HPG: Em ê ji kujerê gelê Kurd hesap bipirsin

HPG’ê sersaxî ji malbata Îbrahîm Hesen re xwest ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li gundê Dêşîşê yê Kanî Masiyê şehîd bûbû. HPG’ê got “Em ê teqez hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Îbrahîm Hesen ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 13’ê Tebaxê de Îbrahîm Hesen (50) ê ku 6 zarokên wî hene li gundê xwe Dêşîşê yê Kanîmasiya Amêdiyê dema li ser baxçeyê xwe bû, di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye. Em ji gelê Dêşîşê re yên ku dev ji axa xwe bernedane û bi helwesta welatparêziyê tevgeriyane û ji malbata Îbrahîm Hesen ê ku hatiye kuştin re sersaxiyê dixwazin.

Artêşa Tirk a dagirker a ku nikare berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bişkînin û hemû derfetên xwe seferber kiriye, bi awayekî hovane êrişî gelê Kurd ê sivîl dike. Dewleta Tirk a qirker a ku kuştina gelê Kurd ji xwe re kiriye adet û dixwaze vî tiştî normalîze bike, li herêmên ku berxwedana gerîlayan didome, cih û warên gel bomberdûman dike û mirovên me dikujin. Dixwazin Kurdan ji van herêman derxînin û di plana xwe ya dagirkeriyê de gaveke din biavêje. Lê gelê me yê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê li hemberî van polîtîkayên dijmin dev ji axa xwe bernadin û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker pûç dikin.

Em diyar dikin ku em ê hesabê van kuştinan ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.”