HPG: Em hevrêyên xwe yên bûn fedayî bi bîr tînin

HPG'ê şeş gerîlayên li navçeya Qilabanê ya Şirnexê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewn û xeyalên jiyana azad a şehîdên xwe, bi rengekî bêeman têbikoşin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê şeş gerîlayên di 20'ê Tîrmehê de şehîd bûn daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di dîroka xwe ya berxwedanê de gelek lehengên mezin afirand. Li dijî şerê înkar û tinekirinê ku li civaka Kurd tê ferzkirin, civata milîtanên fedayî yên ku xeyalên azadiyê yên gel dan ser milê xwe, ne tenê berpirsyariyên xwe yên exlaqî û wijdanî pêk anîn, di heman demê de bi biryardarî, bawerî û îradeyeke mezin têdikoşin. Hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar ku têgihiştin ji bo azadiyê pêwîstî bi ked û fedakariyeke mezin heye, di vê oxirê de têkoşiyan û di 20'ê Tîrmeha 2018'an de li qada Elemûn a navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji ber êrişa artêşa TC a faşîst şehîd bûn. Agahiyên der barê hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Andok Palo

Nav paşnav: Mahsûn Kaya

Cihê jidayikbûnê: Xarpêt

Dayik-Bav: Aysel-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2018'an / Qilaban

Nasnav: Bawer Çewlik

Nav paşnav: Îlyas Arslan

Cihê jidayikbûnê: Çewlik

Dayik-Bav: Kûdret-Faîk

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2018'an / Qilaban

Nasnav: Cûdî Destan

Nav paşnav. Yucel Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Caîze-Cemîl

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2018'an / Qilaban

Nasnav: Mervan Darahênê

Nav paşnav: Ramazan Taşdemîr

Cihê jidayikbûnê: Çewlik

Dayik-Bav: Kadriye-Memdûh

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2018'an / Qilaban

Nasnav: Sofî Êlih

Nav paşnav: Mehmet Yuknu

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Hamdiye-Orhan

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2018'an / Qilaban

Nasnav: Yaşar Tendurek

Nav paşnav: Ozdemîr Ozogûl

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Herdemcan-Nîzamettîn

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2018'an / Qilaban

Hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar ji bo azadiya gelê Kurdistanê ketin ser rêya azadiyê û bi baweriyeke mezin têkoşiyan. Bi ruhekî fedayî di têkoşîna azadiyê ya Kurd de li dijî dijmin şer kirin. Her şeş hevalên me ku bi sekna xwe ya fedakar û samîmî ya li nava refên gerîla bûn xwedî cihekî girîng di nava hevrêyên xwe de, hewl dan wezîfeya xwe bi rengê herî baş pêk bînin. Bi şiyara Kurdistana Azad û Rêberê Azad tevlî têkoşînê bûn û xwe bi pêş ve birin û di pêngavên şoreşgerî yên mezin de kedeke mezin û girîng raber kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re hêvî dikin û soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewn û xeyalên jiyana azad ên şehîdan têkoşîna xwe bi rengekî bêeman bimeşînin."