HPG: Em hevrêyên xwe Şerzan û Mervan bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê gerîla Arafat Balta bi nasnav Şerzan Baz û Ramazan Uçdag bi nasnav Mervan Amed ên ku salên 2017 û 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk şehîd bûn, bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

"Di 20'ê Sibata 2017'an de li qada Sêgirê ya Amediyê, ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker, hevrêyê me Şerzan (Arafat Balta) tevlî nava refên nemiran bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Şerzan Baz
Nav paşnav: Arafat Balta
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sabîha-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Sibata 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

13'ê Tebaxa 2018'an li qada Garê di encama êrişa hewayî de hevrêyê me Mervan (Ramazan Uçdag) şehîd bû.

Nasnav: Mervan Amed
Nav paşnav: Ramazan Uçdag
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mevlude-Recep
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tebaxa 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Gelên demokratîk hemû, ji roja ku ji bo jiyaneke azad û parastina hebûna xwe bûne xwedî karakterekî civakî, her tim têkoşiyane. Civakên ku serweriya şaristaniyên dewletperest, serdest û zordaran qebûl nakin, timî xwestine bi rengekî azad û demokratîk bijîn. Dîroka gelên cîhanê bi têkoşînên wiha bêeman ên azadiyê têr û tijî ye.

PKK'Ê DÎROKA LEHENGIYÊ YA GELÊ KURD JI NÛ VE NIVÎSAND

Her civak, hebûn û azadiya xwe deyndarê wan lehengan e ku dîroka bi şeref nivîsandine, ji bo hebûna xwe bêtirs têkoşiyane. Yanî deyndarê ewladên xwe ne. Ya ku civakê dike civak, lehengên wî gelî ne ku nirxên herî bi wate afirandine û bûne cihê serbilindiyê. Di nava şert û mercên welê de ku hebûna Kurd û Kurdistanê dihate înkarkirin, Rêber Apo û partiya me PKK a bi pêşengiya wî, bi têkoşîna xwe ya bê bêrawestan ewladên bijarte yên ku dîroka lehengiyê ya gelê Kurd ji nû ve nivîsandin, derxistin ser dika dîrokê. Di demekê de ku dihate gotin 'her tişt qediya ye', kadroyên bi rûmet ên tevgera PKK'ê gotin, Na, her tişt hîn nû dest pê dike' û bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya nîv sed salê li Kurdistanê rûpelên romaneke nû ya azadiyê nivîsandin, destaneke lehengiyê ya mezin nivîsandin ku bi deh hezaran şehîdên xwe heye û bûye çavkaniya serbilindiyê ya hezaran salî. Hîn jî vê destana lehengiyê dinivîsînin. Bêguman ev destana lehengiyê bi hêsanî nayê nivîsandin, hebûn û azadiya gelê Kurd bi têkoşîneke ji rêzê hatiye bidestxistin. Gelê me 40 sal in her roj serî hil dide, li her devera Kurdistanê li ber xwe dide, gerîla jî li çiyayên Kurdistanê 40 sal in şerê herî giran dide û Rêberê me di 22 salên dawî yên têkoşîna azadiyê ya zêdeyî nîv sedsalê de li Îmraliyê bênavber têdikoşe. Bi gotina 'Ey jiyan, ya ez ê te bi rengekî azad bijîm, ya jî ez ê te jinedîtî ve bêm' ya Rêber Apo, li hiş û mejiyê me neqişî ku jiyaneke azad karekî hêsan nîne, lê belê rastiya herî bi wate û hêja ye.

Dewleta Tirk a mêtinger qirker li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û hebûna gelê Kurd her rê û rêbazên tunekirinê û qirkirinê gelek caran ceriband, lê nekarî tasfiye bike, ne jî pêşî li mezinbûna doza azadiyê bigire. Piştî ku dît nekarî vê bike, vê carê dest bi lîstikeke şerê taybet kir û ji bo lehengên gelê Kurdistanê îdîa kir ku 'bi xapandinê derketine serê çiyê', bi rêya vê propagandayê xwest bêqîmet bike, lehengiya gerîla binixumîne. Lê belê her kes zane, eger têgihiştineke kûr, îradeyeke qewîn, biryardariyeke mezin û daxwaza bêdawî ya têkoşînê nebe, rojek li aliyekî kes nikare bi kêliyekê jî li çiyayên Kurdistanê bisekine. Eger lêgerîna mezin a li rastiyê, evîna azadiyê, daxwaza têkoşînê, dilsoziya bêdawî ya li gel, şehîdan û Rêber Apo nebûya, gerîlayên Kurdistanê wê nîv sedsalê nekarîbûna destana azadiyê li van çiyayan binivîsînin.

Sala dawî bi destê partiya şerê taybet AKP a faşîst, hin malbatên gerîla hatin xapandin, ji vê rastiya dîrokî hatin dûrxistin, ji bo vegera zarokên xwe bûn amûrek ji lîstika MÎT'ê re û bi rûniştina li ber avahiya HDP'ê welatparêziya xwe gemarî kirin. Bila malbatên li wê derê baş zanibin, ku xiyaneta li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û xiyaneta li doza bi rûmet a gelê Kurd tê wê wateya rûreşiyê û jiyaneke lanetbûyî. Divê bê zanîn ku ti ji ciwanên Kurd ên bi rûmet û milîtanên Apoyî yên bûne xwedî hişmendiya azadiyê wê xwe nedin ber vê yekê û bi dehan salan li wir bisekinin jî wê qet nikaribin encamê bi dest bixin. Divê bê zanîn; rastiya têkoşîna 40 salî û hebûna me ya li çiyê nikare bi HDP'ê bê vegotin ku HDP partiyeke 6 salî ye, ev yek propagandaya dijmin e, yên ku bûne sedem ku gerîla derkevin serê çiyayên Kurdistanê û bi dehan sal in li çiyê ne, hem kiryarên qirker ên mêtingeriya dewleta Tirk e hem jî doza me ya azadiyê ya mafdar û rewa ye. Pêwîste ti carî neyê jibîrkirin ku heta ev doza me ya azadiyê bi serketinê tacîdar bibe gerîla wê her tim li van çiyayan şer bikin. Sekna herî bi rûmet a ku malbatên gerîla nîşan bidin, xwedîderketina li têkoşîna zarokên xwe ye, bicihanîna wezîfeyên welatparêziyê ye û têkoşîna li dijî dijminê faşîst e.

Hevrêyên me Şerzan û Mervan ku bûn xwedî têgihiştina vê rastiyê û xwe gihandin îradeya milîtaniya fedayî ya Apoyî, li çiyayên Kurdistanê têkoşiyan. Her du hevrêyên me rûyê rast ê dewleta Tirk a qirker û mêtinger dîtin û ji paytexta Kurdistanê Amedê tevlî nava refên gerîla bû ku ev rê ji bo ciwanên Kurd hemûyan rêyan herî bi rûmet e. Her du hevrêyên me li gel tevlîbûna xwe ya bi rengê milîtanî, di xeta fedayî de meşiyan û hewl dan bi vî rengî têbikoşin. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar, li nava hevalên xwe hemûyan hatin hezkirin û bûn xwedî meşeke bi biryar. Her du hevrêyên me heta şehadetê ti carî ji sekna xwe ya bi rûmet û têkoşîna xwe tawîz nedan.

Hevrêyên me Şerzan û Mervan li erdnîgariya Kurdistanê ku her roj gelek caran dibe hedefa bombardûmana artêşa Tirk a dagirker, ji ber êrişên hewayî bi bombardûmana dewleta Tirk şehîd bûn. Em bang li malbatên her du hevrêyên xwe dikin ku vê rastiyê bibînin, rastiya dijmin nas bikin û bi rengekî rast xwedî li bîranînên leheng û têkoşîna zarokên xwe derkevin. Her du şehîdên me lehengiyeke welê nîşan dan ku em û gelê Kurd wê her tim bi serbilindî wan bi bîr bînin, bi wan serbilind bin û bîranîna wan bikin hinceta têkoşînê, bikin ku têkoşîn teqez bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, ji hemû malbatên şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe ya dilsoziya bi armancên şehîdan re dubare dikin."