HPG'ê sê gerîlayên li Herekolê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Nûda, Kendal û Garzan bi bîr anî, ku Îlona 2021'ê li Herekolê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"18'ê Îlona 2021'ê li qada Navser a Herekolê, di êrişên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Nûda, Kendal û Garzan şehîd bûn. Li dijî êrişên dijmin ên ku bi hemû teknîka xwe li dijî şervanên azadiyê yên gelê me dike, hevrêyên me Nûda, Kendal û Garzan ji bo bersivê bidin, bi ked û biryardariyeke mezin derbasî herêma Botanê bûn. Bi rola xwe ya dîrokî têkoşiyan û bi vê sekna xwe tevlî karwanê şehîdan bûn. Wezîfeya şoreşgerî ya ku van hevrêyên me yên hêja radestî me kirine, bi dilsoziya bi têkoşîn, sekn û bîranînên wan em ê bi cih bînin, em soza vê yekê dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Nûda Sumbul
Nav paşnav: Evîn Arslan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Necîbe-Xelîl
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Îlona 2021 / Herekol

Nasnav: Kendal Azad
Nav paşnav: Mazlûm Mat
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Selamet-Mehmet Naîm
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Îlona 2021 / Herekol

Nasnav: Garzan Sason
Nav paşnav: Kûbîlay Acet
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Gulten-Mehmet Can
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Îlona 2021 / Herekol

NÛDA SUMBUL

Hevrêya me Nûda li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji civateke ku gelek tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû û şehîdên xwe hene, hevrêya me Nûda di zarokatiya xwe de bi guhdarîkirina li destanên lehengiyê yên şehîdan û gerîlayên Kurdistanê mezin bû. Ji ber ku bi vî rengî mezin bû, bi hevrêya me Nûda re hişmendiyeke bingehîn a Kurdîtiyê çêbû. Tevî ku piştre li dibistanên mêtingeran xwend jî ev rastiya wê neguherî. Bi berpirsyariya ji nûnertiya nasname û çanda hezaran salî ya di kesayetiya xwe de, her tim bi berpirsyarî nêzî derdora xwe bû û timî bûyerên li nava civaka me lêpirsîn dikir. Hevrêya me Nûda di vê çarçoveyê de partiya me PKK nas kir û li dijî êrişên dijmin ên li ser gelê me ji heft heta heftê salî, li hemberî hewldanên tepisandina gelê me û bicihanîna polîtîkayên qirkirinê, gihîşt wê baweriyê ku divê teqez têbikoşe. Hevrêya me Nûda diyar dikir ku her ciwanên Kurd ên bi rûmet divê li pêşberî vê rastiyê teqez bikevin nava liv û tevgerê, gelê me ji bin vê zexta qirkirinê rizgar bikin. Hevrêya me Nûda sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû û rêbaza herî rast a têkoşînê nîşan da. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, navê metka xwe li xwe kir ku sala 2011'an li Geliyê Tiyarê şehîd bû, çeka wê hilda û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan da. Piştî tevlî nava refên gerîla bû, hewl da felsefeya Rêber Apo fêhm bike, li gorî wê felsefeyê bijî û di vê armanca xwe de jî bi ser ket. Bi fedakariya xwe ya li nava jiyanê û bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta Rêbertî bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Nûda bi hezkirineke mezin bi têkiliyên hevrêtiyê ve hate girêdan ku yek ji nirxên bingehîn ê milîtanên PKK'ê ne ku ji bo afirandina civak û welatekî azad li hev kom bûne. Di her kêliya jiyana gerîla de hem kete bin bandora hevrêtiya PKK'ê hem jî bandor li hevrêyên xwe kir. Hevrêya me Nûda rêbaza kar a hevgirtina fikir û çalakiyê ya Rêber Apo ji xwe re kir esas, bi pratîka xwe ya ku gotin û pratîk yek e, bû milîtaneke mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Nûda li Zagros, Zap û gelek herêmên Başûrê Kurdistanê gerîlatî kir, li qada Botanê ku xeyala her gerîlayên azadiyê ye, bi gelê Botanê re li dijî dijminê qirker têkoşiya. Armanca wê ya herî mezin a ji daxwaza çûyîna herêma Botanê ew bû ku dixwest paradîgmaya civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê ya Rêber Apo bixe meriyetê. Bi coşa bicihanîna vê armanca xwe tevlî bû û bandor li gelê Botanê û hevrêyên xwe kir. Hevrêya me Nûda ku bi rengekî yekparçe li têkoşîna azadiyê dinihêrî, ji aliyê leşkerî ve di çarçoveya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de di rêbaz û taktîka şer a serdema nû de xwe kûr kir û bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza.

KENDAL AZAD

Hevrêyê me Kendal ji malbateke bi eslê xwe ji Cizîrê li Hezexê ji dayik bû. Ji ber ku civata malbata wî gelek şehîd di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de çêbû, hevrêyê me Kendal rastiya partiya me PKK bi rastiya van şehadetan nas kir. Li Balikesîrê dema ku li zanîngehê dixwend, mîna her ciwanekî Kurd tevlî karên şoreşgerî bû, ji bo ciwanên Kurd tevlî têkoşînê bibe tevkariyeke girîng kir. Sala 2009'an di dema herî giran a têkoşînê de tevlî nava refên gerîla bû û bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar li pêş bû. Bi van taybetmendiyên xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Gelekî kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û rêbaza jiyanê ya parvekirin û kolektîf a gerîla. Hevrêyê me Kendal diyar dikir ku wî li qadên gerîla xwe ji nû ve dîtiye, xwe gihandiye cewhera xwe û bi felsefeya Rêberî rêya jiyaneke nû daniye ber xwe. Di jiyana nû de ku bi felsefeya Rêbertî dest pê kir, li dijî bandora sîstema kapîtalîst a li ser kesayetiya xwe têkoşiya, her ku xwe ji vê bandorê rizgar kir, xwe ji nû ve afirand û weke mirovekî azad bi gavên ji xwe bawer meşiya. Hevrêyê me Kendal ji bo parastina jiyana nû û pêşvebirina wê, timî kûr dibû û baweriya xwe bi wê yekê anî ku bi şerekî bi rêbaza rast dikare li hemberî dijmin têkoşîneke bi bandor bê meşandin. Têgihişt ku di nava şerekî bi vî rengî de divê xwe di hunera gerîlatiyê de kûr bike û li ser bingeha jinûve avabûnê di gerîlatiya profesyonel û pispor de israr bike. Hevrêyê me Kendal li Xinêrê û Xakurkê demeke dirêj gerîlatî kir û di nava vê demê de ji aliyê şer û taktîka gerîla ve bû xwedî tecrûbeyên girîng. Bi taybetî li herêma Xakurkê, tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, hêrsa xwe ya li dijî dijmin di serxistina çalakiyan de nîşan da. Hevrêyê me Kendal timî dixwest li xaka lê ji dayik bûye li Botanê gerîlatiyê bike û ji bo vê jî timî pêşniyar dikir, heta ku gihîşt vê armanca xwe timî hewl da. Bi bawerî û biryardariya serxistina meşa Botanê, bi kelecaneke mezin dest bi vê meşê kir û di vê oxirê de fedakarî kir, ked da. Di gerîlatiya Botanê de ku nêzî 7 salan dewam kir, li her qada Botanê gerîlatî kir, bû xwedî tecrûbeyeke mezin a şer û bû fermandarekî pêşeng. Di bin fermandariya wî de li dijî dijmin gelek çalakî hatin lidarxistin û planên dijmin ên ji bo bêgerîlathiştina BOtanê têk bir. Careke din ispat kir ku gerîla bi xwe Botan e. Bi sekna xwe ya zelal û tûj a di nava şer û jiyanê de bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Kendal bi hunera xwe ya di hin beşên hunerê de, yekparebûna di jiyanê de li nava kesayetiya xwe bi cih kir.

GARZAN SASON

Malbata hevrêyê me Garzan ku bi eslê xwe ji Êlihê ye, ji ber zextên dijmin neçarî metropolên Tirk kir û li Stenbolê ji dayik bû. Lê belê hevrêyê me Garzan û malbata wî piştre careke din li Kurdistanê vegeriya û xwe gihand xaka xwe. Malbata hevrêyê me Garzan ku ji ber zextên dijmin neçar ma ji Kurdistanê koçî metropolên Tirk bike, rastiya dijmin baştir fêhm kir, her cûre zext û êşkence da ber çavên xwe û vegeriya Kurdistanê. Hevrêyê me Garzan ku di nava rastiya malbateke wiha de mezin bû, li hemberî vê rewşa ku malbata wî û bi milyonan Kurd lê rast hatine, bêdeng nema. Di salên ciwantî de hewl da ku vê trajediya malbata xwe û gelê me fêhm bike. Di encama lêkolîn û kûrbûna xwe de li rûyê rast ê rejîma qirker a delweta Tirk rast hat û baweriya xwe bi wê anî ku divê teqez hesab ji mêtingeriya Tirk bê pirsîn ku ewqas êş bi gelê me daye kişandin. Di demekê de ku li ser vê bingehê di nava lêgerînan de bû, li herêma Garzanê 15 hevrêyên me yên ji şehîd bûn. Vê yekê bandoreke giran li hevrêyê me Garzan kir. Ji ber ku di nava vê koma şehîd bû de 2 xizmên hevrêyê ma Garzan jî hebû, hîn bêhtir biryar li ser têkoşînê da. Piştî ku demekê tevlî karên legal bû, sala 2015'an ku dijmin bi rengekî topyekûn êrişî gelê me û tevgera me dikir, beşdarî nava refên gerîla bû û bersiva ciwanên Kurd da dijmin. Demeke kurt li Garzanê ma û piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bû. 5 salan li herêma Zapê têkoşiya. Dema ku li herêma Zapê bû, li dijî gelek operasyonên dijmin tevlî gelek çalakiyan bû û ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyeke mezin. Bi taybetî di şerê Ertûş, Qela Bêdewê û Xeregolê de bi rola milîtaniya pêşeng rabû û beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Bi kedkarî, fedakarî û sekna fedayî ya di vî şerî de li nava hevrêyên xwe bû cihê rêzdariyê. Sekna bi biryar a di şer de bi dilnizmiya li nava jiyanê re kir yek û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Garzan piştî pêvajoya giran a şer, ji bo tecrûbeya xwe ya şer li ser bingeheke zanistî bide rûniştandin û ji aliyê îdeolojîk ve xwe şareza bike, demekê perwerdeya leşkerî û îdeolojîk dît, piştre tevlî hin wezîfeyên krîtîk bû û baweriya rêxistina me ya bi wî bi rengekî hêja bi cih anî. Her tim dixwest biçe Bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî herêma Garzanê. Lê belê weke milîtanekî ku li her qadê ji wezîfeyê re amade bû, li ku derê pêwîstî pê hebû, wezîfeya li wê derê ji xwe re kir pîvaneke Apoyî û li gorî wê tevgeriya. Hevrêyê me Garzan li ser vê bingehê derbasî herêma Herekolê bû, ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî li tevahiya Bakurê Kurdistanê belav bibe û dijmin bê têkbirin, gelekî hewl da. Bi daxwaz û biryardariya xwe ya di têkoşînê de bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Wê her tim bi van taybetmendiyên xwe di nava têkoşîna me de bê bîranîn.

Hevrêyên me Nûda, Kendal û Garzan bûn nûnerên li Bakurê Kurdistanê yên berxwedana me ya gerîla, ku mohra xwe li sala 2021'ê xist û kir ku dagirker ji nû ve hesabên xwe bike. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."