HPG'ê şehîd Alî Firat bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê gerîla Alî Firat bi bîr anî ku sala 2018'an li Manîsayê şehîd bû û got, "Em ê xwîna şehîdên xwe yên fedaî ti carî li erdê nehêlin, meşa wan a fedaîtiyê ji xwe re bikin esas û armanca wan bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayê şehîd bû daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Hevrêyê me Alî Firat ku şopdarê xeta Zîlan û milîtanê fedaî yê Apoyî bû, di 13'ê Tîrmeha 2018'an de li Manîsayê dema ku bi erka xwe radibû, li polîsên dewleta Tirk rast hat, tevî ku bêçek bû ji aliyê dijmin ve hate înfazkirin û şehîd ket. Agahiyên li ser bûyera şehadetê ji aliyê me ve hate zelalkirin. Di salvegera şehadeta hevrêyê xwe de bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi vê wesîleyê sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Em soz didin ku mîna hevrê Alî xwîna şehîdên xwe yên fedaî ku şopdarên Zîlan in ti carî li erdê nehêlin, meşa wan a fedaîtiyê ji xwe re bikin esas û armanca wan bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Alî Firat bi vî rengî ne:

Nasnav: Alî Firat
Nav paşnav: Nacî Dayangaç
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Husna-Kasim
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2018 / Manîsa

Hevrêyê me Alî Firat li navçeya Xîzan a Bedlîsê li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Alîkanê ji dayik bû. Bi çanda civakî ya qedîm a herêma Garzanê û bi welatparêziyê mezin bû. Hîn zarok bû, tevî malbata xwe koçî Mersînê kir û li wir mezin bû. Hevrêyê me Alî ku heta lîseyê xwend, piştî demekê dest ji dibistanê berda û ji bo tevkariyê li aboriya malbatê bike weke karkerekî xebitî. Li vê derê pê hesiya bê ked, keda karkeran çawa tê talankirin. Hevrêyê me Alî ku bi jiyana sîstema heyî re ne li hev bû, li ser pirsgirêk û nakokiya civakî kûr bû û kete nava lêgerînekê. Dema ku li çareya pirsgirêkên civakî digeriya, meyl û îdeolojiyên cuda lêkolîn kir, lê dawiya dawî bala xwe çû ser ciwanên şoreşger û tevlî karê ciwanan bû. Hevrê Alî hem tevlî karên ciwanan bû hem jî serhildanan, di vê pêvajoyê de rastiya gelê Kurd, têkoşîna azadî û hebûnê ya bêeman a gelê Kurd, berdêlên di vê têkoşînê de têne dayin, nas kir. Hevrêyê me Alî di heman demê de felsefe û îdeolojiya Rêber Apo nas kir, bi vî rengî bi çavekî cuda li cîhanê nihêrî, gihîşt wê hêzê ku çareseriyeke mayinde ya şoreşgerî û bingehîn ji pirsgirêkên civakî re peyda bike. Hevrêyê me Alî her ku Rêber Apo dixwend hêza xwe ya çareserî û fikrî hîs kir û bi vê kelecanê hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bû. Bi taybetî kete bin bandora hevrêyên şehîd, ji bo bilindkirina ala têkoşînê ya şehîdan û pêkanîna armancên wan biryar da ku evlî nava refên gerîla bibe. Bi vê têgihiştinê di sala 2013'an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Alî li Amedê tevlî nava hevrêtiya gerîla bû, pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê jî li vir pêk anî. Kelecana gerîlatiya li Bakur, hevrêtiya gerîla li Amedê kêfxweşiyeke mezin da hevrêyê me Alî. Di sala 2013'an de di encama vekişîna li ser bingeha pêvajoya çareseriya demokratîk de ji Amedê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê piştî ku perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê wergirt li Heftanînê hate wezîfedarkirin. Li bakurê Heftanînê, bi bêhna xaka Botanê gerîlatiyeke çalak kir. Li qada Deriyê Dawetiya ya Heftanînê pratîk kir, bû xwedî tecrûbe û danheviyên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Alî ku ciwanekî jîr û rewşenbîr bû, li gel hostatiya di karê pratîkî û hunera şer de her wiha giranî da ser perwerdeya îdeolojîk. Di serî de parêzname û analîzên Rêber Apo li ser nivîsên hevrêyên me yên şehîd kûr bû. Ya ku herî zêde bandor li hevrêyê me Alî kir, nameyên hevrêyên me yên fedaî yên beriya çalakiyê bûn. Hevrêyê me Alî di nameyên şehîdên me yên fedaî de fedakariya bêdawî, pakbûna ji qirêjiyan, asta herî bilind a baweriyê, biryardariya xurt û hêrsa tolhildanê ya li dijî dijmin dît. Di şexsê fedaiyan de dît ku çalakiyên fedaî mohrê li dîrokê dixe û ji xwe re kir mînak. Li ser vê bingehê di sala 2015'an de ji bo bi rêbaza fedaî têbikoşe tevlî nava Hêzên Taybet bû.

Hevrê Alî ku tevlîbûna nava PKK'ê weke yek ji biryar û xalên herî girîng ên jiyana xwe pênase kir, tevlîbûna nava Hêzên Taybet û fedaîbûnê jî weke yek ji van biryarên girîng nirxand. Hevrêyê me Alî piştî tevlîbûna di hawîrdora fedaiyan de, bêhesab beşdar bûye û bûye xwedî meşek bêdudilî, bêguman û bi cesaret. Di bîrdoziya Apoyî de xwe kûr kir, hevrêtiya xwe bi qasî karî bi hêz kir, bi nirxên me yên manewî re bi hev re hêzek hestyarî û ramanî ya bilind di xwe de afirand. Bi perwerdehiya ku dîtî û asta ku bi dest xistiye, karî bibe hevrêyek dilsoz û şopdar a xeta Zîlan (Zeynep Kinaci). Hevrêyê me Alî ku li hemberî dijmin bi kîn û hêrseke mezin tijî ye, her tim ketiye nava lêgerîna ku mîna Zîlan derbe li dijmin bixe. Li ser vî esasî bû xwedî lêgerîneke girîng û tevlîbûneke xurt, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û li wir tevlî pratîka gerîla bû.

Hevrêyê me Alî bi rûkeniya xwe, bi kesayetiya xwe ya bi moral, bi karakterê xwe yê xurt û bi cîhana ruhî ya ku bi xwendina helbestan ve dewlemend kiriye, bûye milîtanekî fedaî ku hemû hevrêyên wî dikarin xwe bispêrin wî. Di vî warî de karîbû hezkirin û hurmeta her hevrêyek xwe bi dest bixe û xwedî bandoreke xurt bû. Her kar û berpirsiyariya ku digirt bi pîvana serketinê nêz dibû û têkçûn qebûl nedikir. Hevrê Alî bi dilê xwe yê tijî kelecana şoreşgerî li ser dijmin meşiya, di qadên herî zehmet de pratîkê tercîh dikir. Ew xwedî helwest û beşdariyeke mînak bû.

Hevrêyê me Alî di 13'ê Tîrmeha 2018'an de li Manîsayê di çarçoveya wezîfeyekê de li mala ku lê dima rastî polîsên dewleta Tirk hat û ligel ku bêçek bû ji aliyê dijmin ve hat înfazkirin û gihîşt şehadetê. Di şexsê hevrêyê xwe Alî Firat de em soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe biparêzin, ala têkoşînê bilind bikin û armancên wan bi cih bînin."