HPG'ê şehîdên Botan û Serhedê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li herêmên Botan û Serhedê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe yên bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehîdên herêmên Botan û Serhedê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Gelê Kurdistanê gelekî berxwedêr e ku li dijî her şêwe dagirkeriyê xwebûna xwe parastiye. Gelê me bi hezkirina welêt, berxwedêriya çandî û mîrateya berxwedanê, her tim li dijî zilmê lehengên xwe afirandiye. Bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re ya bi pêşengiya PKK'ê, nirxên welat, ax, welatparêzî û fedayetî hîn bi wate bû û 'canfedatiya ji bo dozê' di nava rastiya Kurdistanê de hîn bêhtir derkete holê. Ev yek bû sedem ku em bikevin nava vê serdema dîrokî ku gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Bêguman, bi saya destanên lehengiyê yên fedayiyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê bûn, têkoşîn gihaştiye vê astê.

Hevrêyên me Hamza (Mazlûm Boztaş), Kemal (Hizir Tûran), Rênas (Dogan Cengîz), Verzaba (Hosrov Tekîn), Avareş (Mûrat Ozdemîr) û Dijwar (Îsmet Er) ku şopdarên vî nifşê canfeda ne, di berxwedana sala 2018'an de li Botan û Serhedê di demên cuda de di operasyon, şer û êrîşên hewayî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di sala 2018'an de dijminê mêtinger bi rengekî bê perwa êrîşî gelê me kir. Hevrêyên me Hamza, Kemal, Rênas, Verzaba, Avareş û Dijwar ên rê nedan dijmin û di vê oxirê de şehîd bûn, em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan ên hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya ku şehîdên me radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin û têkoşîna 'Rêberê Azad - Kurdistana Azad' ku xewn û xeyalên wan e, bi ser bixînin."

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Hamza Serhat
Nav paşnav: Mazlûm Boztaş
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Songul-Reşat
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Nasnav: Kemal Devran
Nav paşnav: Hizir Tûran
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Kûtir-Hacî
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Nasnav: Rênas Sîpan
Nav paşnav: Dogan Cengîz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Bînnaz-Bayram
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Nasnav: Verzaba Xamûr
Nav paşnav: Hosrov Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Rihan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex

Nasnav: Avareş Erdal
Nav paşnav: Mûrat Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Fadîme-Faîk
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Îlona 2018'an / Gabar

Nasnav: Dijwar Agir
Nav paşnav: Îsmet Er
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Sariye-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Îlona 2018'an / Gabar