HPG'ê şehîd Kawa Ararat bi bîr anî

HPG'ê gerîla Dogan Kiran bi nasnav Kawa Ararat ku di sala 2015'an de li Xakurkê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîla Kawa Ararat daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Ewladê leheng ê Serhedê hevrêyê me Kawa Ararat sala 2015'an ku yek ji demên herî giran ên êrîşên dijmin bû, li Xakurkê şehîd bû. Hevrêyê me Kawa ku bi bawerî, dilsozî û biryardariyeke mezin tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bû, bû reberekî ciwanan ku ji ciwanên Kurdistanê hemûyan re bibe mînak. Di nava têkoşîna me ya azadiyê de ku weke ciwanekî şoreşger ê Serhedî tevlî bû, xwe bi taybetmendiyên milîtaniya Apoyî xemilan, bû milîtanekî pêşeng û li ser xeta şehîdan weke şervanekî xurt têkoşiya.

Di serî de malbata hêja ku şoreşgerekî leheng ê mîna hevrêyê me Kawa tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Kawa Ararat bi vî rengî ne:

Nasnav: Kawa Ararat
Nav paşnav: Dogan Kiran
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Muslumad-Cesîm
Dem û cihê şehadetê: 2015 / Xakurkê

Di destpêka sedsala 20'an de ku rastiya welatê me hate înkarkirin û qirkirin li ser gelê me hate ferzkirin, li Çiyayê Agirî bi pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskê Têlî berxwedaneke dîrokî destpê kir. Ev tevgera berxwedanê ku li tevahiya herêma Serhedê belav bû, hêviya azadiyê ya gelê me nû kir. Dewleta Tirk a qirker ku li gel komkujiyan jî nekarî gelê me ji daxwaza azadiyê vegerîne û tevî ku bi vê yekê jî zanî bû, careke din rahişt çeka xwe ya komkujiyê û bi deh hezaran mirovên me yên sivîl, zarok, extiyar qetil kir. Dewleta Tirk a dagirker kete nava wê xefletê ku bi van komkujiyan wê karibe agirê azadiyê yê li serê Çiyayê Agirî vemirîne û gelê me ji doza wan a mafdar vegerîne. Lê belê agirê azadiyê ku di dilê gelê me de geş bû, ti carî venemirî, dem hat bi rastiya PKK'ê ji nû ve weke meşaleyeke azadiyê li Agirî û tevahiya çiyayên welatê me geş bû. Berxwedana hemdem a bi pêşengiya partiya me PKK'ê destpê kir, bandor li xelkê me yê Serhedê jî kir ku hêviya xwe ya ji bo azadiyê ti carî kêm nekir û hîn ji destpêkê ve xelkê me yê Serhedê bi coş û kelecaneke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi mezinbûn û pêşketina têkoşîna me re xelkê me yê Serhedê bi hezaran ewladên xwe yên hêja tevlî nava refên azadiyê kir, bi vî rengî hewl da ku wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne.

Hevrêyê me Kawa jî li Agiriyê li nava rastiyeke bi vî rengî ya gel, bi bandora çanda berxwedanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku derdora wî welatparêz bû, hîn bi çûkanî partiya me PKK û têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Lê belê di dema xwendina lîseyê de bi alîkariya hevalekî xwe partiya me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Bi taybetî her ku derewên şerê taybet ên dijmin ên ji bo reşkirina Partiya me nas kir, hîn bêhtir têgihişt. Her ku partiya me û têkoşîna azadiyê nas kir, rastiya dijmin jî baştir fêhm kir û baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi têkoşînê bersiv ji vî dijminî re dikare bê dayin. Ji bo vê jî destpêkê tevlî nava karên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Di vî karî de tevgera Apoyî hîn ji nêz û kûrahî nas kir. Piştî ku hevalê wî yê ku têkoşîn jê hîn bû dîl kete destê dijmin, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Kawa kir. Hevrêyê me Kawa ku diyalektîka pêşketinê ya têkoşîna me zû fêhm kir, yekser li dijî vê êrîşa dijmin têkoşîn hîn mezintir ki û bersiv da. Hevrêyê me Kawa bawer kir ku dilsoziya bi hevrêtiyê tenê bi vî rengî dikare bi cih bîne, çiyayên Kurdistanê jî weke qada herî bi bandor a têkoşînê dît û sala 2011'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Kawa ji herêma Xakurkê tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya xwe ya destpêkê jî li vê herêmê wergirt. Tevî ku li bajêr dûrî jiyana çiyê mezin bû, bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava jiyanê bû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi perwerdeya wergirtî rastiya me ya Partî û Rêbertî hîn baştir fêhm kir, bêçaretiya polîtîkayên şerê taybet ên dijmin a li hemberî vê rastiyê careke din fêhm kir. Ji xwe re ki armanca destpêkê ku di felsefeya Rêbertî de xwe kûr bike, bi vê armancê xwe di çarçoveya analîz û parêznameyên Rêbertî de perwerde kir. Hevrêyê me Kawa bi rêya perwerdeyê bandora sîstema kapîtalîst a li ser xwe yek bi yek avêt, her roj hîn bêhtir nêzî azadiyê bû. Di demekê de ku têkoşîna me ya azadiyê ya li dijî dagirkeran di asta herî bilind de bû, beşdarî nava refên gerîla bû, lewma xwe bi rengekî lez di rêbaz û taktîka gerîla de perwerde kir, bi piştgirî û tecrûbeya hevrêyên xwe bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Kawa beşdarî Operasyonên Şoreşger ên Şemzînanê bû ku bi pêşengiya fermandarên me yên efsanewî Reşîd Serdar û Rojîn Gewda hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de bi kedkarî û fedakariya xwe bal kişand û li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Kawa ku bi tevlîbûn, kûrbûn û pratîka serketî ya di pêvajoya pêngavê de li pêş bû, piştre tevlî gelek karên cuda bû. Tecrûbeyên xwe jî bi hevrêyên xwe yên nû re parve kir, ev yek ji bo xwe weke wezîfe û berpirsyariya hevrêtiyê dît û çi destê wî hat, pêk anî.

Hevrêyê me Kawa pratîka xwe ya gerîlatiyê hemû li Xakurkê kir, li vir tevî gelek hevrêyên me yên hêja mil bi mil têkoşiya. Hevrêyê me Kawa bi tevlîbûna xwe ya bêteredût, bi kesayetiya xwe ya hêja, kedkar, fedakar û dilnimz bû milîtanekî Apoyî ku ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak."