HPG: Em lehengên li Bestayê destan nivîsandin bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya gerîlayên sala 2017'an li Bestayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin ku li Bestayê destanên lehengiyê nivîsandin û careke din nîşan dan ku Qada Botanê keleke rê nade dagirkeran."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên sala 2017'an li Bestayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Rojên destpêkê yên Mijdara 2017'an artêşa Tirk a dagirker li herêma Besta ya Botanê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Di vê operasyonê de ku bi rojan dewam kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi lehengî li ber xwe dan û kirin ku dijminên dagirker gelek kuştiyan bide. Di rojên cuda yên meha Mijdarê de û li qadên cuda yên Bestayê 8 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Qada Botanê ku 'fîşeka destpêkê' li wir li dewleta Tirk a dagirker mêtinger hate xistin, li wir sîstema mêtingeriyê hejiya û Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi Heybet lê dest pê kir, bû qadek ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê lê bi pêş ket, veguherî gel û di nava şerê 37 salan de bi dehan destanên lehengiyê lê hate nivîsandin. Piştî ku îdeolojiya Apoyî di dil û mejiyê gelê Botanê yê berxwedêr û welatparêz de cih girt, berxwedêriya Botanê ya ku bi ruhê Apoyî hate meyandin, bû tirsa dilê dijmin. Şerê me yê gerîla ku li Botanê bi pêşengiya fermandarê me yê mezin ê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) dest pê kir, roj bi roj mezin bû, ji çend yekîneyên gerîla veguherî artêşeke fedayiyan ku ber bi serketinê ve dimeşe. Destpêkê qereqolên ku dijmin di mejiyê mirovan de ava kir, piştre jî qereqolên dijminê dagirker mêtinger ê li Botanê ava kir, yek bi yek ji holê rakir û gelek qadên Botanê azad kir.

Yek ji qadên Botanê ku berxwedana dîrokî lê hate nîşandan û destanên lehengiyê yên fermandarên efsanewî yên Botanê lê hatin nivîsandin Besta ye. Ji aliyê erdnîgargî ve li navenda Botanê ye. Bi qasî ku xwedî li gerîla derket, di heman demê de ji mêtingeran re her tim bû goristan. Ji ber vê taybetmendiya xwe qada Bestayê her tim bû hedefa dijminê mêtinger. Yek ji operasyonên berfireh ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bestayê di Mijdara 2017'an de pêk hat. Lehengên Bestayê bi pêşengiya Fermandara Qada Botanê hevrê Şehîd Delal Amed li dijî vê operasyonê her gir û geliyên Bestayê veguherandin çepereke berxwedanê, bi lehengî şer kirin û şer mehekê dewa kir. Dijmin gelek kuştî da û destanên lehengiyê lê hate nivîsandin. Berdêlên gelekî giran hatin dayin, lê belê dijminê mêtinger li pêşberî berxwedana gerîla nekarî bisekine û neçar ma xwe vekişîne.

Di vê operasyonê de hevrêyên me Hêjar Pîroz, Kahraman Koçer, Hakî Gap, Mervan Amed, Reşît Heştanî, Rizgar Cîgerxwîn, Rizgar Başkale û Şoreşger Besta di roj û cihên cuda de şehîd bûn.

HÊJAR PÎROZ

Hevrêyê me Hêjar Pîroz li paytexta me li Amedê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû. Rûyê rastî yê dewleta Tirk dît ku ji bilî qirkirinê tiştekî din ji bo gelê Kurd rewa nabîne û destpêka sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Perwerdeya xwe ya şervaniya nû li Bestayê wergirt, di demeke kurt de hînî pratîka gerîla bû û tecrûbe wergirt. Li akademiyên branşê yên ji bo profeseyonelbûyîna gerîla li Qada Botanê tevlî perwerdeyê bû, bi rêya vê perwerdeyê di çekên giran de bû pispor. Hîn salek xwe tijî nekiribû tevlî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû yên li Qada Botanê. Bi çekên giran cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt. Di payîza sala 2015'an de beşdarî Operasyona Şoreşgerî ya li Elkê bû û bû yek ji wan gerîlayan ku derbên giran li dijmin xistin. Sala 2016'an di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê de, li dijî dijminê ku bi xwînxwarî bombe li Şirnexê dibarand, bû xwedî hêrseke mezin. Wî jî bi çekên giran nehişt ku bêhn bê ber dijmin, li cihên herî bi rîsk nehişt ku dijmin li qereqolan û baregehan bêhnê bistîne. Bû mînakê herî rasteqîn ku bi tîmeke gerîla ya profesyonel a çalak li herêmekê dikare çi bînin serê dijmin. Li herêma Botanê di gelek çalakiyan de her tim li pêş bû, bi roleke çalak rabû. Di pratîka xwe ya gerîla ya demkurt de gelek çalakî pêk anî, karekî serketî kir, bû fermandarekî şareza û herî dawî li Bestayê di operasyonê de derbên giran li dijmin xist. Di şer de şehîd bû.

KAHRAMAN KOÇER

Hevrêyê me Kahraman Koçer li malbateke bi nirxên welatparêziyê dilsoz ji dayik bû, li nava rewşa pak a gund û jiyana komunal a gelê Kurd mezin bû. Hevrêyê me Kahraman ku bi koçeriyê debara xwe dikir û bi eşq û dilsoziya mezin a bi xwezaya Kurdistanê mezin bû, her tim dixwest bibe gerîla. Hevrêyê me Kahraman ku bi vî xeyalî mezin bû di temenê ciwantiyê de sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya paqij ku sîstema modernîteya kapîtalîst û qirêjiya bajêr bandor lê nekir, pîvanên jiyana PKK'ê di kesayetiya xwe de da rûniştandin û bû kesekî ku ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate hezkirin. Ji bo derbên herî giran li Bakurê Kurdistanê li dijminê mêtinger bixe, li ser bingeha profeseyonelbûnê piştî ku tevlî akademiyên leşkerî bû berê xwe da Botanê. Piştî ku gihîşt Botanê bi eşqeke mezin tevlî her şerî bû, bû sembola fedakarî û kedkariyê. Bi tevlîbûna bêhesab ku ji xwe re kir esas, kedeke mezin da hevrêyên xwe. Di pêvajoya operasyona Bestayê de derbên giran li dijminê dagirker xist û dema ku hewl dida alîkariyê bide hevrêyên xwe şehîd bû. Hevrêtiya wî û dilsoziya bi Kurdistanê re wê timî ji bo me bibe mînak.

HAKÎ GAP

Hevrêyê me Hakî Gap ku fêhm kir siyaseta qirker a dijmin a li ser gelê Kurd tenê bi şerê azadiyê yê gerîla û bi têkoşîna li çiyayên Kurdistanê dikare bê têkbirin, sala 2014'an li eyaleta Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku li qada Mêrdînê kar kir derbasî Botanê bû û li vir pratîkeke serketî nîşan da. Li her cihê ku lê ma zû hînî wir bû, mîna ku bi salane li wir e ji dil û bi kedkarî tevlî bû. Li Bestayê di nava destana lehengiyê de cih girt û di şerê dijî dijmin de şehîd bû.

MERVAN AMED

Hevrêyê me Mervan li navçeya Dara Hênê ya Amedê jidayik bûye. Bi hîsên welatparêzî mezin bûye, hê bi zatoktî polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirinê yên dijmin dîtiye. Bi Kurdatiya paqij a di kesayata xwe de mezin bûye, gihaştiye wê bîr û baweriyê ku li dijî dijminê dagirker divê têbikoşe. Dema ku îdeolojiya Apoyî xweştir nas dike biryar li ser dide ku bibe mîlîtanekî PKK'ê û 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe. Li qada Heftanînê dest bi pratîka gerîla kiriye, li vir ji hostatiya jiyanê ya PKK'ê û gerîla bûye xwedî tecrûbeyeke zêde. Piştî ku dibe gerîlayekî xwedî tecrûbe xwe perwerde kiriye û zîrek kiriye, bûye fermandar. Bi çand û tecrûbeya leşkerî ya li ser hîmê gerîlatiya profesyonel 2016'an ji bo ku bi çalakî tevlî nav berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2016'an bibe berê xwe daye Bakurê Kurdistanê. Tecrûbeya gerîlatiyê li Botanê ya ku gihaştiye xebitandiye, bûye gerîlayekî serkeftî yê Apoyî. Tevlî gelek xebat û çalakiyan bûye, bi helwesta xwe ji bo gelek hevrêyên xwe bûye mînak. Jiyana xwe tim li ser vê hîmê rêxistinî kiriye û heta ku şehîd bûyî jî ti caran ji helwesta milîtaniya Apoyî nehatiye xwarê.

REŞÎT HEŞTAN

Hevrêyê me Reşît Heştan jî li gundê Heştanê yê welatparêz herêma Şirnexê yê li quntarên Cûdî jidayi bûye. Bi çîrokên lehengiyê yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û rêça serhildanê ya gelê Şirnexê mezin bûye. Hevrêyê me Reşît ku di nav atmosfera têkoşînê ya Apoyî de mezin bûyî, 2014'an li qada Kato Jîrka tevlî nav refên gerîla dibe. Li qada Kato Jîrka piştî ku perwerdehiya şervanên nû dibîne, li nav gelek xebatan cih digire, dibe gerîlayekî zîrek. 2015'an piştî ku dewleta Tirk a qirker li ser gelê Kurd konsepteke nû ya qirkirinê sazkar dike di nav pêvajoya şer de bi roleke çalak radibe û tevlî nav gelek çalakiyan dibe. Piştre derbasî qada Bestayê dibe, hevrê Reşît ku li vir jî pratîkat gerîla didomîne, bi devlikeniya xwe û dilgermiya hevrêtiyê moral daye hemû hevrêyên xwe. Milîtaniya Apoyî û berxwedêriya Botanê di haveynê xwe de kiriye yek û buye fermandarekî dilêr ê gerîla. Heta şehîdbûnê jî qet ji meşa xwe nehatiye xwarê û bi şehîdûna xwe dastana lehengiyê nivisiye.

RIZGAR CÎGERXWÎN

Hevrêyê me Rizgar Cigerxwîn li navçeya Hezextê ya Şirnexê jidayik bûye. Bi hîsên welatparêzî mezin bûye û bi ciwanî biryar li ser daye ku tevlî nav gerîla bibe. Hevrê Rizgar bi enerjî û dînamîzma ciwantiyê zû hînî jiyana gerîla bûye, felsefeya Apoyî zû têgihiştiye û pratîk kiriye, hevrêyekî me yê zîrek bûye.

Hevrê Rizgar ku zû ji tecrûbeya gerîla sûd werdigire, ji bo ku qirkirina faşîzma DAÎŞ'ê ya li Şegalê ya li ser gelê me yê Êzîdî asteng bike bûye yek ji Derwêşên Hevdem ku çûyî Şengalê. Hevrê Rizgar ku di têkbirina paşverûtî û faşîzma DAÎŞ'ê ya Şengalê de bi rol rabûyî, di nav gelek çalakiyan de cih girtî û bûyî xwedî tecrûbeya şer peywira xwe ya li vir tema mdike û berê xwe dide Botanê. Bi zanîna ku destekvanê herî mezin û aqildarê faşîzma DAÎŞ'ê dewleta Tirk a mêtinger a çete ye, diyar kiriye ku bi esasî faşîzm divê li Bakurê Kurdistanê were şikandin û bi vê bingehê xwe gihandiye Qada Botanê. Hevrê Rizgar ku tecrûbeya xwe şer li Botanê bi hostatî bi cih anî, di nav tîmên bitevger ên gerîla de cih girtiye, di gelek çalakiyan de ku derbên giran li li dijmin dayî, bi roleke çalak rabûye. Yek ji pêşengiê çalakiya serkeftî ye ku 2017'an li qada Deriyê Beroj a Bestayê pêk hatî, ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dabû, gelek dagirker hatibûn cezakirin, li ser dijmin çek rakirîn û leşkerên Tirk reviyabûn,. Di baskê êrîşê yê vê çalakiyê de cih digire, bi wêrekiyeke zêde bi ser dijmin de diçe, gelek çekan bi rengekî karîger di çalakiyekê dde bi kar tîne, dibe xwedî performanseke zêde ya şer û pratîkeke encamgir. Hevrê Rizgar Cigerxwîn bûye yek ji milîtanê herî dilêr ê Botanê ku navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê danî.

RIZGAR BAŞKALE

Hevrêyê me Rizgar Başkale li navçeya welatparêz a Wanê Elbakê, li gundê Aşkîta jidayik dibe, bi atmosfera têkoşînê ya Apoyî mezin dibe û di temenê ciwantî de biryar li ser dide ku tevlî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Hevrê Rizgar 2013'an vê biryara xwe bi cih tîne, digihije çiyayên Kurdistanê, piştî ku perwerdehiya şer temam dike bilez dikeve nav pratîka gerîla û xwedî tecrûbe. Piştî ku faşîzma DAÎŞ'ê êrîş dibe ser Şnegalê, bûye yek ji wan milîtanên Apotî ku vedigere Şengalê û bi hawara gelê me yê Êzîdî ve diçe. Hevrêyê me Rizgar li vir du salan têkoşîneke karîger dike, şer dike û pêşengiyê dike, berê xwe piştre dide Botanê. Hevrêyê me Rizgar çawa digihije Botanê zû xwe li arazî û pratîka gerîla tîne û bêyî ku bi derengî bixe di nav çalakiyên Botanê de cih digire. Bi çalakî tevlî pratîka şer a sala 2017'an dibe, bi lehengî şer dike û li Bestayê şehîd dibe.

ŞOREŞGER BOTAN

Hevrêyê me Şoreşger Botan li Şirnexê jidayik dibe. Bi rêza serhildanê ya gelê berxwedêr a Şirnexê mezin dibe. Hevrêyê me Şoreşger zilma dijmin a li ser gelê Kurd ji nêz ve dibîne, dilê wî bi hîsên weletparêziyê tije ye, nexasim di pêvajoya Kobanê de şehadet û serfiraziya dîrokî ya Kobanê tesîrê li ser dike û biryar li ser dide ku tevlî nav gerîla bibe. Bi moralê xwe yê zêde, azwerî, hîsa hevrêyî û hezkirina li jiyana azad bi rengekî çalak bi pratîka gerîla re bûye yek. Hevrê Şoreşger Besta tim moral dide hevrêyên xwe, li ser îdeolojiya Apoyî xwe perwerde dikir, di hostatiya şer de kûr dibû. Di demeke kurt de li ser bikaranîna çekên giran dibe hosta, li nav tîmên bitevger ên Botanê de cih digire, tevlî gelek çalakiyan dibe û di gelek çalakiyan de yên li Besta, Kato, Bêşebab, Şirnexê de bi roleke serkeftî radibe. Bi kesayata xwe ya kedkar, jidil, fedekar û moral, bûye xwedî pratîkeke gerîla ya bicoş û wêrek. Di pêvajoya operasyonê de ya li ser Bestayê, di nav hewwldanê de ku derb li dijmin bide û lê digeriya dijmin zêdetir ceza bike, şehîd dibe. Hevrêyê me Şoreşger bi dînamîzma ciwantiyê, bi pratîka xwe ya serkeftî û helwesta lehengî ku li Botanê nîşan dayî, ji bo me wê tim bibe mînakek.

Em hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng ku li Bestayê dastana lehengiyê nivîsandine û careke dî nîşan dane ku Qada Botanê kelehek e ku rê nade dagirkeran, bi hurmet bi bîr tînin. Em sond dixwin ku li ser şopa şehîdan bin, heta dawiyê dilsozî xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd bibin û ji bo ku bi ser bikevin em her tiştî bikin û bibin layiqê wan.

Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn, ku ji ber şert û mercên şer niha eşkere bûn, wiha ne:

Nasnav: Hêjar Pîroz
Nav paşnav: Mazlûm Yaşa
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Melîha-Memet
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2017 / Besta

Nasnav: Kahraman Koçer
Nav paşnav: Mehmet Hakî Ozer
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Mîrcan-Alî
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2017 / Besta

Nasnav: Rizgar Cîgerxwîn
Nav paşnav: Umran Gunduz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Rûkiye-Vahap
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2017 / Besta

Nasnav: Rizgar Başkale
Nav paşnav: Yucel Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zaytûn-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2017 / Besta

Nasnav: Reşît Heştanî
Nav paşnav: Nûrettîn Zeybek
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Halîme-Selîm
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2017 / Besta

Nasnav: Mervan Amed
Nav paşnav: Tarik Akyar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Kadriye-Kûdbettîn
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2017 / Besta

Nasnav: Şoreşger Besta
Nav paşnav: Yasîn Îdîn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Şukriye-Salîh
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2017 / Besta

Nasnav: Hakî Gap
Nasnav: Osman Alas
Dayik-Bav: Remziye-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2017 / Besta