HPG’ê şehîdên Xantûrê bibîr anî

HPG’ê gerîlayên HPG’ê Erîş Tîrêj û Akîf Botan ên 11’ê Tebaxê li Girê Şehîd Berxwedan a Xanûtr a Heftanînê şehîd bûbûn bibîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 2 gerîlayên ku 11’ê Tebaxê li Xantûrê şehîd bûbûn bibîr anî

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Me di daxuyaniya xwe ya 11’ê Îlonê de anîbû ziman ku li dijî dagirkerên ku li Girê Şehîd Berxwedan a Xantûrê ya herêma Heftanînê bicih bûbûn, hêzên me çalakiyek lidar xistibûn. Di vê çalakiyê de hevrêyên me Êrîş û Akîf ên bi lehengî şer kirin û derbên giran li dijmin dan, piştî çalakiyê di şerê qewimî û êrîşê hewayî de şehîd bûbûn bi raya giştî re parve kiribû.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasanv: Êrîş Tîrej
Nav û Paşnav: Adil Buyukkaya
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayikê-Bav: Yildiz – Mahmût
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/ 11’ê Tebaxa 2020

Eriş – Adil Büyükkaya

Nasnav: Akîf Botan
Nav û Paşnav: Huseyîn Arslan
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayikê-Bav: Hîkmet – Veysî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/ 11’ê Tebaxa 2020

HEVRÊ ÊRÎŞ HER DEMÊ LÊGERÎN Û XEYALA JIYANA AZAD PARAST

Hevrê Êrîş li Erziromê di nava malbatekî welatparêz de mezin bûye. Li cihê lê mezin bûye, li aliyekê xeta hevkarî ya ji rastiyê dûrketî û bûye parçeyek ji polîtîkayên helandin û li aliyê din rastiya gel a welatparêzî ya rastiya PKK’ê nas kiriye.  Hê di temenê biçûk de xwe digihîne biryardariya xeta rûmet û berxwedanê. Gerîlayê Kurdistanê yê di xeyalên wî de cihek girtîû tim bûye çavkaniya hestyariyê. Lêgerî û xeyalên azadiyê di xwebûna xwe de tim parastiye. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bûye. Hevrê Êrîş weke ewladekî leheng ê vî gelî li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê bi zanabûn hemû erk û berpirsyariyên bicih aniye û bûye xwedî seknekî mînak. Bi hevrêtî, sekna xwe ya îdeolojîk û leşkerî dîsa nîqaşên xwe bûye kesekî mînak. Di nava civaka fedayî ya PKK’ê de bûye xwedî seknekî karker, rast.

HEVRÊ AKÎF BI ÇANDA BERXWEDANÊ MEZIN BÛBÛ

Heval Akîf li nav malbateke welatparêz û kedkar jidayik bûye. Bi welatparêziya qedîm û bi çanda berxwedanê ya navenda sembol a serhildanan Nisêbînê mezin bûye .Li dijî dewleta TC'ê ku dixwaze hebûna civakî ya gelê me ji holê rake û ji koletiyê ve ti heqî jê re nas nake, ji bo her Kurdê xwedî rûmet berpirsyariya herî sereke ya jiyanî ye. Rêber Apo dema ku dibêje, ''Ji bo Kurdn berxwedan ji nan û avê zêdetir hewce ye'', balê dikişîne ser vê rastiya dîrokî. Hevrêyê me Akîf ku hay ji vê rastiyê heye û rêça berxwedanê li ber xwe danî, ji bo ku li berpirsyariyên xwe yên dîrokî xwedî derkeve, tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Akîf ku li qadên gerîla bi peywir û berpirsyariyên cihê radibe, her demê bi kesayata xwe ya dirûst dertê pêş, ji bo ku şêwaz û taktîka gerîla nûje bike bi hewldaneke mezin radibe .Hevrêyê me Akîf ku bi tempoyeke zêde tevlî nav Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê dibe û performanseke zêde nîşan dide, divêtiyên miltanîya fedayî ya Apoyî bi vîneke qeyîm û bi giyanekî mezin ê fedayî bi cih tîne.

Hevrêyên me Êrîş û Akîf li Heftanînê ku qada wan a peywira dawî bû ku bi giyanê fedayî çûbûnê, şervaniyeke li gorî jiyana xwe danîne holê û ji bo me hemûyan careke dî di şêwaz û taktîka serdema nû de perspektîfên nû danînê holê. Gelek caran kozikên dijmin bi wêrekî û biryardariyeke mezin rûxandine û di berxwedana Heftanînê de bi lehengî şehîd bûne.

Em, peyrevên hevrêyên xwe Êrîş û Akîf sond dixwin ku vî şerî bi Roja xwe re bigihîni cem hev, bi serfiraziyê tacîdar bikin, di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng, sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.''