HPG’ê şehîd Demhat Bedar bi bîr anî

HPG’ê Demhat Bedar (Mehmet Can Korkmaz) ê ku li Dêrsimê şehîd bûye bi bîr anî û got “Wî li her qadê li dijî dagirkeran şer kir û bûye yek ji hevrêyên me yên fedaî.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye

“Demhat Bêdar ê ku yek ji fermandarên pêşeng ê PKK’ê, zarokê mêrxas ê gelê Mêrdînê yê ku gelê serhildanê ye, di 28’ê Sibata 2020’an de li Dêrsimê di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî nav karwanê nemiran bû. Hevrê Demhat meşa xwe ya şoreşgerî bênavber domand, li her dera Kurdistanê gerîlatî kir, li her qadê li dijî dagirkeran têkoşîneke bêhempa meşand û mohnra xwe li dîroka têkoşîna me da.

Malbata hêja ya hevalê me Demhat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Mêrdînê re dixwazin.

Nasnameya hevalê me Demhat Bêdar wisa ye

  Nasnav: Demhat Bêdar

  Paşnav: Mehmet Can Korkmaz

  Cihê jidayikbûnê: Nisêbîn

  Navê dê û bav: Naciye - Ahmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Sibatan 2020’an / Dêrsim

Partiya me PKK ku di pêşengiya Rêber Apo de pêş ket, kevneşopiyeke berxwedanê ya dîrokî ku her kêliyan dibe destan afirandiye û ev têkoşîna bi rûmet veguheriye nirxên ku bi xwîna şehîdên me hatine afirandin. Gelê me yê ku di bin êrîşên dijmirovahî yên dagirkeran de can dide, li hemberî vê berxwedana bi rûmet a zarokên xwe bêdeng nemaye û bi biryardariyeke mezin tevlî meşa azadiya Rêber Apo bûye. Serhildanên ku di dîroka Kurdistan û cîhanê de bêhempa ne û bûne israra jiyana azad a gelê Kurd û bûye şênberiya rastiya gel a ku xwe bi serhildanan diafirîne. Têkoşîna me ya ku bi pêşketina berxwedana gerîlayan re bû gel, ji destpêka salên 90’î û vir ve bi serhildanan derbasî qonaxeke nû bû. Kevneşopiya serhildanê ku agirê wê li Cizîr û Nisêbînê hat pêxistin, li seranserî Kurdistanê bi taybetî li Bakur belav bû û mizgîniya şoreşa me ya vejînê ya neteweyî da. Gelê me yê welatparêz bi berxwedanê bersiv da êrîşên dagirkeriyê, ji dil û can xwedî li felsefeya azadiyê ya Rêber Apo derket.

Bajarê me yê Mêrdînê yê welatparêz ku bi fedakarî piştgirî da berxwedana gerîla ya dîrokî û bi dehan zarokên xwe yên qehreman şandiye nav refên têkoşînê, ji roja ku partiya me pêş ketiye û vir ve, bi biryardarî tevlî berxwedanê bûye. Bajarê me yê Mêrdînê ku yek ji navendên ku nasnameya jinê di jiyanê de li Kurdistanê li pêş û diyarker e, di têkoşînê de jî ev nasname nîşan daye û serhildanên ku bi pêşengiya jinê pêş ketiye jî mohra xwe li dîrokê daye.

Dewleta Tirk a mêtinger ku yekbûna gelê me yê welatparêz  a bi PKK’ê re ji xwe re wekî xetereyeke mezin dîtiye, xwest vê xeta berxwedanê parçe bike û wekî li her dera Kurdistanê jî li hemberî gelê me yê Nisêbînê jî êrîşên dijmirovahî kiriye. Gelê me yê welatparêz ê ku di xeta jiyana bi rûmet de israr kiriye, li hemberî asîmîlasyon, înkar û îmhayê dest bi berxwedaneke mezin kiriye. Dagirkerên ku dixwestin xeta PKK’ê ya pêşketî û serkeftî tune bikin, xwestin bi darê zorê gelê me ji xaka qedîm a bi hezaran salan lê dijîn, derxînin. Gelê me yê ku bi felsefeya Rêber Apo vejiyaye, li gel van hemû êrîşan jî her cihê xwe veguherand qada berxwedanê û êrîşên dagirkeran careke din pûç kir. Hevrê Demhat ê ku li Mêrdînê, Nisêbînê, di malbateke eşîra Torî ya welatparêz de ku kevneşopiya berxwedan û serhildanê lê serdest e, ji dayik bûye. Hevrê Demhat ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçar maye tevî malbata xwe koçî Stenbolê bike. Hevrêyê me Demhat ku ji eşîra Torî ya têkoşer e, hişmendiya wî ya welatparêziyê her tim zindî ye, tevî ku dûrî axa welat mezin bûye jî ji malbat û derdora xwe ya welatparêz fêrî çanda berxwedanê bûye, nirxên Kurdistanê fêm kiriye û wisa mezin bûye.

Hevrêyê me Demhat ku li metropolên mêtingeran mezin bû, ji nêz ve bûye şahidê polîtîkayên asîmîlasyonê ku dagirker ciwanên Kurd dikin hedef.  Hişmendiya wî ya welatparêziyê, berê wî daye têkoşînê û ew aniye ba PKK’ê. Hevrê Demhat ji bo felsefeya Rêber Apo, berxwedana dîrokî ya PKK’ê û şerê mezin ê ku gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê didomîne fêm bike, lêkolînên kûr kiriye û bi van lêkolînan re bêtir nêzî têkoşînê bûye. Hevrêyê me yê ku li zanîngehê beşa mamostetiyê dixwend, pê hesiya ku divê li hemberî êrîşên dijmin ên di vê pêvajoyê de pêş ketine bibe bersiv û bi tevlîbûna nava xebatên ciwanan dest bi xizmeta têkoşîna şoreşgerî ya gelê me kir. Hevrêyê me Demhat tişta ku hîn bûye li derdora xwe û ciwanan par ve dikir û pêşengî kiriye. Ligel ku ew xwedî wê biryardariya tevlîbûna nav refên gerîlayan bû jî ji ber pêdiviyên têkoşînê di nav têkoşîna ciwanan de maye. Hevrêyê me Demhat ku weke her Kurdekî li hemberî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêbertiya me, gelê me û hemû nirxên pîroz ên ku bi têkoşîna me ya azadiyê hatine afirandin, bi hêrseke mezin ev komplo hîs kir û ev komplo qet qebûl nekir. Di dema komployê de wî berê xwe day çiyayên Kurdistanê.  Hevrê Demhat dema ku xwest tevlî nav refên gerîla bibe, dewleta Tirk a dagirker ew girt û xist zindanê. Hevrê Demhat 6 mehan di zindanê de ma, di vê pêvajoyê de hêrs û biryardariya wî zêdetir bûye. Hevalê me Demhat 6 caran hewl da ku tev li gerîla bibe, her carê ji aliyê dagirkeran ve dihat astengkirin. Hevrê Demhat dev ji tevlêbûna gerîla bernade û hemû rê ceriband. Hevrê Demhat bi îradeya xwe ya mezin hemû astengî derbas kir û di dawiyê de gihişt xeyalên xwe û di sala 2002’an de tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû, hemû hewldanên dagirkeran pûç kir û serfiraziya xwe ya yekemîn a di nav refên têkoşînê de bi dest xist.

Hevrêyê me Demhat li dijî hêzên ku dixwestin Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku paşeroj û vîna gelê me yê birûmet e, ji hundir û derve tasfiye bikin xeta Rêber Apo bi milîtanî parastiye, bêyî teredût di xeta şehîdan de bi lehengî meşa xwe berdewam kiriye û weke milîtanê pêvajoyên zehmet bi tevlîbûna xwe bûye hevrêyekî bi mînak. Hevrêyê me yê ku pratîka xwe ya yekem li qada Kelareşê pêk anî, zû xwe pêş xist û di demeke kin de bû pisporê taktîkên gerîla. Hevrêyê me yê ku hemû ruh û fizîkê xwe fedayê têkoşîna şoreşgerî kir, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de li hemberî hemû zehmetiyên hatin serê wî, dest ji têkoşînê berneda û dizanîbû ku ew mîna av û nan hewcedarî bi azadiyê heye û li ser vê bingehê her kêliya jiyana xwe ji bo têkoşînê daye. Hevrêyê me Demhat ku li dijî her dagirkerekî ku gav davêje ser axa Kurdistanê xwedî tol, kîn û hêrseke bêsînor e, hêrsa xwe di şerê xwe de jî nîşan daye. Ji hevrêyên xwe gelek hez kiriye û ji aliyê hevrêyên xwe ve jî gelek hatiye hezkirin û li her hawirdora ku lê bû kelecan, moral, vîn û hêz daye. Dilsoziya wî ya bi Rêbertî re bi germahiya sohbeta xwe, sekna wî ya kedkarî û têkiliyên wî yên hevrêtiyê re nîşan dida. Di vê mijarê de lêhûrbûnên kûr jiyaye û hevrêyên xwe jî xistiye nava lêhûrbûnê. Hevrêyê me yê ku li her lûtkeya Kurdistanê bi taybet li Botan, Mêrdîn û Dêrsimê li ber xwe da, li derveyî sînorên welat têkoşîna xwe ya şoreşgerî bi serketî meşand.

Hevrêyê me Demhat, piştî têkoşîna xwe ya serkeftî li Bakurê Kurdistanê, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, di sala 2005’an de ji bo xwe di xeta fedaîbûna PKK’ê de kûr bike derbasî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me yê ku li pey mîrateya dîrokî ya şehîdên azadiyê meşiya, lêhûrbûnên xwe yên kûr derbasî pratîkê kiriye û bûye milîtanekî mînak a ku cewher û peyva wî yek e. Hevrêyê me Demhat bi perwerdehiyên ku dîtiye di felsefeya Rêber Apo de kûr bûye, mîna milîtanekî fedaî her roj asta têkoşîna xwe bilind kiriye. Hevrêyê me Demhat ku di sala 2009'an de careke din derbasî Bakur dibe, heta sala 2013'an li Bakurê Kurdistanê pratîk kir û di gelek darbeyên li dijî dagirkeran de rola pêşeng lîst. Hevrêyê me Demhat ê ku ji bo pratîkkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî kedeke mezin da, erk û berpirsyariyên serdemê bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me yê ku vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û ezmûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir, bi perwerdeyên ku dîtî bû şervanekî fedaî û fermandarê pêşeng ê gerîlayên Modernîteya Demokratîk. Daxwaz û xeyala herî mezin a hevrêyê me Demhat ew bû ku li hemû qadên Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Li ser vê bingehê berê wî, dilê wî û mejiyê wî her tim li Bakurê Kurdistanê bû. Bi ezmûn û daneheva ku di encama keda salan de afirandiye, bûye hevrêyê hevrêyên li kêleka xwe, bûye pêşengê jiyan û şer. Bi şêwaza xwe ya bi çalak û zindî cihê wî di jiyanê de pir diyar bûye. Hêrs û kîna bêdawî ya li hember dagirker û mêtingeran ew her tim bi hêz hiştiye. Hevrêyê me ku ji bo hilanîna tola şehîdên me yên nemir û pêkanîna xeyala wan a Kurdistana azad bêwestan xebitî, her tim bi barê mezin ê li ser milê xwe û giraniya wezîfeyên şoreşgerî hesiya û li ser vê bingehê tevlîbûn esas girt.

Hevrêyê me Demhat ê ku armanc kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, derbên giran li dagirkeran bide û bersivê bide pêvajoyê, li ser vê bingehê her tim bi israr bû. Hevrêyê me yê ku pêşniyara wî hat qebûlkirin, di sala 2017’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê Dêrsîmê û bi hevrêyên xwe re 3 salan berxwedaneke destanî pêk anî. Hevrêyê me yê ku erka xwe ya fermandariya pêşeng a li Dêrsîmê bi rêk û pêk bi cih anî, taktîka gerîla ya serdema nû bi awayekî serkeftî xist pratîkê û derbên giran li dagirkeran xist.

Mîrateya têkoşînê ya ku milîtanê pêşeng û fermandarê me Demhat li dû xwe hişt, ku di navenda fedaîbûnê de li ser fedaîbûnê kûr bû û xeta berxwedan û serketinê ya PKK'ê di jiyanê û şer de pratîk kir, wê her tim rêya me ronî bike.