HPG'ê şehîdên Tendurekê bi bîr anî
HPG'ê 5 gerîlayên ku 13'ê Tîrmeh û 27'ê Tîrmehê li herêma Tendurek a navçeya Giyadin a Agiriyê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi bîr anî.
HPG'ê 5 gerîlayên ku 13'ê Tîrmeh û 27'ê Tîrmehê li herêma Tendurek a navçeya Giyadin a Agiriyê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayên li Tendurekê di encama êrîşên hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûyîn, eşkere kir.
Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;
"Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 17'ê Tîrmeha me gotibû di êrîşa hewayî ya 13'ê Tîrmehê de ya artêşa TC'ê ya dagirker a li ser qada Şehîd Tûfan a herêma Tendûrekê, hevrêyên me Amargî, Ronahî û Simko şehîd bûne.
Di daxuyaniya 2'yê Tebaxê de jî me ragihandibû 27'ê Tîrmehê, li qada Diyadînê ya herêma Tendûrekê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şer derketiye û di encama şer de hevalên me Agir û Gulan bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên ku 13 û 27'ê Tîrmehê şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Amargî Arî |
Amargî– Gulşen Dogrû
Nasnav: Ronahî Eylem |
Ronahî – Hasret Nayîr
Nasnav: Simko Delîl |
Simko – Mûammer Yildirim
Nasnav: Agir Destan |
Agir – Ûgûr Aslan
Nasnav: Gûlan Heştanîn |
Gûlan – Gamî Zeybek
Li dijî şerê qikirinê yê dewleta TC'ê ya dagirker ku li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, hevrêyên me Amargî, Ronahî, Simko, Agir û Gulan ku di demên cuda de tevlî nav Têkoşîna Azadiyê bûne, ji bo ku tevgera dagirker a ku li Kurdistanê tê kirin pûç bikin bi lehengî û dilêrî şer kirine û bûne xwedî kedeke mezin. Hevrêyên me ku li cografyaya Serhedê ya asê li ser rêya gerîlatiya profesyonel dimeşiyan, di şer û çalakiyên dijî dijmin de derbên giran li dijmin dane. Hevrêyên me Amargî, Ronahî, Simko, Agir û Gulan ku her yek ji wan bîrdariyeke berxwedanê ye, bi rengekî aktîf tevlî Pêngava Serfiraziya Şoreşger a li qadê bûne û di serkeftinan de bûne xwedî kedeke mezin. Di serdemeke wiha de ku faşîzm li asta herî bilind e, her gava ku hevrêyên me ji bo azadiya gelê Kurd li Kurdistanê diavêt û her dilpa xwêdana wan, ji bo me sembola fedekarî û wêrekiyê ye.
Em hevrêyên xwe Amargî, Ronahî, Simko, Agir û Gulan ku li Tendûrekê şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin, di serî de yên malbatên hêja yên hevalên me,serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku keda ku şehîdên me ji bo azadiya Kurdistanê dane serfiraz bikin."