HPG'ê nasnemaya 6 şehîdên Pîlemûriyê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên 4'ê Nîsana 2018'an li navçeya Pîlemûrî ya Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên 4'ê Nîsana 2018'an li navçeya Pîlemûrî ya Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Daxuyaniya li ser mijarê li malpera fermî ya HPG'ê hate weşandin. Daxuyanî wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 11'ê Nîsana 2018'an de me ragihandibû ku di navbera 2-4'ê Nîsanê de li qadên Şehîd Herbijî û Şehîd Hesen ên navçeya Pîlemûrî ya Dersimê, artêşa TC a dagirker dest bi operasyonê kir û di vê operasyonê de di navbera hêzên me yên gerîla û yekîneyên dijmin de şerekî dijwar qewimî. Bi pêşengiya Fermandarê Eyaleta Erzîromê hevalê me Kemal Garzan (Medenî Sayilgan) destana lehengiyê hate afirandin. Me eşkere kiribû ku 6 hevalê me şehîd bûne. Her 6 hevalên me ku li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta TC bi fedayî şer kirin, heta fîşeka xwe ya dawî têkoşiyan. Ji ber şert û mercên şer, nasnameya 6 hevalên me nû eşkere bûne."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Çekdar Mamkût |
Nasnav: Harûn Mûnzûr |
Nasnav: Rojhat Gûevera |
Nasnav: Sîpan Xelat |
Nasnav: Soro Hazro |
Nasnav: Welat Rêdûr |
Sekna her hevalekî me yê şehîd ketin, bûye rêbaza berxwedanê ya serdema nû ya têkoşîna me ya azadiyê û raxist pêş çavan ku berdêla xwe çi dibe bila bibe gelê Kurd wê ti carî ji sekna fedayî ya şoreşger venegere. Berxwedana îro li çar parçeyên Kurdistanê heye, bi saya vê sekna fedayî ya şehîdên me belav dibe û daxwaza dijmin a ji bo qedandina gerîla di ber de dihêle. Ruhê pêngava şoreşgerî ya berxwedana Apoyî ku li deşt, çiya û bajarên Kurdistanê belav bûye, eşkere ye ku îro bûye hêza bingehîn a parastina gelê me. Her canê me yê şehîd bûye nîşaneya şênber a dilsoziya bi azadiya gelê me ye, kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê ye ku ti carî teslîm nayê girtin. Her şehîdên me ku mînaka rêbaza fedayî ya pêngavên şoreşgerî yên sala 2018'an e, rastiya şênber e ku sekna bi biryar a Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşanî dost û dijmin dane.
Ji ber şehadeta her hevalên me yên bi fedayî şer kirin, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelê welatparêz dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku heta azadiya gelê me ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê têbikoşin."