HPG: Em hevrêyê xwe Perwer Rohat bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku fermandarê gerîla Perwer Rohat (Sadik Ozalp) 11'ê Kanûna 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta Perwer Rohat (Sadik Ozalp) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku sala 2017'an bi soza 'qedandina PKK'ê' şerê dagirkeriyê yê li Kurdistanê şidand, derbên giran ji gerîlayên Kurdistanê xwar. Fazîma TC a ku qîma xwe bi êrîşên li Bakurê Kurdistanê neanî, vê carê xwest li derveyî sînor operasyonê bike û bi saya berxwedana gerîlayên me yên leheng, di her hewldanê de faşîzma TC têk çû. Ruhê berxwedana fedayî ya Apoyî yê li çar parçeyên Kurdistanê der bû, derbên dîrokî li dijmin xist û hemû hesabên faşîzmê ji hev xist.

Afirînerên berxwedana dîrokî ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bêguman şehîdên me yên leheng û fedayî ne. Yek ji berdêlên me ku di nava têkoşînê de me da, hevalê me Perwer Rohat (Sadik Ozalp) e ku 11'ê Kanûna 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê pê li mayina ku dijmin bi cih kiribû kir û şehîd bû.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Perwer Rohat
Nav paşnav: Sadik Ozalp
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Atiye-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Kanûna 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevalê me Perwer li Cizîra ku hestên welatparêziyê timî lê xurt e, ji dayik bû. Di emrê wî yê zarokatiyê de Tevgera Azadiyê ya Kurd di serî de li Botanê xwe li gelek bajarên Kurdistanê bi rêxistin kiribû, dest bi şerê gerîla kiribû û ev têkoşîn belav kiribû. Her wiha wê wextê êrîşên giran ên dagirkerî û qirkirinê yên faşîzma TC li Kurdistanê diahte kirin. Hevalê me Perwer ku bi salên ji têkoşîna hebûnê mezin bû, sala 1991'ê dema ku serhildana gel derkete asta herî bilind, di emrê ciwantî de tevlî nava refên têkoşînê bû. Soz da ku bibe milîtanekî serketî yê Rêber Apo.

Hevalê me Perwer li Heftanîn û Botanê dest bi gerîlatiyê kir. Bi çalakbûn û ciwantiya xwe di demeke kin de di şer de serwext bû û berê xwe da herêma Dersim-Koçgirî. Demeke dirêj li Dersimê ma û derbên giran li dijmin da. Bi ruhê êrîşê tevlî dehan çalakiyan bû, her wiha bi dehan çalakî bi xwe bi rê ve bir û derbên giran li dijmin xist. Yek ji wan hevalên me bû ku ji belavbûna gerîla li qada Koçgirî re pêşengî kir. Hevalê me perwerde bi pratîka xwe ya Dersim-Koçgirî û tecrûbeya xwe ya di şer de veguherand pratîkeke serketî ya fermandariyê. Di nava 27 salên gerîlatiya xwe de li Botan, Zagros, Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî çalak têkoşiya. Ji sala 2011 heta 2012'an di şerê gel ê şoreşgerî de tevî fermandarê Zagrosan Reşîd di fermandariya eyaletê de cih girt û bû yek ji fermandarên me ku çalakiyên wê wextê bi xwe bi rê ve dibir.

Hevalê me Perwer bi fedakariyeke mezin her tim hewl da wezîfeya jê re hate dayin bi cih bîne. Bi ked û tecrûbeya xwe ya leşkerî li hemû qedemeyan bi erk û wezîfeyê rabû. Herî dawî cihê xwe di nava Konseya Fermandariyê ya HPG'ê de girt. Her wextê bi berpirsyariya xwe rabû.

Hevalê me Perwer ku li cem Rêber Apo perwerde dît, li her qada lê têkoşiya bû milîtanekî serketî yê Rêber Apo. Di kêliyên herî giran ên şer de ji xeta Rêbertî tawîz neda, bi fedakarî û dilsoziya bi tevgerê re kedeke mezin da.

Hevalê me Perwer ku li her qada pratîkê bû şervan û fermandarekî pêşeng, di nava salên bê eman de di şer de gelek caran birîndar bû. Tevî vê yekê jî kêliyekê jî xw ji têkoşînê venegirt. Tevî ku hevalekî me yê birîndar bû, bû yek ji mînaken şênber ên nava PKK'ê ku nîşan dida bê îradeya mirov dikare çi bi ser bixîne. Her tim bû fermandarekî pêşeng û li her qadên dijwar bi erk û wezîfeya xwe rabû. Bi sekna xwe ya fedakar bû çavkaniya coş û moralê ji hemû hevrêyan re. Hevalê me perwerde her tim bi şervanan re bi taybetî eleqedar bû, danhevî û tecrûbeya xwe ji wan re ragihand û kedeke mezin da ji bo têkoşîna me ya azadiyê her tim bidome.

Hevalê me Perwer ji nava malbateke welatparêz hatî, ku gelek ciwanên ji derdora malbata wî tevlî nava refên gerîla bûn. Yek ji malbatên bi mînak ên Kurdistanê ye. Hevalê me Cesûr jî yek ji hevalên me yê fermandar bû ku ji heman malbatê tevlî nava refên partiya me bû û cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Ji ber şehadeta hevalê me Perwer Rohat em sersaxiyê ji malbata Ozalp a hêja, ji tevahiya gelê me yê welatparêz dixwazin. Di şexsê hemû şehîdên xwe de em careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin."