HPG: Em ê mîsyona xwe ya parastina Şengalê bidomînin

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, bi wesîleya 3. salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku wê mîsyona xwe ya parastina civaka Êzidî bidomînin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, di destpêka daxuyaniya xwe de mirovên di feramana 73'an de jiyana xwe ji dest dan, bi taybetî jin û zarok, şervanên ku li dijî êrîşên qirkirinê bi lehengî gelê xwe parastin û şehîd bûn bi minetdarî bi bîr anî.

HPG'ê destnîşan kir, ku ew careke din sozê didin, ew ê li dijî zîhniyeta kujer û xiyanetê, têkoşîna xwe ya tolhildanê û afirandina paşeroja azad, bi ser bixînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "3'ê Tebaxa 2014'an, yek ji civak û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn Êzidîtî, li pêş çavên tevahiya mirovahiyê cara 73'an ber bi qirkirin û tinekirinê ve hate birin. Hêzên hegemonîk û paşverûtiya herêmî, ku dixwazin li bazara siyasî ya Rojhilata Navîn û Cîhanê dest dest bin, xwestin vê çanda dewlemend a gelên qedîm ê Rojhliata Navîn ji xwe re bikin qurbanê şerê berjewendiyên xwe. Mêtingerî û hêzên paşverû yên herêmî yên li Kurdistanê, xwestin bi tifaqeke tarî-qirêj Êzidiyatiyê ji holê rakin."

XWESTIN ÊZIDIYATIYÊ TESFIYE BIKIN

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Civaka Êzidî, tevî ku baweriya herî qedîm a Rojhilata Navîn e, aliyê herî paqij ê reseniya Kurd e ku li dijî hemû êrîşên qirkirin û mêtingeriyê li ber xwe daye. Barhilgirê nirxên demokratîk û însanî yên gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e. Lewma êrîşên tinekirinê yên faşîst-barbar ên di şexsê Êzidiyatiyê de hatin kirin, êrîşên li dijî paşeroja azad û nasnameya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn e."

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê bibîr xist, ku hevrêyên wan ên ji aliyê tevgera wan ve hatin şandin û ji aliyê civaka Êzidî ve weke "12 siwarî" tên binavkirin, tevî hemû astengiyên nokeriya Kurd, hewldanên êrîşê û binçavkirinê jî, ji bo xweparastina civaka Êzidî bi rêxistin bikin, bi ked û fedakariyeke mezin xebitîn.

Fermandariyê diyar kir, gerîlayên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê ji gelek herêman bi rê ketin, dest li fermanê werdan û wiha dewam kir: "Di demekê de ku cîhanê tenê li van êrîşên barbar temaşe dikir û hêzên herêmî jî bêyî li pişt xwe binere reviyan, tenê hêzên fedayî yên gelê Kurdistanê berê xwe dan Şengalê û bi sed hezaran mirov bi rengekî ewle ji Şengalê derxistin û bi êrîşeke dijber, berxwedana Êzidiyan bi rêxistin kirin. 

Fermandariyê destnîşan kir, ku bi 286 şehîdan û bi sedan birîndaran wan Şengal a azad bêteredût bi fedakariyeke mezin heta dawiyê parastine.

EM Ê MÎSYONA XWE YA PARASTINÊ BIDOMÎNIN

Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Bi şikandina êrîşên qirkirinê re, me êrîşên ji bo tinekirina hebûna Êzidiyan têk birin û bi vî rengî wezîfeyeke girîng bi cih anîn. Em şoreşgerên Kurdistanê, li ku derê û kengî dibe bila bibe, li dijî her şêwe êrîşên dagirkerî, talan û qirkirinê yên li hemberî gelan, bi erka şoreşgerî ya Apoyî em ê bê teredût li ber xwe bidin û gelên xwe biparêzin. Wezîfeya me ya bingehîn û berpirsyariya me ji vê nuqteyê û pê dest pê dike. Rola sereke ya gerîlayên Kurdistanê ew e, ku sedemên rê li ber fermanê vekirine nîşan bidin, bi vî rengî li dijî êrîş û fermaneke gengaz, gel ji aliyê zanebûn, xweparastin û xwerêvebirinê ve bixin nava pozîsyoneke berxwedanê û bi vî rengî azadiyê misoger bikin. Bersiva herî rast a li fermanê ew e, ku civaka Êzidî bibe xwedî xwerêveberî û xweparastinê, li ser bingeha nirxên çandî-neteweyî-baweriyê, bibe xwedî hêz û îradeyê. Li ser vê bingehê, heta ku hewldanên dagirkirina Şengalê, planên qirêj ên nokeriyê bidome, heta ku gefa Tirk hebe, em ê pozîsyona xwe ya parastina Şengalê û gelê Şengalê bidomînin.

BANGA PARASTINA XWERÊVEBERIYA CIVAKA ÊZIDÎ

Fermandariyê bang li hemû hêzên li Şengalê ji bo azadiya Şengalê tevdigerin kir, ku li ser bingeha pêkanîna xwerêveberî û xweparastina civaka Êzidî, li hev bicivin, di bin sîwanê fermandariyeke hevpar de bibin yek, li ser vê bingehê rê li ber pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê vekin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hemû hêzên di nava hewldanên qirkirinê de cih girtin, yên piştgirî dane û çavên xwe jê re girtine şermezar dikin û dibêjin, li ser bingeha azadiya welatê me, ku hesreta şehîdên me û Derwêşan e, em ê ber bi serketinê ve bimeşin."