HPG'ê nasnameya şehîdên Gabarê eşkere kir

HPG'ê nasnameya şehîdên Gabarê eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Delîl, Rûhal û Şervan, ku li dijî teknîk û çeteyên paramîlîter ên artêşa Tirk a dagirker bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn lehengên pêşeng ên Botanê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser 3 gerîlayên li herêma Gabarê şehîd bûn wiha ye:

"Di daxuyaniya 31'ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku 13'ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li qada Çiravê ya li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû û di vê operasyonê de 3 hevalên me şehîd bûbûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Delîl Herekol

Nav paşnav: Halîs Aka

Cihê jidayikbûnê: Mersîn

Dayik-Bav: Hediye-Osman

Dem û cihê şehadetê: 13'ê Hezîrana 2020'an / Gabar

 

Nasnav: Rûhal Amûdê

Nav paşnav: Rîhan Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Dayik-Bav: Nûra-Aladdîn

Dem û cihê şehadetê: 13'ê Hezîrana 2020'an / Gabar

 

Nasnav: Şervan Botan

Nav paşnav: Ahmet Kavas

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Besê-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 13'ê Hezîrana 2020'an / Gabar

Hevrêyê me Delîl ku sala 1991'ê li Mersînê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Li dijî polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker her tim bi nirxên welatparêziyê dilsoz ma û êrişên dijmin têk bir. Demeke dirêj di nava karên ciwanan de ma û sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Têkoşîna xwe li nava refên gerîla di asta herî bilind de dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, bi sekna xwe ya kedkar û hezkirina bêdawî ya ji bo hevrêyên xwe şopeke mezin li nava me hevrêyên xwe û jiyanê hişt. Bû nûnerekî xurt ê kesayetiya milîtan.

Hevrêyên me Rûhal û Şervan her yek ji wan di demên cuda de hatin dinyayê û parçekirina Kurdistanê bi sînorên dagirkeran ti carî qebûl nekirin. Li derdoreke welê mezin bû ku hestên xwe yên welatparêziyê kûr e û ji bo gelê Kurd li her devera Kurdistanê berdêl dane. Hevrêyên me dîtin ku rêya dawîanîna li dagirkeriyê mezinkirina berxwedanê li tevahiya Kurdistanê ye û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla bûn. Her tim bi coşeke mezin xwedî li berpirsyariyên xwe derketin û cihê xwe li nava eniya berxwedanê girtin. Hevrêyên me Rûhal û Şervan di nava jiyana xw eya fedayî de bi rastiya milîtaniya Apoyî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketin û daxwazeke mezin bi cih anîn.

Hevrêyên me Delîl, Rûhal û Şervan, ku li dijî teknîk û çeteyên paramîlîter ên artêşa Tirk a dagirker bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn lehengên pêşeng ên Botanê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin û xeyalên jiyana azad a bi Rêber Apo re pêk bînin."