xist. Hevrêyê  me Egîd ku faşîzma dewleta Tirk û terora ku li ser gelê Kurd dimeşîne dît û bûye xwediyê hişmendiyeke xurt. Wî tu carî qebûl nekir ku dewleta Tirk a mêtinger û qirker, li ser gelê Kurd dijminatiyê bike û wî ev êrîş qebûl nekir. Bi berteka li hemberî van êrîşên dewleta Tirk kete nav lêgerînê û dest bi têkoşînê kir. Li ser vê bingehê beşdarî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Di birêxistinkirina ciwanan û hêza têkoşînê de rol lîst û beşdarî çalakiyên girîng ên xweparastinê bû.

Hevrêyê  me Egîd di sala 2010’an de gihişte biryardariya ku bibe Gerîlayê Azadiya Kurdistanê û li Cîlo tevlî nava refên me bû. Li erdnîgariyeke dijwar a weke Cîlo ya li Bakur 4 mehan xebatên pratîkî da meşandin. Perwerde û ezmûna xwe ya yekem li Bakur wergirt. Tecrubeyên ku bi pratîkê ve girêdayî ji bo meşa şoreşgerî ya hevrê Egîd bû zemînek. Hevrêyê me piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, hem beşdarî çalakiyên pratîkî bû û hem jî ji bo pisporiya taktîkên gerîla perwerdeya akademîk stend. Hevrê  Egîd ê ku pisporê taktîkên sûîqestê bû, berê xwe da Zagrosê. Li Zagrosê bi taybetî li herêmên Şemzînan û Geverê 5 salan bê navber şer kir. Bi giranî di nava xebatên xweparastinê de cih girt û hewl da xweparastinê ya gelê me xurt bike. Dizane ku hebûna gelên bê xweparastin ti carî misoger nabe, ji bo parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiya wê berdelên mezin dane. Helwesta hevrêyê me Egîd a dilgerm, hestiyar û kesayeta wî ya gelparêz bû sedem ku di gelê herêmê zû û zêde jê hez bike.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de li dijî gelê me û Tevgera me êrîşên qirkirinê yên topyekûn da destpêkirin, gelê me yê welatparêz serî li ber êrîşên dijmin neda û li ser esasê xweparastinê berxwedana xwe bi rêxistin kir. Berxwedana Rêveberiya Xweser a Geverê ku li ser vê bingehê pêş ket, tevî berdêlên mezin jî destaneke berxwedanê ya girîng nivîsand. Ji ber ku gelê me yê Geverê bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû mabû, hevrêyê me Egîd ê ku zarokekî vî gelî bû bi berpirsyariyeke mezin rabû û tevlî vê berxwedanê bû. Hevrê Egîd ku derbasî Geverê bû û cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê de girt, di avakirina YPS’ê de cih girt û bû yek ji fermandarê wê yê pêşeng. Di şert û mercên zehmet ên dîrokê de, zarokên xwedî esl ên Geverê li hemberî artêşeke mezin û teknîkeke şer a mezin bi dilê xwe li ber xwe dan. Hevrê Egîd ku yek ji pêşengên fedaî yên vê berxwedanê bû, tevî ku di pêvajoya berxwedanê de 4 caran birîndar bibû, her carê birînê xwe zû pêça û têkoşîna xwe domand. Hevrê Egîd bi îradeya xwe ya xurt, wêrekî û baweriya xwe ya bi serfiraziyê di şertên herî zehmet de jî têkoşiya.

Piştî vê berxwedanê hevrêyê me Egîd ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li Akademiya Apollo tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Hevrêyê  me Egîd ku bû şahidê berxwedaneke destanî û yek ji pêşengên vê berxwedanê bû, perwerdehî wekî qada hesappirsînê nirxand, li ser qelsî û kêmasiyan sekinî, xwerexneya xwe da û ket nav hewldana helwesteke xurt. Di heman demê de danhevî û tecrubeya ku ji hevalên xwe yên şehîd stendibû, ragihand ji hevalên xwe re û peywireke mezin bi dest xist. Piştî perwerdehiya li akademiyê bi baweriya bilindbûn û serketinê derbasî peywira xwe ya nû bû. Hevrê Egîd ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek erk û berpirsyarî girt ser milê xwe, hemû berpirsyariya xwe, bi serkeftî bi ciha nî. Bi taybetmendiyên xwe yên jîr, jêhatî û pratîkbûnê her xebat bi serkeftî bi cih anî. Bi helwesta xwe ya dîsîplînî ya di xebatên leşkerî de û bi ruhê fedaî meşeke bêyî fikar kir.

Hevrê Egîd ku bi Rêbertî, şehîd, gel û hevrêyên xwe ve girêdayî ye, ti carî dest ji têkoşînê berneda û xwe venekişand. Fermandarekî mînak bû ku her tim dizanibû ku bi afirînerî û jêhatiya xwe di refên herî pêş de be û bi ser bikeve. Hevrêyê  me Egîd dema li ser peywireke girîng bû di sala 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû.

CÛDÎ BERXWEDAN

Hevrêyê me Cûdî Berxwedan li bajarê Şirnexê di malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekir. Bi hestên kevnar ên welatparêzî û cewhera civakî ya xurt a gelê Botanê mezin bû. Hevrêyê me Cûdî piştî 6 salan li dibistana fermî ya Tirk xwend, dibistan berda û weke karker xebitî. Bi çandinî, baxçevanî re mijûl bû û bi keda xwe hînî jiyanê bû. Hevrê Cûdî ku di temenê xwe yê biçûk de li hemberî têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd hişyar bû, li hemberî vê berxwedana bêhempa dûr nema. Eleqedar bû, meraq kir, lêkolîn kir, li destanên lehengên Apoyî yên fedaî yên gelê Botanê guhdarî kir. Hevrê Cûdî ku girêdaneke kûr ji tevgera Apoyî re pêşxist, piştî şehîd Çîçek Kiçî di sala 2011’an de biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Lê belê ji ber temenê wî yê biçûk Partiya me ev daxwaz red kir û nehişt beşdar bibe. Lê belê hevrêyê me Cûdî ku weke gelek ciwanên Botanê yên hêja biryara tevlîbûna nava refên gerîla dabû, ti carî dest ji vê biryarê berneda, sê salan li bendê ma û di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû û hesreta xwe bi cih anî. Li Çiyayê Cûdî tevlî gerîla bû û navê Cûdî li xwe kir.

Hevrêyê me Cûdî ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, yekemîn perwerdeya xwe ya gerîla ya bingehîn li vir dît. Piştî ku rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê hîn bû, zû tevlî pratîkê bû. Bi kesayetiya xwe ya moralê, bi karakterê xwe yê kelecanî û sekna xwe ya bedew bû hevrêyekî ku hevrêyên wî jê hez dikir û hurmet jê re digirt. Bi jêhatîbûna xwe ya di muzîkê de bû rûyê sereke yê şahiyan û moralê û bi dengê xwe yê xweş hestên hevrêyên xwe dixwand. Hevrê Cûdî ku li ser esasê îdeolojiya Apoyî xwe perwerde kir û xwe ji nû ve afirand, zû bi pêş ket. Bê dudilî û bi hesteke mezin a têkoşînê tevlî jiyana PKK’ê bû. Ji bo asta ku di jiyana partiyê de bi dest xistibû di hunera leşkerî de jî bi pêş ve bibe, li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî beşdarî perwerdeyê bû. Li vir ji bo bidestxistina taktîkên gerîla û şêwaza şer a serdemê xwe perwerde kir. Paşê gav bi gav di warê çekên giran de perwerde dît û paşê xwe di taktîkên suîqestê pêş xist. Hevrê Cûdî ku weke gerîlayekî Apoyî armanc kir ku di hemû taktîkên gerîla de pispor bibe û bi vî rengî di tevahî qadan de profesyonel bibe, bi kedeke mezin ve asteke girîng bi dest xist. Hevrê Cûdî bi hewldanên mezin asteke girîng bi dest xist. Bi afirandina karekterên fermandariyê di kesayeta xwe de helwesteke weke erka xwe ya pêşengiyê bi dest xist. Bi vê astê re hevrêyên xwe bi rê ve bir û li akademiyên leşkerî ders da û tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir. Xwe ji perwerdehiya her hevrêyekî xwe berpirsyar didît û bi hesasiyet û kedeke mezin ji bo pêşxistina hevrêyên xwe kedeke mezin da. Hevrêyê me Cûdî ku dizanibû bi xurtkirina hevrêyên xwe re wê mezin bibe, li ser vê bingehê xebitî, di pisporiya gelek hevrêyên xwe de ked da. Hevrêyê me bêyî ku ferq bixe nava karekî, bi pîvanek rastîn a serfiraziyê re ked daye û serketî bû. Bû milîtanekî fedaî, kadroyekî pêşeng û fermandarekî ku karîbû bibe bingeha avakirina wê qadê. Di asta tîmê û taximê de fermandarî kir û her peywirek bi serketî bi cih anî û ti carî baweriya hevrêyên xwe vala dernexist.

Ji bo azadiya tevahiya gelê Kurd, bi taybetî jî gelê me yê Êzidî di qadên cuda de xebitî û têkoşiya. Bi hişmendiya ku xurtkirina xweparastina gelê me ji nan û avê girîngtire tevgeriya û hewl da xweparastina gelê me xurt bike. Li cihên ku bi gelê me re di nav hev de bû, karîbû hezkirin û hurmeta gelê me bi dest bixe. Hevrê Cûdî ku weke ewladekî leheng ê gelê Botanê tevlî nava refên têkoşînê bû, bû fermandarekî ciwan ku bi karakterê xwe yê kedkarî, zîrektiya xwe ya pratîkî, baweriya bi serketinê, biryardarî û keda xwe ya bilind karî bû pispor û profesyonel bibe. Hevrêyê me Cûdî di sala 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû.

SALAR ATAKAN

Hevrêyê me Salar Atakan li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Lê hê 4 salî bû tevî malbata xwe koçî Dîlokê kir û li wir mezin bû. Hevrêyê me Salar ê ji 5 xwişk û birayan mezintir bû, bi hişmendiyeke xurt a exlaqa civakî û welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me 9 salan xwend, lê ji zû de berpirsiyariya malbatê girt ser milê xwe û çû nav kar û alîkariya malbata xwe. Bi hest û hişmendiya welatparêziyê ku ji malbata xwe girtiye, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji zû ve nas kiriye. Bi taybetî bi şehadeta gelek hevrêyên xwe yên zarokatiyê yên di sala 2014'an de di destana Berxwedana Kobanê de û Hecî Lokman Bîrlîk ê di sala 2015'an de li navenda Şirnexê ji aliyê polîsên faşîst ên Tirk ên dijmirovahî ve hate qetilkirin û cenazeyê wî bi wesayîta leşkerî ve hat kaşkirin, bandor li wî kir. Şahidiya komkujiyên hovane yên dewleta Tirk ên di Berxwedana Xwerêveberiyê de ku di navbera salên 2015-2016’an de li Kurdistanê pêş ket, êşa dilê hevrêyê me Salar  û hêrsa li dijî dijmin zêde kir. Li dijî terora mêtinger a dewleta Tirk a qirker a ku bi dijminatiyeke bêsînor êrîşî gelê Kurd dike, biryar da ku têkoşînê bike. Hevrêyê me Salar ku di heman demê de ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi bandor bû, armanc kir ku hewaya şoreşê bêhn bike û bibe şoreşger. Li ser vê bingehê di dawiya sala 2018’an de li ser esasê lêgerîneke xurt li Heftanînê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Salar ê ku di nava bajaran de mezin bû, bi hezkirin û coşeke mezin tevlî jiyana gerîla bû. Hewirdora hevrêtiya ji dil a li nav gerîla, asta wê ya bilind a fedakariyê, têkiliyên wê yên li ser esasê azadiyê û xweîfadekirina azad ku di jina Kurd de hebûna xwe dîtiye, bû sedem ku hevrêyê me Salar coş û kelecaneke mezin hîs bike. Hevrêyê me Salar ku bi vê coş û kelecanê beşdarî pratîka gerîla bû, zû hînê jiyana çiyayî bû. Hevrêyê me Salar ê ku kêfa ferdekî azad di hawîrdora komuna demokratîk de dît, tama azadiyê tam kir. Di çiyayan de hestên bi rûmet ên azadbûna xwe jiya, dît ku biryara rast a tevlîbûna nava refên gerîla bû. Bêyî hesab tevlî jiyana azad a PKK’ê bû û zû xwe pêş xist. Ji aliyekî ve bi wergirtina tecrubeyên leşkerî yên gerîlayan di hunera leşkerî de pêş ket, li aliyê din jî xwe bi îdeolojiya Apoyî perwerde kir. Bi taybetî jî dema ku têgihîna Rêber Apo ya neteweya demokratîk û sîstema konfederalîzma demokratîk fêr bû, gelekî bi kelecan bû.

Hevrêyê me Salar ê ku di qadên cuda de erkên girîng girt ser milê xwe, zanîn û ezmûneke mezin bi dest xist. Bi beşdarbûna xwe ya bênavber û kesayeta xwe ya kedkar asteke girîng bi dest xist. Di akademiyan de perwerdehiya hunera leşkeriyê û pisporiya taktîkên gerîlatiyê dît. Ew di çekên navîn ên otomatîk û taktîkên suîqastê de pispor bû. Hevrê Salar bi hevrêtiya xwe ya rast, samîmî û ji dil, hezkirin û hurmeta her hevrêyekî ku pê re ma bi dest xist û şopên kûr hişt. Kesayetiya wî ya wêrek, cewhera xwe ya ji fêrbûnê re vekirî, zîrekiya bilind, karektera wî ya meraq û afirîner hişt ku di taktîkên gerîla de jêhatî bibe. Ji hevrêyên xwe re pêşengî kir, alîkarî da, manewiyata wan xurt kir û pêşengî kir. Bi van taybetmendiyên xwe bû fermandarekî tîmê yê mînak. Hevrêyê me Salar bû fermandarekî ciwan ku di têkoşîna me ya azadiyê de soza siberojeke ronî da, di encama qezayeke bêtalih a sala 2022'yan de gihîşt şehadetê."