HPG’ê têkildarî çalakî û opersyona li Agiriyê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonên artêşa Tirk a li Agiriyê agahî parve kir.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di operasyon û çalakiyan de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku di oparasyonê de tu gerîlayên wan şehîd nebûne.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Hêzên  me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Pîroz û Şehîd Agirî de 12’ê Cotmehê saet 10:50’î li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê  Leylek ê girêdayî navçeya  Şemzînan a Colemêrgê rêze çalakiyên sekvaniyê kirine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye,  kuştin leşkerek jî birîndar bûye.

10’ê Cotmehê di saetên sibê de artêşa Tirk li devera Demîrkapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê bi tevlîbûna yekîneyên veşartî li herêmê operasyonek daye destpêkirin. Dîsa heman rojê saet 10:30’î balafirên şer û helîkopteran li qadê dane, piştî bomberdûmanê helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li qadê danîne. 11’ê Cotmehê dema ku hêzên dagirker li herêmê lêgerîn dikirin bûne hedefa hêzên me. Di çarçoveya çalakiya Pêngava Serketina Şoreşgerî de yekîneyên me li dijî hêzên dagirker çalakiyeke ya sabotajê kirin û bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin. Hêzên dagirker heman rojê bê ku encamekê bigire di saetên şevê de vekişiyan. Çapemeniya Tirk têkildarî heman operasyonê ragihandibû ku 2 gerîlayên me şehîd bûne. Di vê operasyonê de tu gerîlayên me şehîd nebûne. Artêşa Tirk a Eyaleta Serhedê bi windahî û têkçûna xwe ya li herêmê ji bo binixûmîne serî li rêbazên şerê taybet dide û nûçeyên wiha servîs dikin û rastiyan diveşêrin.

LI ZAPÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ

12’ê Cotmehê saet 20:45’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li devera Çiyayê Reş ê girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.”