HPG: Gerîlayên li Tetwanê şehîd bûne bibîr anîn

HPG’ê 3 gerîlayên li navçeya Tetwan a Bedlîsê di 27’ê Tîrmehê de şehîd bûbûn bibîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 3 gerîla di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a 27’ê Tîrmehê li navçeya Tetwan a Bedlîsê pêk hat de şehîd bûne.

HPG’ê ev agahî da: “Di êrîşa hewayî ya 27’ê Tîrmehê ya artêşa TC’ê ya li devera gundê Cangiza ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê de hevrêyên me yên bi navê Amara (Ayşe Başaran), Dorşîn (Bahar Acar) û Xelîl (Ecvet Akay) şehîd bûne. Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Amara Hîwaroj
Nav û Paşnav: Ayşe Başaran
Cihê Jidayibûnê: Amed
Navê Dayikê- Bav: Nesîhat - Hasan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Bedlîs -27’ê Tîrmeha 2019

Amara – Ayşe Başaran

Nasnav: Dorşîn Rubar
Nav û Paşnav: Bahar Acar
Cihê Jidayibûnê: Bedlîs
Navê Dayikê- Bav: Gulluşan – Kemal
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Bedlîs -27’ê Tîrmeha 2019

Dorşîn – Bahar Acar

Nasnav: Xelîl Çiyazan
Nav û Paşnav: Ecvet Akay
Cihê Jidayibûnê: Bedlîs
Navê Dayikê- Bav: Guldane – Esat
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Bedlîs -27’ê Tîrmeha 2019

Xelîl – Ecvet Akay

Hevrêyên me Amara, Dorşîn û Xelîl ên li dijî dewleta TC’ê ya dagirker di pêvajoyên berxwedana dîrokî de cihên xwe girtin, li dijî tevgerên dagirkeriya li ser Kurdistanê bedenên xwe kirine mertal û bi sirûda ‘Em rê nadin faşîzmê’ heta dilopa xwîna xwe ya dawî Kurdistan parastine. Hevrê Amara, Dorşîn û Xelîl ên her qadên lê ne li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê bi ked û têkoşîna xwe bûne sembol, ji bo azadiya gelê Kurd bi tevlîbûneke fedayî cihê xwe girtine. Biryardariya wan a li ser xeta jiyana azad, dîsa meşa wan a şoreşa Kurdistanê ji bo hemû hevrêyên xwe bûye çavkaniya moralê. Her sê hevrê ji bo pêşxistina xeta gerîla ya li gorî ruhê demê bi tecrûbeyên xwe yên şer pêş bixin, ked dane, li qadên lê mane fedekariyek pir mezin dane. Hevrêyên xwe Amara, Dorşîn û Xelîl ên li Qada Garzan a yek ji cihên herî zêde êrîşên faşîzmê lê geş bûye  ku têkoşînek mezin dane, birêzdarî bibîr tînin, di serî de sersaxiyê ji bo malbatên xwe yên hêja û hemû gelê xwe yên welatparêz re dixwazin. Soz didin ku em ê ala têkoşînê ku hevrêyên em ji bo mehiştin bigihînin serketinê.