HPG: Fermandar Amara Ronahî şehîd bû

HPG'ê nasnameya şehîdekê eşkere kir û got, "Di şexsê hevrê Amara de em soza xwe dubare dikin ku tola şehîdên azadiyê hemûyan hilînin û di her kêliya jiyanê de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li ser bingeha paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo de, di şexsê gelê Kurd de ji bo misogerkirina azadiya mirovahiyê, bi pîvana xwerêveberiyê vê yekê veguherîne sîstemê û li dijî her cûre êrîşên serwerî-dewletperest ên mêr li ber xwe bide, têkoşîna herî mezin a mirovahiyê dimeşîne. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya Rêberê me ketiye sala pêncîemîn, bi pêşengiya jinê ji nû ve ava bû, nasnameya azad a Kurdan afirand û ev rastî bi mîsyona pêşengiya azadiyê ya gelan bi rêxistin kir, li ser vê bingehê bû hêvî ji mirovahiyê û jinan hemûyan re, bi vî rengî gavên dîrokî avêt. Bêguman ev têkoşîn li ser bingeha fedaîtiya şehîdên me pêk hatiye ku xwe ji pêşengiya dîrokî ya Rêber Apo, hêza mezin a têkoşînê xwedî kirin û bi rengekî radîkal têkoşiyan. Ev rastiya ku nirxên me yên têkoşînê diyar dike, li ser bingeha hewldan, ked û fedakariya her hevalên me yên li serh eman rêyê dimeşin, asta ku rizgariya mirovahiyê û jinan misoger bike gav bi gav mezin dike.

rastiya şehîdan baweriya bi azadiyê mezin dike, têkoşînê radîkal dike, li hemberî dijmin hêza me xurt dike û tevgera me jî hîn bêhtir nêzî azadiyê dike. Hevrêya me Amara jî ku di têkoşîna me ya azadiyê de ya bi pêşengiya jinê bi rê ve diçe bi fedakarî û keda xwe fermandareke pêşeng bû, di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîşt vê rastiyê. Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêya me Amara bi fedakarî û wêrekiyeke mezin meşand heta serketinê bênavber bimeşînin.

Li ser vê bingehê di şexsê hevrê Amara de em soza xwe dubare dikin ku tola şehîdên azadiyê hemûyan hilînin û di her kêliya jiyanê de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin. Ji dayik û malbata hêja ya hevrêya me Amara Ronahî, ji tevahiya gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Amara Ronahî wiha ne:

Nasnav: Amara Ronahî
Nav paşnav: Gamze Laçîn
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Sevîm-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Tebaxa 2022'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Amara yek ji zarokên Dersimê bû, ku ev herêma me yek ji navendên dîrokî yên welatparêzî û ruhê raperînê yê li Kurdistanê ye û ev dîroka bi rûmet bi berxwedan û berdêlên giran bi dest xistiye. Ji ber ku malbata wê koçî Tirkiyeyê kir, hevrêya me Amara li Mersînê ji dayik bû, lê mezin bû. Hevrêya me Amara li nava malbateke Elewî û Kurd ji dayik bû. Li hemberî sekna bavê xwe ya alîgirê dewletê û Kemalîst, xwedî bawerî, nasname û çanda dayika xwe derket, şahidî ji kesayetiya wê ya welatparêz û berxwedêr re kir û bi vî rengî mezin bû. Ev rastî bû sedem ku hevrêya me Amara hîn di zarokatiyê de bibe xwedî têgihiştina nasnameyê û bi hestên xwe yên herî masûm ên zarokatiyê berê xwe bide jiyaneke azad. Di dema ciwantiya xwe de li nava malbatê û derdora xwe, zext û zordariya sîstema bi serweriya mêr a li ser jinê, her wiha di nava rastiya sîstemê de jî zexta dewletê ya li ser gelê Kurd-Elewî dît. Hevrêya me Amara li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker ên ji bo koçberkirin û bêkokhiştina gelê me, xwe bi rastiya asî û serhildêr a Dersimê xemiland, xwedî li ziman, çand û baweriya xwe derket û weke keça dayikeke têgihiştî û welatparêz mezin bû. Mîna gelek malbatên Kurd, ji ber malbata wê jî koçî metropolan kir, di nava derdora lê bû kete nava nakokî û lêgerînan. Tevî ku li metropolan mezin bû, li hemberî her cûre hewldanên qirkirina çandî yên dewleta Tirk ên ji bo asîmîlekirina gelê me dimeşîne, bi dilsoziya bi cewher, dîrok, nasname û baweriya xwe mezin bû. Ji ber vê yekê li gel dayik û birayê xwe ji nû ve berê xwe da Kurdistanê, çû Amedê û li vir hem xwendina xwe dewam kir, hem jî bi rengekî çalak tevlî nava karên ciwanên welatparêz bû. Hevrêya me Amara li Kurdistanê zilm û êşkenceya dijmin a li ser gelê me dît, rastiya dijmin hîn bêhtir fêhm kir. Di karên ciwanan de bi rengekî çalak têkoşiya be jî fêhm kir ku ev yek li hemberî êrîş û polîtîkayên dijmin ên li Kurdistanê têrê nake, lewma berê xwe da navenda berxwedanê çiyayên Kurdistanê û di sala 2011'an de li eyaleta Erzîromê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Amara di wê baweriyê de bû ku her kêliya li nava civaka kevneşop derbas kir dihate wateya dûrketina ji cewhera xwe, kesayetiya xwe û bi vê têgihiştinê xwe gihand çiyayên azad. Gavên xwe yên destpêkê jî bi coş û kelecaneke mezin avêt. Sînorên jiyanê yên ku dijmin ferz dike ji ber xwe rakir û bi kêfxweşiya ku xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê timî bi coş bû. Li Erzîromê ber bi gerîlatiyê ve gavên destpêkê avêt, lewma salên li vê herêmê bû, ji bo wê bû salên herî dijwar û bedew ên têkoşînê.
Bi bandora hevrê Ronahî Erzîrom a ku bi çalakiya fedaî şehîd bû, navê Ronahî li xwe kir û kir Amara Ronahî. Bi dilsoziya bi hevrê Ronahî re, li ser xeta jinê ya fedaî bi biryardarî û xwedî îdîa dimeşiya. Hevrêya me Amara ti carî dest ji vê îdîa û baweriya xwe berneda, timî da dû nakokî û lêgerînên ew gihand çiyê û kete nava wê hewldanê ku bi felsefe û rastiya Rêbertî bersivê ji wan re peyda bike. Ji ber vê yekê timî Rêbertî xwend, lêkolîn kir û bi naskirina Rêbertî re xwe nas bike, bi vî rengî tevgeriya. Ji bo fêhmkirina kesayetiya Dersimê ya bi rastiya Kurd û Elewî ava bûye, li ser vê bingehê ji bo fêhmkirin û analîzkirina rastiya jinê timî hewl da. Bi coş û kelecana ku xwe gihandiye Îdeolojiya Rizgariya Jinê, hêvî û baweriya bi azadiyê re xurtir kir, bi vê hest û baweriyê li çiyayên Erzîromê di gerîlatiyê de ti astengî nas nekir. Hevrêya me Amara hemû zor û zehmetiyên li pêşiya xwe rakir, xwe gihand rastiya jinê ya ku Rêber Apo ji nû ve afirandiye û ruhê serhildêr ê çiyayên Dersimê bi ruhê şerker ê çiyayên Erzîromê re kir yek.

Sala 2014'an piştî ku DAÎŞ'ê êrîş bir ser Kobanê, Rêber Apo ji bo rizgarkirina Kobanê banga seferberiyê kir. Bi sedan ciwanên Kurd bersiv dan vê bangê û ji her parçeyên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê, tevlî nava berxwedana li Kobanê bû. Dewleta Tirk a faşîst xwest bi şerê li ser Kobanê îradeya gelê Kurd bişikîne, Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî bi derbasbûna nava Kobanê re bi gel re berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan dan. Li ser vê bingehê, ji bo tevlî vê berxwedana Gelhat, Viyan, Efrîn, Ozgur û Hebûnan bibe, hevrêya me Amara israr kir. Berxwedana Kobanê ji bo hevrêya me Amara bû xala duyemîn a diyarker di jiyana wê ya têkoşînê de. Li vê derê berxwedan û têkoşîna topyekûn a gel û gerîla ya li dijî êrîşên hovane yên DAÎŞ'ê, berdêlên mezin ên hatin dayin bandoreke xurt li hevrêya me Amara kir û hewl da ku hîn bi xurtî tevlî nava vî şerî bibe. Piştî ku berxwedana Kobanê bi têkoşîna bi sedan lehengên fedaî bi ser ket, hevrêya me Amara careke din berê xwe da çiyê. Ji bo danheviya xwe zêde bike û li ser xeta têkoşînê kûrtir bibe li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyeke xurt bû û bi biryardariya tevlîbûneke hîn mezintir derbasî herêma Garê bû. Hevrêya me Amara her wezîfe û berpirsyariya jê re hate dayin bi heman coş û kelecanê, bi heman daxwaza xebatê bi cih anî. Xwe perwerde kir, bêhtir zane kir û bi kesayetiya xwe ya kelecanî û dilnizm di perwerdekirina hevrêyên xwe de kedeke mezin da. Demekê cihê xwe di nava karên çapemeniyê yên HPG'ê de girt, ziman û wijdanê gerîla, ruhê berxwedanê û soza ji bo şehîdan ji xwe re kir esas, şahidiya xwe ji gelê me, dîrokê re ragihand, nîşan da.

Hevrêya me Amara ji dema tevlî nava refên gerîla bû û heta şehadetê, li ser bingeha nasnameya jinê ya azad û têgihiştina îdeolojîk, ji bo tevlî têkoşînê bibe gelekî hewl da, jiyana xwe jî li ser vê seknê ava kir. Di nava jiyanê de timî têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî, tecrûbeya xwe jî bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêya me Amara di pêşketina her hevrêyên xwe de xwe berpirsyar dît, xwe bi pêş ve bir û bi kesayetiya xwe ya ku hevrêyên xwe perwerde dikir, derdiket pêş û li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Li ser vê bingehê bi kesayetiya xwe ya bi wate û hişmendiya şoreşgerî, tevlîbûn û têkoşîna xwe bi rêxistin kir. Hevrêya me Amara li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dijmin de şehîd bû. Mîna di nava jiyana xwe de, bi şehadeta xwe re jî milîtaniya serketinê ya têkoşînê di asta herî bilind de şênber kir.

Hevrêya me Amara weke milîtaneke xurt a gelê me yê Dersimê yê leheng ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cidiyeke mezin û serketineke bilind bi cih anî. Ala têkoşînê ya hevrêya me Amara wê ji aliyê hevrêyên wê ve bi serketinê bê tacîdarkirin."