HPG: Em hevrêyê xwe Dogan Baza bi hurmet bi bîr tînin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê li ser bîranîna Dogan Baz (Ozkan Altûn) ku Gulana bihurî li Colemêrge jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyeke nivîskî da.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe got, ‘’ Weke gelek Kurdistaniyên ku li Ewropayê di nav sirgûnê de jiyane, heval Dogan jî ev jiyan bi xwe nedaye qebûlkirin. Hevalê me Dogan jiyana Ewropayê ku Kurd lê têne helandin, ji raçînka wê tê qutkirin qebûl nekiriye û di ciwantiya xwe de ketiye ser rêya welatê xwe Kurdistanê.

HPG’ê diyar kir ku Dogan Baz 2013’an tevlî nav gerîla bûye û got, bi bêrîkirina li welêt û bi dilsoziya li gel li têkoşînê xwedî derketiye.

Di daxuyaniyê de derbarê Dogan Baz wiha hate gotin:

Heval Dogan ku 2013’an tevlî nav refên gerîla bûyî bi bêrîkirina welêt û dilsoziya bi gel re li têkoşînê xwedî derketiye. Heval Dogan ku dilnizm, kedkar, fedekar û miriyê hevrêyên xwe ye, bi rengekî bê dudilî tevlî hemû kêliyên jiyanê bûye. Heval Dogan di demeke kurt de kiriye ku hemû hevrêyên wî jê hez bikin, her tiştê ku hîn bûye bi hevalên xwe re par ve kiriye û bi hemû enerjiya xwe li gerîlatiyê xwedî derketiye.

Dema ku li çiyayên Zagrosê bû, ku yek ji qada şerê giran e, li diji dijmin di eniya pêş de cih girtiye, gelek caran di şer de derbên giran li dijmin xistiye. Serhildêriya Zagrosê, bi serhildêriya giyanê xwe re gihandiye hev, di nav şer de gavekê jî ranewestiyaye, bûye şervanekî ku di her gavê de têkoşiyaye.

Hevalê me Dogan 13’ê Gulana 2017’an dema ku diçû ser peywirê bi bêsiûdiyekê şehîd bûye.

Tevlî nav karwanên şehîdan bûye ku bi xwîna xwe dîroka Kurdistanê dinivisînin. Ji ber şehîdbûna hevalê me Dogan em sersaxiyê didine malbata xwe ya hêja Altûn û hemê gelê xwe yê welatparêz. Û di şexsê hevrê Dogan de, em son dixwin ku têkoşîna xwe ya bêhempa heta Kurdistana azad, Rêbertiya Azad bidomînin.

Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Dogan Baz
Nav û Paşnav: Ozkan Altûn
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik- Bav: Nadiye - Vesîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 13’ê Gulan 2017